Pêşkît û Parkît: Çend gotin

Ji Wikibooksê

Naverok[biguhêre]


Çend gotin[biguhêre]

Ewropî ji kîteyên ku tên pêş peyvan re prefîks û yên ku tên paş peyvan re jî suffîks dibêijin. Prefîks û suffîks bi serê xwe ne tişt in lê derna ew tên pêş an jî paş peyvê, wateyeke nû didin wê û peyveke nû çêdibe.

Celadet Bedirxan ji prefîksa latînî re gotiye pêşkît û ji suffîksa latînî re jî parkît, Qanadê Kurdo û Mûrad Ciwan pêşpirtik û paşpirtik, Kamran Bedirxan pêşdanî û paşdanî, Reşîdê Kurd xurdepêş û xurdepaş, Torî pêşgir û paşgir, Feqî Hu-seyin Sagniç pêşqertaf û paşqertaf, Selîm Biçûk pêşgîn û Paşgîn nivîsîne. Belê, ji derî van nivîskarên ku min navên van li jor nivîsîn çendên din jî gramera kurdî nivîsîne lê ne bi kurdî, bi tirkî îzah kirine, ji ber wê yekê jî ez rastî kurdiya wan nehatim. Baş e ku bi tirkî şirove kirine ku ew jî bi kurdî bûya, dê çend navên din jî li prefîks û suffîksan bihata kirin û tevlihevî bêtir bûbûya.

Dema mirov li van gramernivîsên kurd dinêre, baş dibîne ku di warê navlêkrina prefîks û suffîksên latînî de jî afirandêr dîsa Celadet Bedir-xan bi xwe ye. Yên din li ser sofra hazir danîne, jê têr xwarine û heta rêtine. Loma min termînolojiya

Celadet Bedirxan durist dît û bi kar anî.

Emîr Celadet Bedirxan û Roger Lescot 34 pêşkît û 103 parkîtên kurdî destnîşan kirine û ji her yekê re çend nimûne jî dane. Bi vê yekê re gelek pêşkît û parkît hene ku ji bîr kirine û çendek jê jî ku îro di zimanê rojane de nayên bi karanîn, li ser wan rawestane. Wek: "ban, asî, nivaz, îtik, îvk, oyî, vanî, dok"... Min pêşkît û parkîtên weha di nav rêza rivîsînê de ku cîyê wan hatiye, yek bi yek destnîşan kiriye. Mûrad Ciwan jî li ser pêşkît û parkltên kurdî rawestaye û wî jî 17 pêşkît û 56 parkît destnîşan kiriye. Gramernivîsên din ku min navên van. û pirtûkên wan ên gramerê li dawiya vê berhemê nivîsîn, bi tenê navên 20-30 pêşkît û parkîtên kurdî destnîşan kirine.. Hema hema hemûyan bi awayekî bêserûber û bêrêza alfabetîk hema çawa hatiye bîr û hişê wan nivîsîne.

Di zimanê kurdî de dikare pêşkît û parkît ji hinek kîteyên serbixwe, daçek, bêjeyên neyînî (ne-gation), zayende, hoker, navdêr û ji hinek pêşkît û parkîtên taybetî pêk bên. Lê ew ji çi cure û rengên peyran dibin bila bibin, wezîfe û erkên wan yek e û ji ber vê yekê jî, li gor vê taybetiya xwe navên wan pêşkît û parkît lêkirine. Êdî ew taybetî û rolên xwe yên berê wenda dikin û peyvên nû diafirînin.

Mirov dikare bibêje ku wek gelek zimanên din, zimanê kurdî jî bi saya pêşkît û parkîtan dize û hejmara wate û bêjeyan zêde, dewlemend û xurtir dibin.

Di nav proseseke dûr û dirêj de an jî di nav xebata ziman a aktîv de wek ku di her warê zimên de guhertin çêdibin, herweha di warê pêşkît û parkîtan de jî, guhertinên mezin çêdibin. Di vê prosesa dûr û dirêj de, dikare carnan hejmarên cure yên pêşkît û parkîtan kêm û carnan jî zêde bibin. Li gor rewş û taybetiyên her zimanî, rewş û hejmara pêşkît û parkîtan jî tê guhertin.

Teknîk her ku bi peş dikeve, tiştên nû tên dîtin, bi wê re jiyana civatî jî tê guhertin. Kar û mijarên nû derdikevin holê, navên nû li wan tên kirin. Li gor hewcedariya dem û civata nû ziman jî bi pêş dikeve û xwe li gor civat û teknîka nû diguhêre. Di ziman de termînolojî tê guhertin û peyvên nû tên dîtin. Hejmara bêjeyên ferhenga kurdî zêde dibin. Di vî warî de kar û wezîfeyekî girîng dikevin ser pêşkît û parkîtan ku bi alîkariyan wan gotinên nû tên çêkirin. Helbet her ziman xwedî çendek taybetî û prensîban e û rêbazên çêkirina peyvên xwe hene. Pêwîst e ku çêkirina peyvên nû li gor prensîb û taybetiyên ziman bin. Heger mirov ji her aliyî ve ji prensîb û taybetiyên pêşkît û parkîtên zimanê xwe ne serwext û agahdar be, rabe bi serê xwe peyvên nû, pêşkît û parkîtên nû çêbike an jî yên ne di cî û lê de bikarbîne, wê demê li ser navê pêşxistina ziman mirov ziman dikuje. Ji kesên weha re zimankuj dibêjin. Divê kesên zimanzan an jî yên bi ziman re mijûl in, baş bizanibin ku kîjan pêşkît û parkît ji bo peyvên kîjan kar û warî nû diguncin an jî lê tên. Wek mînak mirov nikare ji kesî ku gul bifroşe re bêje "gulkar, gulker," an jî "gulvan" ûhwd. Navê wî/wê "gulfiroş" e.

Her gramernivîsê kurd giranî daye ser devoka herêma xwe. Wek ku tu berhemên din ên ku di vê mijarê de hatine nivîsîn nedîtibin, nexwendibin. Bi navê "gramera Kurmancî" an jî "rêzimana/ê Kurmancî" bi awayekî cîdî pirtûk nivîsîne lê ji binî ve pêşkîtên kurdî ji bîr kirine û bi tenê nîvê parkîtan nivîsîne. Him jî parkîtên ku herî zêde rojane tên bikaranîn di pirtûkên wan de tune ne lê yên ku di nav gel de nayên bi karanîn û ew bi xwe nikaribûne ji wan re du an sê nimûne bibînin, di van pirtûkên xwe de ew bi cî kirine û nimûne dane. Pêwîst e ku ev mijar baş zelal bibe û gotûbêj li ser bê kirin. Bi taybetî ev nivîskarên xwedî "gramer" an jî "rêzimanên kurmancî", divê carek din li dûv xwe vegerin û li ser vê mijarê hûr û kûr bibin.

Ew bi tenê li ser zaravayê kurmancî rawestane, soranî û dimilî negirtine berçav. Halbû ku di van 20-30 salên dawî de, bê hejmar gotinên soranî ketine nav zaravayê kurmancî yê nivîskî. Em êdî parkîtên wek: "nûs, nêr, are" û hwd. di kurmanciya rojane de bi kar tînin. Parkît hene ku li hinek herêman him di kurmancî û him jî di dimilî de tên bi kar anîn. Wek parkîta "ox."

Belê, di prosesa nivîsandina kurdî de, îro çarçove û qalibê klasîk hatiye şikandin. Zarava têkilbûne, kurdî bi pêşketiye û dewlemend bûye. Rêzimannivîs divê êdî ji îro şûn ve, vê prosesê bi-girin ber çav. Rêziman li gor zimanê jîndar û rojane tên nivîsîn û vejîn. Êdî bi tenê mînakgirtin û şirovekirina gramera Celadet Bedirxan têr nake. Piştre gramer nivîsandin ne karê her nivîskarî an jî rojnamevanî ye. Bi serê xwe zanyarî û pisporiyeke taybetî û mezin dixwaze. Karê proseseke dûr û dirêj e. Ne karê çend roj û mehan e. Ew kesên ku gramerên kurmancî nivîsandine û binivîsîn, pêwîst e ku li derdora gramera Celadet Bedirxan nezivirin, hinek tiştan jê neçîrpînin û bervajî nekin. Divê ew, bi awayekî zanistî prensîb û rêbazên nû bibînin, lê zêde bikin û heger yên şaş û çewt hebin destnîşan bikin. Kopî tucar ji orîjînalê ne baştir e. Heger tiştekî nû tune be, wê demê ne hewce ye ku mirov gramer binivîse lê mirov dikare yên ku hene sivik û hêsantir bike.

Ev pêşkît û parkîtên ku ez li jêr rêz dikim, ne îcadên min in û ne jî tnin afirandiye; yên ku heta niha hatine nivîsîn û bikaranîn, min li ser wan lêkolîneke biçûk kir, ka çi hene û kê çi nivîsiye. Heta îro çewtî û kêmasî çi ne? 0 min xwest û heta ku ji destê min hat hejmara mînakan zêde binivîsim. Ez dikarim bibêjim di warê hejmarên peşkît û parkîtan de heta îro tu kesek xebateke weha nekiriye û ku kiribe jî ez bi xwe lê rast neha-time. Di vî warî de min teknîka herî dawî bikaranî û bi komputerê li bêjeyan gerîm.. Di destê min de çi yên kevn û çi yên nû, çiqas tekstên kurdî di dîsketan de hebûn, min li ser wan kar kir. Ji bo hinek pêşkît û parkîtan bi alîkariya teknîkê ez bi rojan li duv wan geriyam lê hezar mixabin ez jî nikaribûm ji çend pêşkît û parkîtan re zêde nimûne bibînim. Ev di her zimanî de weha ye, hinek zêde tên bikaranîn û hinek jî gelek kêm lê dîsa jî ew wek pêşkît û parkît tên pejiran-din.

Parkitên wek ”î” , ” ê”, ” o” , ” ik” , ”ok” , ”tir” bê hejmar û bê sînor in. Mirov dikare bîne piştî gelek bêjeyan. Ji ber vê yekê, ez li ser yên weha zêde ranewestîm û min bi kurtî ji bo wan çend nimûne nivîsî.

Ez li ser bêjeyên hevdudanî ranewestam û min dest neda wan. Ji xwe ew li derî vê mijarê ne.

Mirov bi wan dikare bi hezaran bêjeyên nû çêbike.

Gelek nivîskar, xwendekar û xebadkaren med-yaya kurdî pêşkît û bi taybetî parkîtan şaş û çewt bikartînin. Bi taybetî şandiyar, nûçegîhan û nivîskarên kurd an jî yên ku bi kurdî dinivîsin, dibêjin qey bi tenê du cure parkîtên kurdî hene. Ew jî "kar" û "van" in. Halbû ku bi qasî ku min di ve xebata xwe de tespît kir hejmara pêşkîtan 42 û yên parkîtan jî 138 in. Heger mirov pêşkît û parkîtên biyanî yên ku îro ketine nav zimanê me û em di pratîkî rojane de bikartînin jî bihesbînin; wê demê hejmara pêşkîtan dibin 52 û yên parkîtan jî dibin 143. Bi vê mebestê min xwest ku mijara pêşkît û parkîtên kurdî piçek zelal bikim û herwe-ha li gor rêza alfabetîk em bibin xwedî ferhengo-keke pêşkît û parkîtan jî.