Pêşkît û Parkît: 2. Parkît

Ji Wikibooks
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

2. PARKÎT (Paşkît)


Parkîtjî têpaşpeyvê û pêve tê nivîsîn. Bi alîkariya parkîtê(paşkîtê) peyveke nû tê afirandin. Bi vî awayî hejmara peyvan zêde, naverok û Wateyên wan dewlemend, xurtir û rengîn dibin.

1. -a[biguherîne]

ajna, aşna, axa, biraza, ciwana, fama, pêşewa, şar(e)za, silîva, xama, xwenda, zana... Parkîta "a" rewşa huner, hêz û xwedayetî dide dîyarkirin.

2. -ahî[biguherîne]

beredahî, biçûkahî, dirêjahî, dûrahî, germahî, gewrahî, keskahî, mezinahî, nêzîkahî, pahnahî, reşahî, sermahî, sorahî, şînahî, şîrînahî, tengahî, tirşahî Rewşeke pirhejmar û taybetî dide diyarkirin. Her çiqas tîpa "h" gîhanek be jî êdî formeke taybetî girtiye.

3. -ajo[biguherîne]

biskîletajo, dûajo (alîkar), cotajo, erebea-jo, hespajo, kerajo, otobusajo, otomobîlajo, taksîajo... Ji lêkera "ajotin" çêdibe. Zêde ne bi kêrhatî ye.

4. -ak[biguherîne]

heftak (cureyê kemberê), ronak, xenak...

Ev parkît rewş û taybetiyê dide dîyarkirin û ne parkîteke weha bikêrhatî û dewlemend e.

5. -al[biguherîne]

çangal, delal, gopal, heval, hewal, kendal, kortal, pergal, postal, repal (rût û repal), sûtal, şekal, şengal, teral... Rewş û taybetiyan dide dîyarkirin.

6. -an[biguherîne]

aliyan (noqkirî), aryan, bozan, dalyan, gulan, germi(y)an, heyran, hozan, kêşan, kolan, kotan, lekan, lîlan, loran, rîşan, sermi(y)an, şîlan, zîlan, zîzan, zoran, zozan... Parkîta "an" ji bo navdêrên gelehejmar jî tê dawiya hemû navdêran. Wek gundan, bajaran, jinan, zarokan ûhwd...

7. -ane[biguherîne]

aştî(y)ane, bavikane, bersingane (gulaş), ciwane, çendane, çilane, dayikane, dewrêşane, dil- sojane, gawirane, heftane, hovane, jinane, kurda- ne, korane, mehane, mestane, mêrane, mijane, mîrane, pirane, pişkane (muşterek), rojane, salane, serekane, şahane, şevpestane, tekane, yekane, zik- makane, zîrekane... Ew di wateya wek wî/wê de ye û parkîteke gelek bi ber û dewlemend e.


8. -anî[biguherîne]

boranî, çortanî, doşanî, gavanî, giranî, hêsanî, keranî, koranî, mêranî, mirovanî, piranî, şivanî, xortanî... Wek wî/wê an jî dişibe ew tişt, kes û pîşeyên ku navên wan didin.

9. -anok[biguherîne]

çîvanok, kevkanok, miştanok, tiştanok, xiştanok... Di wateya tiştên biçûk de tê bikaranîn û piçek jî bîhna hîle û huner jê tê.

10. -ar[biguherîne]

be(y)ar, debar, di(y)ar, cotar, gotar, guftar (sohbet), guhar, hilbijar, jengar, kevnar, kirar, kovar, komar, nivîsar, noqar (vaftîzkar), pingar, pûtar, rengar, sergotar, şerar, şîşar, xewar, xîzar... Di wateyên cuda cuda de tê bikaranîn. Wek pîşe, navdêr, rengdêr û hewd.

11. - are[biguherîne]

bijare, dilare, kevnare, kujare, mikare, pişare (xwarina ji bo banga dawetê), seyare (êrîşkar)… Wateyên baştir, hêjatir an jî kevntir dide bêjeyê.


12. –tî/etî[biguherîne]

bajartî, bavîtî, biratî, bûkîtî, cahştî, dostîtî, durûtî, dûrîtî, gundîtî, kirîbetî, kerêtî, ke-sayetî, komelayetî, kûrîtî, malbetî, kurda(ye)tî, mi-rovayetî, xinametî, xwendekartî, xwedatî. Ev parkît taybetmendiyê dide dîyarkirin. Hinek nivîskar parkîta "et-atî' tevlihev dikin û dinivîsîn ku bi navê "-yetî-yatî" jî parkîtekê heye. Wek: Komelayetî, mirovayetî... Parkîta "tî" li gor tîpa dawiya bêjeyê tê guhar-tin. Dema du an jî sê tîpên bêdeng li paşiya bêjeyê bin û parkîta "tî" jî bigire, wê demê dikare parkît bibe "etî, îtî" an jî "atî"... Wek kirîvatî, komela yetî, dostîtî... Halbû ku tîpa "y" gîhanek e û dikeve navbera du tîpên dengdêr. Ji ber vê yekê jî, bi navê "ytî' an jî "yatî' parkîteke kurdî tune ye.

13. -avêj[biguherîne]

agiravêj, avavêj (fiskiye, artîziyen), bextavêj, bombavêj, derewavêj, dûxanavêj (bom-beya bi duxan), gulleavêj, gurravêj, hevavêj, hûravêj (çekê otomatîk), îmanavêj, kemendavêj, kevitavêj, kurtavêj, piştavêj, qûnavêj, ronahîavêj, rimavêj, sêlikavêj (dîsk), roketavêj, tîravêj, topavêj, torpîlavêj, xweavêj... Ev parkît bi alîkariya lêkera "avêtinê" pêk tê.


14. -awe[biguherîne]

badilawe, bêawe, germawe, serawe, sermawe... Parkîta "awe" rewşê dide dîyarkirin. Bingehê gotinê "hawe' ye di nav demê de tîpa "h" ketiye û bûye awe.

15. -az[biguherîne]

beraz, qelaz, telaz, tolaz.. Rewşeke negatîv dide dîyarkirin û paşkîtekê ne hewqas berhemdar û kêrhatî ye.

16. - bar[biguherîne]

alozbar, berbar, berfbar, binbar, birbar (portabel), cazîbebar, cobar, çavnebar, çimbar, dengbar, dîtbar, girbar(î) (tehemul), guhêrbar, guhêzbar, gunehbar, gumanbar, hêsirbar, kehrîbar, kirêbar, kubar, nalebar, nedîtbar, nexwarbar, nêrbar, nûbar (turfanda), razbar, rêzbar, rondikbar, rûbar, serbar, sivikbar, sizabar, sotebar, starbar, stemfar, şekirbar, tawanbar, ta-wangbar, xembar, xetabar, xwarbar, vexwarbar, zêbar, zirêbar... Parkîta "bar" di van wateyan de tê bi kar anîn: zêde, ne stabîl û di lêhatinê de tê bi karanîn.

17. -bare[biguherîne]

derbare, dubare, sêbare... Bare, cîyê çend û car digire.


l8. -baz[biguherîne]

agirbaz, cadûbaz, canbaz, cengbaz, çavbaz, çekbaz, çenebaz, dekbaz, derewbaz, dilbaz, dîlbaz, duzenbaz, efsanebaz, efsûnbaz, eşqebaz, evînbaz, êrîşbaz, fêlbaz, firîbaz, fitnebaz, fîrazbaz, helqebaz, herambaz, heqlebaz, hevbaz (hevsal), hîlebaz, hoqebaz, jinbaz (hovarda), kewbaz, key-sbaz, kînbaz, kozîbaz, laşbaz(î), lewlebaz, livbaz, lîstikbaz, mekirbaz (xêrnexwaz), metrebaz (şarlatan), mihirbaz, nêrînbaz, nîşanbaz (nimûne), qamçîbaz, qumarbaz, qulebaz (delavereci), rêbaz, rimbaz, rûbaz, serbaz, sîhêrbaz, şahbaz (bi kêf), şanbaz, şaklabaz (dalkavuk), şebêkbaz (sîhîrbaz), şembaz, şerbaz, şûrbaz, tekvandobaz, xemzebaz, zimanbaz, zorbaz, zorbazî...

Ev parkît ji bo kes an jî bûyerên ku bêtir bi çalakî û bizavê ve girêdayîne, ji bo fen û huner jî tê bikaranîn.

19. -bend[biguherîne]

avbend, bazbend, çekbend (êleg), çiçikbend (sudyen), darbend, derbend (zixur-geçît), destbend, dîwarbend, dolbend (şarika serê jinan), dorbend, fenerbend, gulbend, goşebend, hevbend, hevalbend kombend, malbend, merbend (baxê solan), nalbend, nexşebend, nêrûbend, pev-bend, qesrbend (mîmar), qelebend (zîndanî), rehîmbend (pesar), rûbend (çarşeva ser doşekê), sazbend, serbend, sihirbend, sîngebend, sîlebend, solbend, terkîbend, têlbend, xerbend...

Ev parkît di wateya kombûn, çêkirin û girêdanê de tê bikaranîn.

20. -ber[biguherîne]

berber, desteber, dijraber, dilber, dîtber (konkret), emîrber, fermanber, guhber, guherber, heyber (heyî), nameber, navber, nûber (turfanda), paşber, peyamber, pêşber, pêveber (artibut), pîber (koruyucu), pîşkber, raber ( hember), razber (ab- strak), reneber, rêber, rihber (zindî), sazber, serber, sêber (sêgoşe, ûçboyut), şênber (maddî), xweber (di gramatîkê de navên eşya û tişt), xweşber (tabîî)... Du wateyên "ber" hene: yek ji birînê tê û ya din jî, ji hember tê. 21. -best darbest, dilbest, helbest, mebest, pêbest (benê ku ling pê girê didin.), pêrbest (daçek), serbest, zimanbest(bêdeng)... Di wateya hunandin û lihevanînê de tê bi karanîn. Di zaravayê soranî de parkîta "best" bêtir aktîv e. 22. -bêj awazbêj, bêjbêj (ji bo kesên geveze ku pir dipeyîvin), bestebêj, buherkbêj, dengbêj, des- tanbêj, dîlokbêj, dîrokbêj, çîrokbêj, goranîbêj,gotûbêj, gulbêj, hayranbêj (yê ku stranên hayra-nok dibêje), henekbêj, hostanîbêj, hûrbêj (gotinên nerm), kombêj, lavebêj, lawjebêj, lawikbêj, mese-lebêj, mêjbêj, niktebêj, niktezan, nûçebêj, pirbêj, rastîbêj, rewanbêj (hêsa û sivik), rimbêj, serpêhatîbêj, selewatbêj, stranbêj, teraqbêj, wendebêj, wanebêj, wêjebêj, xurdebêj (pêşkît û parkît), xweşbêj (sohbetxweş), xwebêj... Ev parkît ji bêjeya "gotinê" çêdibe yanî yê/ya ku dibêje. 23. -bir agirbir, avbir, berîkbir (diz), birêvebir, bîrbir, cawbir (meqes), çavbir, çilobir, çolbir (rêbir), darbir, dengbir (aletê ku deng kêm dike), destbir, derbir, êşbir, fermanbir, gotinbir, hesin-bir, hevbir, kevirbir, kumbir, kurtebir, namebir (postaci), nanbir, navbir, navikbir, nermebir (fêlbazên ku bi nermî mirov dixapînin), peyman-bir, pezbir, pêşbir, porbir, qismetbir, qirikbir, qolbir, rêbir, rêvebir, risqbir, serbir, sermabir, sozbir, şûrbir, tabir, têkilîbir, xeberbir, xwebir, xwînbir... Parkîta "bir" ji du lekerên cuda çêdibe: Yek ji lêkera "birîn" û ya din jî, ji lêkera "birin" e. Go-tinbir, namebir, rêvebir, xeberbir.. ji lêkera "birin" hatine çêkirin.

24. -bîn dûrbîn, hûrbîn, gulbîn, kurtbîn, kûrbîn, malbîn, lezbîn, nobîn, nûbîn, robîn, rojbîn, tengbîn, xwebîn, xweşbîn... Ev parkît ji lêkera dîtin hatiye çêkirin. 25. -bîr dûrbîr, kûrbîr, rewşenbîr, ronakbîr... Di wateya kese ku bîr pe dibe an jî dizane de tê bikaranîn. 26. -çe bexçe, boxçe, deryaçe, demançe, derîçe, kemançe, kuçe, kulîçe, navçe, nûçe, perçe, serçe (mandela ku pê cil digirin), xalîçe, xwençe... Parkîta "çe" biçûk û xweşikbûnê dide dîyar-kirin. 27. -çîn derewçîn, giyaçîn, gulçîn, mayînçîn, mazîçîn, pembûçîn, perçîn, titûnçîn... Di şûna parkîta "çîn" de parkîta "çin" jî bi kar tînin. Ev parkît ji lêkera çînin pêk tê. 28. -da bînda, çivda, dengda, gulda, malda, navda, rojda, ronda, rûda, şaxda, şevda, xwedêda... Ev parkît bi lêkera "dan" çêdibe û mirov dikare bi alîkariya wê gelek peyvên nû biafirîne.

29. -dan avdan, ardan, benzîndan, biryardan, candan, dengdan, destdan, dûdan, guhdan, guldan, jehrdan, jîndan, kardan, lemdan, mafdan, maldan, nandan, paldan, rêdan, ronahîdan, ruhdan, rûdan, serdan, serlêdan, şîrdan, xwarindan, xwêdan... Ev parkît bi alîkariya lêkera "dan" pêk tê û mirov dikare bîne dawiya gelek bêjeyan. 30. -dan(k) agirdank, avdank, barûtdank, derzîdank, çaydank, fişekdank, findank (mûm dank), guhdank (ahîze), hêkdank, îsotdank, kevçîdank, kildank, masîdank (akvaryum) mîz dank (kodika mîza zarokan), peldank, peredank (kombara), pevdank, pênûsdank, pêsîrdank (sudyen), qirşdank (sepeta ku mirov kaxez û qirşan davêjê, çöpsepeti), şekirdank, tilîdank (guşpan, gûzvank), xanedan, xwelîdank, xwê-dank... Di zimanê axaftinê de tîpa "k" ketiye û wek "dan" tê gotin. Dank, wateya cîyê biçûk ku mirov tiştek dike navê. Ji dagirtinê tê. 31. -dar abrûdar (bi şeref), ahengdar, agahdar, aladar (bayrakdar), armanedar, avdar, axûdar, (bi jehr), azîmdar, badar (bawîbûn), baldar, bedar (feqîr, nedar), behîdar, bejndar, berhemdar, behr-dar, berhevdar, bersivdar, berxwedar, beşdar, bezdar (bi bez), bihadar, birîndar, bindar, bijûndar, biryardar, bîdar (hişyar), bîhndar, bîrdar, bîstandar, bondar, candar, cegerdar (bi ce-saret), cejndar, celebdar, çekdar, çêjdar, çildar, daxîdar, defterdar, demandar, dersdar, desthilat-dar, dengdar, deyndar, dezgehdar (xwedî kar), dildar, dimîdar, diravdar, dîdar, dîldar (koledar), dîndar, dîzdar, domdar, dozdar, dudar (dema lêkera borî), dukandar, dundar, emekdar, eleqe-dar, eqildar, erkdar, evîndar, ezîmdar, fehldar, fer-mandar, fêmdar, fikirdar, fîrazdar, gazindar, gencînedar, geşedar, gilîdar, giramîdar (muhterem), girdar, giyandar, (giyanewe), goşdar (bi goşt), gotindar, goşedar, guhandar (memeli), guhdar, guhnedar, gumandar, guldar, haydar, heqdar, hevdar (hevbeş), hestdar, hewcedar, hêvîdar, hêzdar, hingivdar, hişdar, hîmdar, hîndar, hîsedar, hukim-dar, intdar, jandar, jehrdar, jîndar, kardar, karxa-nedar, kasedar, kendar (mîzahî), keremdar, kezîdar, kêfdar, kindar, kirêdar, kirdar, kirîdar, kîndar, koledar, komekdar, kovandar, kujdar, le-kedar, lezetdar, lênûsdar (defterdar), maldar, mafdar, manîdar, merezdar, metirsîdar, mezdar, mêldar, mêvandar, mêwedar, mildar, mijokdar, minetdar, mizdar (şîrîntirş), mizgîndar (mîsyoner), mulkdar, namîdar, nandar, navdar, na/.dar, nedar (feqîr), netndar (şil), nêredar (kontrolor), nimûnedar, nijdar (bijûndar), nirxdar, nîgehdar, nîşandar, nobedar, nojdar, oldar, pakdar, paldar, patdar (ortak), paydar (domdar), payedar, perde-dar, peredar, perendar, pesindar, peyvdar, pêdar (sebat), pêldar, pêdar (şahlanma), pêşdar (pêşeng), piş(t)dar, pişkdar, pîjindar (şivît), pîldar (falavêj), pîtdar, pûldar, qerzdar (deyndar), qewildar, qulix-dar, ramandar, rayedar (xwedîyê dîtin), razdar (qeyde), rexdar, rexnedar, rewişdar, rezdar, redar, rêzdar, riftdar, rikdar, rimildar, rojdar, rondar, rûndar (bi rûn), selahîyetdar, serdar, sermayedar, serfermandar, semînerdar, serîdar, serxwedar, sirmedar, sîdar, soredar, sozdar, sudar, sûcdar, spasdar, surdar (bi heycan), şanedar, şaxdar, şekirdar, şerdar, şermedar, şetdar, şêdar (şil), şêwirdar, şêndar, şikdar, şikirdar, şîndar, şîridar, tahmdar, temsîldar, tekerdar, terefdar, terşdar (xwedî pez), tevnedar, têkildar, tirsdar, tîndar, tobedar, tuwandar, ulimdar, vîndar, wanedar (dersdar), wefadar, xaldar, xawêndar (bi şeref), xeberdar, xedar, xerîdar, xêrdar, xirêdar, xiznedar, xwîndar, watedar, wefadar, weznedar, wezîfedar, wênedar, wurşedar, zemîndar, zengildar (saeta bi zîl), zêdedar, zilindar, zîpdar, zîyandar, zordar, zordarî...

Parkîta "dar" di wateyên xwedî wezîve, mal, kar, berpirsîyar, hukim û nav û deng de tê bika-ranîn. Parkîta "dar" bêtir bi kar hatî ye. Li gor de-veran sê parkîtên ku bêtir tên bikaranîn: "dar, "kar" û "van" tên têkil kirin û carnan bi şaşî tên bi karanîn. 32. -de balinde, bexşînde, dirinde (wehşî), dîyarde (olgu), firinde, gerînenede, gewende, girîde, kirde, kurdende, mayînde, qûnde, serde, şande (mîsyoner), xwende, zende.... Ev parkît rewş, taybetî û reng dide dîyar û ze-lalkirin. 33. -dek bindek, girdek (tîpên mezin), hûrdek (tîpên biçûk), nîşandek (îşaret), serdek... Parkîta rewş diyarkirin û rengdêrîyê ye. 34 -der bader (tornavîda), bender, derbeder, bexjînder, beder, birader, hewleder, jander, jêder, mader, makder, navder, rader, rasteder, şevder, zêder (zayende)... Rewş û posîzyonê dide dîyarkirin. Carnan wateya xwe ji lêkera "derketin" jî digire.

35. -dêr[biguherîne]

afirandêr, avdêr (sulamaci), berhemdêr, berxwedêr, bonodêr, çavdêr (nêrevan), çekdêr (bononêr), dengdêr (tîpên bi deng), deyndêr (ala-cakli), fermandêr, guhdêr, hevgirdêr (tomarker), kardêr (patron), kirêdêr (kiralik), mast(d)êr, navdêr (isim), polîçedêr, rengdêr (sifat), serhildêr, şehnedêr, şevdêr, xwepêşandêr, .... Di wateyên berpirsîyar, wezîfedar, çêkir û xwedî de tê bikaranîn. Ev parkît bêtir di zimanê nivîskî de tê bikaranîn û bi giranî û pirani bi soranî ye. Di van salên dawiyê de her ku diçe parkîta "dêr" bêtir tê bikaranîn û bi taybetî jî, ji bo bêjeyên nû pêwîstî bi vê parkîtê heye.

36. -dirû[biguherîne]

cildirû, çermdirû, genimdirû, kinc-dirû, paldirû, soldirû... Parkîteke lêkerî ye û ji lêkera dirûn tê. Cî û. warê bikaranîna wê gelek teng e.

37. -dîn[biguherîne]

guldîn, kadîn, Mêrdîn, paşedîn, şemdîn, sêvdîn, şevdîn, tacdîn...

== Parkîta "dîn" ji lêkera dîtinê tê û ev parkît weha ne zêde bi berhemdar û kêrhatî ye. 38. -doş == çêlekdoş, gadoş (sermezin), gundîdoş, mangedoş, mirovdoş (kedxwar), mîhdoş, pezdoş,..

Ev parkît ji lêkera dotinê te.Di wateyên kelk, kar û zarpêkirinê de tê bikaranîn. 39. -doz çewaldoz, kînedoz, palandoz, pînedoz, soldoz Parkîteke dîrokî û kevn e. Ji "dirûz" tê û bigu-haztinê re bûye "doz". Rastiya wê çewaldirûz, pînedirûz û soldirûz e. Lê dîsan jî divê mirov vê parkîta kurdî biparêze; dibe ku di pêş de, ev bi kar bê û ji bo hinek bêjeyên din jî bê bikaranîn. 40. -e bêje, beze, bijarte, bineke, dermale, fîroke, gewre, keske, kirde, kûre, sereke, sore, xwende... Ev parkît zêde ne dewlemend e, bi sînor e û rewş û têviliyan dide dîyarkirin. 41. ek/eke badek, bendek, bizdonek, çilek, destek, dehek, fîsek, fişek, fortek, gîhanek, hûrek, kevanek, komek, kotek, kulek, kurtek, mizdanek, nefsek, newêrek, nîşandek, paçek, parsek, perdek, pêçek, piştek, qeşmerek, qumatek, qûnek, qulek, rastek (dîrek), rawek (xuya), serek, şanek, şeşek, tirsonek, tirek, virek, zirek, zîrek... Ev parkît rewş, hejmar û taybetiya kes û tiştan dide dîyarkirin.

42. -ende berfende (aşîd), dirinde (rastî dirende ye), gerînende, gewende, gewzende, navende (tîpa "e" ji ketiye û bûye navend), nivîsende (katip), şermende (şermok), parakende, pergende, zayende tîpa "e" ji dawiyê ketiye û zayend maye... Taybetmendiyê dide dîyarkirin.

43. -eng bîşeng, çeleng, erjeng (felaket), leheng, peleseng, pêşeng, pirşeng, porşeng, xeleng, xo- şeng… Mirov dikare bêje ku ev parkîta xweşikbûn û pesndariyê ye. 44. -er bîner, bû(y)er, dever, firoşer koçer, kujer, koser, lêker, nûner, parêzer, têkoşer... Yê/ya ku dike an bi alîkariya wî/wê dibe û pêk tê. Di zimanê nivîskî e her ku diçe bêtir tê bika-ranîn. 45. -erok çilerok, naverok... Kesî heta niha behsa vê parkîtê nekiriye. 46. -ev rojev... Ez nikaribûm ji vê parkîta nû re nimûneya duyem bibînim. Li ser çi prensîbî ev parkît hatiye afirandin kes nizane. Ez texmîn dikim ku orjînala vê parîtê ”-hev” û ji bo ku tîpa ”j” û ”h” hatine kêleka hev, tîpa ”h” ketiye û bûye ”-ev”. Wek: bahev, berhev, binhev, cemhev, gelhev, paşhev, pêşhev, serhev, tevhev...

47. -ê bizinê, bûkê, cîranê, çêlekê, dayê, deryayê, jinê, keçê, malê, mamosteyê, piştê, metê, xwişkê... Mirov dikare bi vî awayî tîpa "ê" bîne dawiya gelek navdêrên mê. Ev ji bo hîtabkirina navdêrên mê û tewangê tê bikaranîn. Ji bo hîtabkirina navdêrên nêr jî tîpa "o" tên dawiya bêjeyan. Wek: nêriyo, zavayo, gayo, kuro, mamosteyo, mamo... Lê, di rewşa gelehejmar de parkîta "e' dibe "no." an jî dibe "ino." Ev him ji bo zayenda nêr û him jî ji bo ya mê derbas dibe. Wek: bizino, bûkno, cîrano... Dema bêjeyeke cara pêşî parkîta "ik" bigire û cara duyem jî parkîta "ê" bê paş wê, bêjeya nû vê carê vê forma han digire. bejnziravikê, çelengê, dayikê, dilovanike, jinikê, kinikê, pîsikê, rindikê, xwişkê.... Hinek nivîskar ji vê rewşê re parkîta - ikê/kê dibêjin ku ev ne rast e. Ev ne parkîteke bi serê xwe ye, du parkît li pey hev tên. Mînak: Bêjeya "kin" cara pêşî parkîta "'ik" digire û dibe "kinik." Cara duyem parkîta "e' digire û dibe " kinikê." Di kurdî de bêjeyek dikare çend parkîtan li dû hev bigire. Wek: dukan+dar+î, zan+a+tî, bajar +van+tî, şi+van+î, nîştîman+perwer+î

48. -êr dilêr (qehreman), hilbijêr (seçmen), kûnêr, panêr, serhildêr, şilêr, venêr, weşînêr Yê/ya ku aktîv û lê dinêre, pê mijûl e. Ev parkît ji soranî hatiye nav kurmanci. Di van salên dawî de her ku diçe di zimanê nivîskî yê kurmancî de jî bêtir tê bikaranîn. 49. -firîn çûkfirîn, dilfirîn, hevfirîn, kevokfirîn, kotelfirîn, kurtefirîn, kevirfirîn (mecenîq), nefs- firîn, serfirîn, tirsfirîn, xwefirîn... Ev bi alîkariya lêkera "firîn" pêk tê. Mirov bi vê parkît û metodê dikare gelek bêjeyên nû biafirîne. 50. -firoş ardfiroş, avfiroş, bavfiroş, belafiroş, birafiroş, cilfiroş, dêfiroş, dewfiroş, eşîrfiroş, genimfiroş, goştfiroş, gulfiroş, hirîfiroş, jinfiroş, keçfiroş, kibrîtfiroş, kurdfiroş, malfiroş, makînefiroş, mastfiroş, meyfiroş, mirovfiroş, nanfiroş, nazfiroş, perçefiroş, pirtûkfiroş, pincarfiroş, rûnfiroş, şekirfiroş, şerfi roş, şîrfiroş, xanîfiroş, xwefiroş, xwînfiroş, welatfiroş, zembîlfiroş... Tiştên ku bi gotina "firotin" ve girêdayî be, mirov dikare bi vê parkîta "firoş" bêjeyên nû çêbike. Parkîteke lêkerî ye.

51. –gal çangal, pergal, şengal, tengal... Rewş û form dide dîyarkirin. 52. -gan axpîngan, bargan, bazirgan, lalîgan, rûngan (tucarê rûn), xaçirgan... Yê ku bi kar ve mijûl e, bêjeya pîşeyî diafirîne. Ev parkît hewqas ne kêrhatî ye û mirov nikare ji bo nimûne çend gotinên din jî bibîne. 53. -gar amojgar, jengar, pingar, rojgar, sazgar, parêzgar, yadîgar... Di wateya kombûn, zanîn û pêşkêşkirinê de tê bikaranîn. 54. -gaz belengaz, gerdengaz... Ev parkît di wateya perîşanî û pakiyê de tê bi-karanîn û zêde ne bi ber û bereket e. 55.-geh amojgeh, aramgeh, asêgeh(barîkat, mewzî), azmûngeh, balafîrgeh, balgeh, baregeh (karargeh, bas) bergeh, bingeh, bihingeh(mesîre), borangeh (cîyê kevokan), civangeh, cîgeh, çargeh (meqamê muzîkê), çêregeh, (malîkxane, çiftlik), dadgeh, dangeh, danîşgeh, darêjgeh, dengeh, dergeh, destegeh (tersxane), dezgeh, dirûngeh, dîtingeh, dûrgeh, êwirgeh (barinak), fêrgeh, firoşgeh, gorîngeh (di perestgehê de ser dihat jêkirin), havîngeh, hêjageh (hedefa askeri), îbadetgeh, îstegeh, îzgeh, jîngeh(ekolojî), kargeh, kevnargeh, kêlangeh, kiblegeh, kungeh, lengergeh (iskele), leşkergeh, lewergeh, lîstikgeh, lîzgeh(ji lîzê), mêrgeh, mêtîngeh, mijûlgeh, nexweşgeh, nêrîngeh(fokos), nimêjgeh, nimînegeh, nivîsgeh (buro), nivîswergeh, pageh(garaj), palgeh (koltuk), pangeh(garaj), pazendgeh, perestgeh, perwerdegeh(talimgeh), peymangeh, pêgeh (rewş), pêşangeh, pirsgeh, pîrozgeh, qedemgeh, qerargeh, rawestgeh, rewangeh, rûniştgeh, rûxistgeh, safgeh (aritma), sazgeh, sefgeh, sergom-geh, seyrangeh, sêgeh(meqamê muzîkê), sêzgeh, strîngeh, şargeh, şergeh, tavgeh, tarawgeh, têşgeh, tomargeh, vehesîngeh, venişgeh(menzîl), wargeh, xwaringeh(mutfak), xwendegeh, yarîgeh(stad yum), zanîngeh, ziyaretgeh... Di wateya cî û war de tê bikaranîn û parkîteke ku cîyê karanîna wê gelek fireh û bi ber e. Kamran Bedirxan di pirûka xwe ya "Rêzimana Kurdî" de, bi hejmara 21 û. bi navê sernivîsa guhêrkerên din yên paşdanî de bi navê "gah" jî parkîtê hejmartiye û ji bo wê jî mînaka "xwende-gah" daye. Bi rastî bi navê "gah" parkîtê bi serê xwe nîne. Ew ne "gah" e "geh" e û mînak jî dibe "xwendegeh."

56. -gele hergele, pergele, sengele, şêrgele... Rewşeke negatîv dide dîyarkirin. 57. -ger bager, banger, bazîger(lîstikvan), bêrgeh (bêrîgeh), cadûger, çavlêger, çayger, dadger (hakim), dager, dermanger(eczaci), dolabger, dozger(savci), efsûnger, gewzeger(sefîh), govend-ger, hesinger, karger, karîger, kirîger (alici), lêkolînger, mertalger, meyger, mêtînger, misoger, neşteger (cerah), pager(devriye), parêzger, peyger, pêger(nesne), rêger, rojnameger, semager, senger, sêlikger(gramafon), sifirger, şanoger, şerbetger, şevger, şevlêger, şîrger, şoreşger, tevger, werger, zêrînger(mucevherci)... Dîsa piraniya gramernivîsên kurdî, dinivîsin ku bi navê "girîn" jî parkîteke kurdî heye û ji bo vê jî mînakên weha didin: "Çixirgerîn, şopgerîn, çavgerîn" û hwd. Ev jî ne rast û durust e. Wek ku xuya ye, ev bêjeyên han bêjeyên hevdudanî ne. Ji bêjeyên "şop" û "gerin" pêkhatine û li derî babeta parkîtan e. Bêjeyeke hevdudanî ye. 58. -gêr bankgêr(bankacî), bingêr, çapgêr, dagêr, makînegêr, mangêr, saloxgêr(istihbaratçi), sergêr, wergêr(çevirmen), werzgêr, xwegêr...

Ev parkît di zaravayê me yê soranî de bêtir tê bi kar anîn. Di van salên dawî de hêdî hêdî dikeve nav zaravayê kurmancî yê nivîskî jî. Di wateya yê/ ya ku dike û digire de tê bikaranîn.

59. -gir/gîr ahengir, amadegîr, alîgir, arşîvgir, avgîr (bataklik, sunger), bacgir(xercgir, tehsîldar), balafirgir (keştiyên ku balafiran digirin), bargir (savunma), bargîr, bergir(ewlekar), bertîlgir, bigir (alici), bonogir, cangîr, cîgir(yedek), cîhangîr, çepgir(solcu), çekgir, çeşnîgir, dadgir(hakîm), dagir, demîngir(alişik), dengir(cîhazê ku deng digire), destgir, destegîr, dewletgîr(devletçî), dilgîr, dîyarîgir, giramgir(hurmetkar), dugir, gulaşgîr, hevgir, girsegir, herêmgir, herîgir, jengir, kefgîr, kewgîr, koçegîr(sîlahşor), kungir, layangir, libgir, masîgir, mayîngir (makînên mayînan), mîratgir, mûçegir (yên ku maaş digirin), la yangir, lexgîr(enerjîk), nangîr, pargir(xwedî hîse), paşgir, pelgir, pergîr, pêjingir(duyarli), pêşgîr, piştgir, pîşkegîr (partîzan), polîçegir, qedirgir, rast-gir (sagci), rexnegir, rêgir, saltgîr(kirdeya aktîv), şîşîgir, şêrgîr, tagir, wergir(alici), wênegir( aletên ku resim digirin), xelatgir, xercgir, xewgîr, xûgir (demîngir), xûgîgir...

Ev parkît ji lêkera "girtin" tê û di zimanê nivîskî de her ku diçe bêtir tê bikaranîn. Di kur-mancî de ev parkît bêtir wek "gir" û di soranî de jî wek "gîr" tê bi kar anîn. 60. -gîn bugîn(nesne), cûgîn (olgu), dengîn, dezgîn (dizgin), dingîn, dîyargîn(sifat), fêrgîn, gulgîn, hevgîn, lezgîn, mizgîn, navgîn, paşgîn pergîn(pêşwazî), pêşgîn, sergîn, şevgîn, şingîn, xwazgîn, xemgîn... Ev parkît, pêve girêdayî, hezkirin û rewşê dide dîyar kirin. 61. -go derewgo, pirgo, qenego, rastgo, xweşgo. "Go", kurtkirina "gotin"ê ye. Bi forma dirêjî jî tê gotin. Wek: Pirgot, rastgot, xweşgot.. 62. -guhêz denguhêz, nûçeguhez(muhabîr), xe- berguhêz(fesad), wêneguhêz... Ji gotina "guhertin," tê û peyvên nûjen çêdike. Di zimanê teknîkê de bêtir tê bikaranîn. 63. -gûn algûn (pembeyê tarî), argûn (ji agir), avgûn (şînê asmanî), pargûn (coya biçûk ku li derdora konê tê kolan), piştgûn (dûr), şîgûn (genimê avî)...

Celadet Bedirxan û Rizgar Baran, parkîta "gûn" wek ' gon bikaranîne. Ev parkîta han di za-ravayê dimilî de jî heye. (Celadet Bedirxan- Roger Lescot Kurtçe Gramerî rûpel 287, Rizgar Baran, Uygulamali Kûrtçe Dersleri- Dersên Kurdî rûpel 332 binêrin.) 64. -heng aheng, çel(h)eng, ferheng, leheng, pêş(h)eng, serheng, şevaheng... Parkîta "heng" wateya spehî, jêhatî û serûberiyê dide bêjeyê. 65 -hev bahev, berhev, binhev, cemhev, gelhev, paşhev, pêşhev, serhev, tevhev, tevlihev, têkilhev. Di wateya kombûn, rêzbûn û zêdebûnê de tê bi karanîn. 66. -hingêv kevkanokhingêv, şûrhingêv (sîlehşor), rimhingêv, tifinghingêv, tîr-hingêv.... Di wateya hoste û lêdanê de tê bikaranîn û ev parkît di zimanê me de gelek kêm e. 67. -ik bendik, birçik, bozik, çavik, çirik, darik, dasik, dilik, jinik, gewrik, gloverik, keçik, kinik, kumik, kurik, lawik, mêrik, pîsik, pirçik, rindik, reşik, sorik, virik, xweşik, zerik...

Di wateya spehî û biçûkbûnê de tê bikaranîn, Selîm Biçûk bi parkîta "ik" re ya "çik" jî nivîsandiye û ji bo vê jî, vê mînakê daye: Rêçik, derçik. Min " derçik" fêm nekir ka mebesta wî çi ye. Lê rêçik ne rast e. Ji ber ku kok "rêç" e û parkît jî "ik" e. (Selîm Biçûk Rêzimanê Kurdî rûpel 68.) Ev parkîteke bi ber û dewlemend de, mirov dikare bi ve parkîtê bi hezaran gotin biafrîne. Ji bo hezkirin, biçûkdîtin, pîskirin belengazî, xizanî, nêzîktî û ciwantiyê tê bikaranîn. 68. -inde gerî(ne)nde, keçinde(ji bo kesî ku keça wî/wê tune be, tê gotin ), korinde, kujinde, kurdinde, mayinde, warinde, za(y)inde.... Parkîta "inde" di wateyên mayîn, tunebûn û girêdayî de tê bikaranîn. 69 -ing aring(nexweşiyeke pez û wateya xwe ji ar digire), awing(şebnem, avî), bersing, bêjing, daring, deling, garing, hevling, hevring, kaşing, kuling, paring, paşing, piling, quling, rejing (çirika avê), reving, rojing(ji rojê tê. yanî pence-re), saring, sering, siping(yemek otu), sizing, soring, şijing(sifnik, melkis), tifîng, ziring, ziving (ji zivistanê tê)... Di wateya wekhev, dişibe hev, nêzîkî hev de tê bikaranîn.

70. -istan Afganistan, Arabistan, Bulgaristan, beristan, bihuşistan, bîyanistan, Çaçanistan, çîrok-istan, çolistan, daristan, dibistan, diristan, dilistan, dojehistan, Ermenistan, germistan, goristan, gulis-tan, guristan(cî û welatê diz û talanê), Gurcis-tan, Halistan(li Kurdistanê herêmek), Hîndistan, îngilistan, kafiristan, karistan, Kazakistan, kewis-tan, Kirgisiztan, Kurdistan, Kuzistan, Loristan, Macaristan, Mogolistan, meyistan(cîyê xwarin û vexwarinê), muristan, Pakistan, qûmistan, rovis-tan(cî û welatê delevêre, dek û dolaban), şaristan, şevistan, şênistan (cîyê şên û xweş), taris-tan, Tacikistan... Partkîta "istan” bi gelemperî ji bo cî û welat tê bi kar anîn, carnan ji bo rewşê jî dibe. Wek "şevistan, meyistan" û "şênistan...." Ev parkît gelek bi berhemdar û kêrhatî ye û her ku diçe di zimanê nivîskî de cîyê xwe digire. 71. -î aramî, Amedî, aştî, avî, bajarî, bankgêrî (bankacilik), başî, bejî, berpirsyarî, bihuştî (cennetî), bindarî, birdî, Dihokî, dojebi, çavî, çêkirî, dîtî, ezîzokî(kubar), girtî, gohtî, gundî, hişmendî, kurdî, laşparêzî(parastina laş, vucudê), Mêrdînî, nezanî, nojdarî(selametî), paşdanî, patî, tawî, serfîrazî, rizgarkirî, şandî (qasid), şarmendî, şaristanî, şewitî, şikestî, talanî, terasî, tolazî, vekirî, Wanî, xerabî, xwînî, xwendî... Parkîta "î" rewş û cîwazbûnê dide dîyarkirin. Ev parkît jî bêhejmar e. Mirov dikare bi alîkariya vê parkîtê bi hezaran bêjeyên nû çêbike. Di derbarê parkîta "î" de, li pirtûka Feqî Huseyn Sagniç "Rêzimanê Kurdî" rûpel 56-57 binêrin, ka çi tevlihevî û şaşî hene. Dîsa Feqî Huseyn parkît ku navê "qertaf' lê kiriye; bêje, bêjeyên hevdudanî û formê neyînî tevlihev kiriye. Li heman pirtûkê rûpel 90 ku bi sernavê "Rengdêrên Hevedudanî" binêrin. Celadet û gelek gramernivîsên kurd, dinivîsin ku bi navê "ahî” parkîtekê heye û ji bo vê jî mînakên wek agahî, bilindahî, kûrahî, dirêjahî, germahî mezinahî û hwd. didin. Ev jî ne rast e. Ji ber ku parkît -"î" ye û dema parkîta "î” tê dawiyê, tîpa "h" dikeve navbera herdu dengdêran. Heger em li van mînakan binêrin, rastî weha ye: "agaî, avaî, bilindaî ne. Dikare di şûna tîpa ”h” de tîpa ”y” jî bikeve navberê. Lê divê mirov ji bîr neke ku hemû parkîtên ”î” ne di heman wateyê de ne. 72. -în agirîn, avîn, axîn, bingehîn, birgîn, bengîn, berfîn, cawîn, darîn, dawîn, derewîn, dilîn, dozîn (içgudu), faraşîn, genimîn, gulîn, gurmîn, hesinîn, jêrîn, jorîn, malîn, keçîn, kevîn, kevirîn, kesîn, kurîn, mizgîn, nalîn, navîn, parîn, paşîn, perçîn, pêşîn, rengîn, rojîn, şermîn, şevîn, tavîn, tevîn, vekolîn, xemlîn, xwemalîn, yarîn, zerîn, zêrîn, zîvîn.... Parkîta "în” bêtir rewş û cî dide dîyarkirin. Bi vê parkîtê mirov dikare gelek bêjeyên nû çêbike. 73. -îne çarîne, kulîne, kurdîne... Tê wateya wek û dişibe wî/wê. Di zaravayên dimilkî û soranî de jî ev parkît heye. 74. -înok gerînok, şaneşînok, xapînok... Di wateyên fen û filbaziyê de tê bikaranîn. 75. -jen arjen, avjen, bajen (perwane), bilûrjen, bûjen (malzeme), devjen, diljen, gotinjen, heste-jen, hirîjen, kemanjen, kevanjen (du wateyê vê gotinê hene: Yek ya ku kevanê pembû dijene û yê duyem jî tîr davêje.), livajen, muzîkjen, nûjen, pembûjen, rojen, tembûrjen, xeberjen, zurnejen... Parkîteke lêkerî ye û ji lêkera "jenîn" çêbûye. 76. jimêr demjitnêr(saet), dilopjimêr(enjek-sîyon), geljimêr(geljimar), katjimêr(bi soranî saet), pirjimêr, yekjimêr..

Ev parkît ji lekera "jimartin" tê. Di kurdiya nûjen de roleke pozîtiv dilîze û her ku diçe bêtir tê bika-ranîn. 77. -kar afirankar, alîkar, amadekar, amojkar (şêwirmend), aşîkar, avakar, berkar(nesne), ber-hevkar, bestekar, bexişkar, bêrêzkar, binekar, bi-zavkar, cirîtkar, canfedakar, cotkar, cudakar, da-wedcar, daxwazkar, destkar, destekar, dirûnkar, dîdarkar, efsûnkar, efûkar, ewlekar, êrîşbaz, êrîşkar, êşkencekar, fedekar, fedîkar, fersendkar, fitnekar, gevizkar, guherînkar, gunehkar, helwestkar, hevtawankar, hevkar, hewezkar, hişimkar, hişmetkar, hîcîzkar, hîlekar, hînkar, hîndekar, hunkar, hurmedcar, îhanetkar, îcatkar, înatkar, îqnekar, îsyankar, îtaetkar, îtîrafkar, koşkar, kedkar, lavekar, mehfiirkar, merdekar, mirzkar, mirêkar, mînetkar, mînekar, navberkar, nivîskar, mêtîngehkar, navenkarj nazkar, nebekar, nebûkar(îtîra£kar), nexmekar, nexjkar, nimînekar, nîvkar, nîvekar(ortak), nîyazkar, parêzkar, perwerdekar, pêjinkar, pêkar, pêşkar, pîşekar, pîşkar(kirde), qebhetkar, qencîkar, rehekar, riyakar, rizgarkar, rozîkar, sarkar, sazkar, sazûmankar, sazişkar, sekar, serkar, (rektor), serfkar(tûketici), sextekar, sînemakar, stemkar, sozkar, şabkar, şakar, şankar, şatafatkar, şenkar, şermîkar, şînazkar, şîretkar, şîwekar, şuxilkar, şûmîkar, tawankar, talankar, te-lebkar, temaşekar, tevkar, tetbîqkar, timakar, tir-skar, vankar, werzişkar xapînkar(xapînok), xilas-kar, xudkar, xwekar(automat), xwendekar (telebe), xizmetkar, wêrankar, zînakar, zulimkar.... Mirov dikare bêje ev parkîteke pîşeyî ye. Yê/ya ku aktîv e û karekî an tiştekî dike. Parkîta "kar" di kurdî de yek ji wan e ku herî zêde tê bikaranîn. Ev di kurdiya kevn û ya nû de jî weha ye. 78. -ker avaker, avjenker, banker (telal), belav-ker, berlêker, bêtirker, biçûker, boyaxker, cûmker, çavlêker(taqlîtçî), çewtîker (bi qabhat), çeyîker, çêker, dagîrker, darêjker, dehker, dengberzker (amplîfîkator), de-rewker, dilreşker, dilxweşker, dirançêker, diranker, dirûnker, diyarker, elektîker, falker, feneker (fenekqurnaz), fîlmçêker, fîşker, germker (radya-tor), gezker, gilîker, guherker, havilker(çareger), helawker, helawçêker, hesinker, hîleker, hînker, hoker, karker, keremker, kêmker, korsker, kurtan-ker, kûzeker, lavaker, lêker, lêbarker(isnad), leşker, losker, meraqker, mesrefker, mezinker, mijoker, mirarker, mîzker, nimêjker, nivişker, paqijker, pareker, parker, parsker, pêdeker, pêjinker (hesas), peyker, pêşker, pirsker, piçûker, pîneker, pîşker, poşeker, qencîker, qiseker, raker, rastker, rawker, rizgarker, rîpoker, sabûnker, sarker, sefar-ker, simker, spîker, sohbetker, solker, şerker, şermker, şiroveker, şîretker, şorker, şuxilker, şûkar, şûmîker, tamîrker, talanker, tevineker, tehdeker, temamker, tewanker, têrker, tinazker, tomarker, virker, wêranker, xerabker, xebatker, xelasker, xêrker, xîjîker, xurtker, yarîker, zarker(teqlîdçî), zêrker, zîvker, zorker, zûreker. Parkîtên "ker" û "kar" gelek nêzîkî hev in. Heta li hinek deveran di şûna "kar" de "ker" û li hinek deverên din jî di şûna "ker" de "kar" bikar tînin. Herdu weha nêzîkî hev in ku carnan mirov nikare bêje kîjan ji wan rast e. Parkîta "ker" jî wek ya "kar" aktîviyê dide dîyarkirin. Parkita "ker" bingehî xwe bêtir ji lêkera "kirin" digire. Yanî ew kesî ku vî an jî wî tiştî dike. Mûrad Ciwan di şûna parkîta "ker" de parkîta "kir" bikaranîye. Rast e ev parkît ji lêkeran "kirin" tê lê bi hezar salan e ku wek "kar" tê bikaranîn û di nav gel de rûniştî ye. Reşo Zîlan gotinên wek "karkir, şuxulkir" û hwd di wateya "bikêrhatî" de bikaraniye. Ez termînolojiya Reşo Zîlan rast û durist dibînim. 79. -kêş afîyonkêş, aramkêş, avkêş(hortum), axînkêş, azabkêş, bakêş (havalandirma), balkêş, barkêş, berkêş, bêrikêş(kurekçi), binkêş, cefakêş, cezakêş, cixarekeş, çaqokêş, darkêş, demkêş, derdkêş, destekêş, destkêş, dênkêş, dilkêş, dozkêş, dûkêş, esrarkêş, eskerkêş, firçekêş, fotokêş, gankêş, govetidkêş, gunahkêş, hevkêş(mûadele), hev-sarkêş, hewakêş(ventîlator), kakêş, karkêş, kêrkêş, kêlindîkêş (tirpanci), kilkêş, kînkêş, kulkêş, makêş, mîxkêş, mîzkeş, neqişkêş (desînator), nexşekêş, nîgarkêş, otokêş, pênûskêş, qayişkêş, qelemkêş, qelûnkêş, pêşkêş, piştîkêş, mistkeş, renekeş, rêkêş, rikêş, serkeş, serinckêş, sivîlkêş, şûrkêş, takêş, wênekêş, xemkêş, xencerkêş, xedceş, xeyalkêş, xîretkêş, xofkêş, xweşkêş, zehmetkêş... Ev parkît ji lêkera "kêşandin" tê. Parkîtên "keş" û "kêş" jî wek yên "gir" û "gîr" li gor herêm û zaravayan tê guhertin. Li hinek herêmên kurmancî "keş" û li binek herêman jî "kêş" dibêjin. Giraniya zimanê nmskî li ser parkîta. "keş" e. 80. -kî Badînkî, badkî, bajarkî, berfiradkî, devkî, dimbilkî, eşîrkî, gundkî, jinkî, kurdkî, Licêkî, mêrkî, mahmûdkî, niviskî, pêxemberkî, qeşmerkî, sorankî, şêtkî, tirkî, Serhedkî... Ev parkît rewş û şibandinê dide dîyatkirin. Parkîteke gelek bi ber û kêrhatî ye. Mirov dikare wê bîne dawiya gelek bêjeyî û bêjeyên nû biafîrîne. Li hinek ciyan di şûna ”-kî de " –kanî” jî bi kartînin. Wek: jinkanî, keçkanî, lawkanî, mêrkanî, pêxemberkanî... Ev parkîta "kanî" di za-ravayê dimilî de jî tê bi karanîn. Dîsa di şûna parkîta " ki” de "carnan parkîta "wari' jî bikartînin. Wek kurdewarî, şêrewarî ûhwd. 81. -koj darkoj, hestîkoj, kundirkoj, nankoj, qûnkoj... Ev parkît ji lêkera "kojandin" tê û ne gelek bi-karhatî ye. Wateyeke wê ya gelek negatîv heye û di zimanê argo de tê bikaranîn. 82. -kok delal(k)ok, jinkok, keçkok, meşkok, reşkok, xweşkok... Parkîta biçûkbûn û xweşikbûnê ye. Mirov dikare bi vê metodê gelek bêjeyên nû çêbike. 83. -kuj agirkuj (îtfaye), birakuj, dengkuj(aletê ku dengê sîlah kêm dike),evînkuj, hişkuj, hevkuj, hêzkuj, jinkuj, karwankuj, komelkuj(qetlîam), kurdkuj, mirovkuj, mêrkûj, mêşkuj, otomobîlkuj, reşekuj, xewnkuj, xwekuj, zarokuj... Ji lêkera "kuştin" tê. Ji bo afrandina bêjeyên nû parkîteke gelek kêrhatî û berhemdar e.

84. -kut bankut, dankut, darkut, goşkut, ling-kut, meykut, mîrkut, pîkut, serkut, sîrkut, şekirkut... Parkîteke lêkerî ye û ji lêkera "kutandin" tê û bêjeyên nû diafirîne. 85. -le pîkole, tirole, zirtole... Ew parkîta han rewşeke negatîv dide dîyar kirin û hewqas ne bikêrhatî ye. 86. -lîn biriqlîn, hê(k)lîn, xwêlîn... Di wateya ku tiştek jê çêdibe, bîhna wî/wê jê tê an jî nêzîkî wî/wê ye de tê bikaranîn. 87. -lor çilor, erdgilor, gilor, kilor, nîverdgilor, pilot, şilor... Di wateyên gilor û. berbat de tê bi karanîn. Zêde bi kar nayê. 88. -mal bermal, destmal, navmal, pêşmal, pêş-temal, sermal, xwemal, yekmal... Di wateyên xwedî û parastinê de tê bikaranîn. Ji gotinên "mal" û "malaştin" çêdibe. 89. -man atîman, deqman, der(d)man, ferman, homan, hewreman, karman, nîştîman, loqman, raman, sazîman, seqman, şadman, şadîman, şazeman, tekman, xoşman, xoşîman, xişman, zûman... Di wateya huner, şeref û hêz de tê bikaranîn. 90. -mend bawermend, behremend, carmend, çîkmend, dadmend, derdimend, dermend, destûr-mend (îmtîyaz sahîbî), dewlemend, eqilmend, ercûmend, ewlemend, gormend, hêjarnend, hişmend, hizirmend, hunermend, karmend, nîyazmend, parmend, parêzmend, pîrozmend, pîşemend, rahijmend (muteşebîs), rûmetmend, sazmend, sermend, sozmend, siyamend, şakirmend, şarmend, şêwirmend, şikomend, şîretmend, taybetmend, tevmend, xoşmend, xwehermend, xweşmend, yekmend, zarmend, zormend, zûmend... Gelek bêjeyên ku bi "mend' diqedin, carnan tîpa "e" û carnan jî tîpa "î" li parkîta "mend' tê barkirin û wê demê li gor rewşa hevokê "'mend' formê " mende” an jî "mendî” digire. Wek: pîroz-mende, sermende an jî taybetmendî, dadmendî, sazmendî, şêwirmendî.. Hinek zimanzan û gra-mernivîsên kurd, parkîtên "mende" û mendî" du parkîtên cuda û serbixwe dibînin, ev ne rast e.

91. -mest bedmest/î, bîhnmest, çavmest, dil-mest, ramanmest, setmest... Di wateya têrbûnê de lê di warê bîrûbawerî, şahî, şademanî û psîkolojîiyê de jî tê bikaranîn. 92. -mêj germêj, hevmêj, kedmêj, marmêj (hekîmê maran, ji xwînmijê tê.), şîrmêj, tozmêj (makîna malpaqijkirinê), xwemêj, xwêdanmêj, xwînmêj... Ev parkîteke lêkerî ye û ji lêkera "mêjandin" tê. Li hinek deveran di şûna parkîta "mêj" de "mij" jî dibêjin. 93. -miz destmiz (ucret), kedmiz ... Parkîta "miz" di wateya xwedî ked û maf de tê bikaranîn. Ev parkît zêde ne bi ber û kêrhatî ye. 94. -mîyan germiyan, hemûyan, memiyan, ser-miyan... Di wateyên xwedî, giştî û rewş diyarkirinê de tê bikaranîn. 95. -nak agirnak, dernak, tirsnak, xeternak... Ev parkît zêde ne bi kêrhatî ye. Di zaravayê dimilî de bêtir tê bikaranîn.

96. -nas bernas, ciwannas, civaknas, çavnas, çeknas, dîroknas, dostnas, dûrnas, feleknas, folk-lornas, gernas, hevalnas, hevenas, komelnas, kurd-nas, kurdînas, mafhas, mêrnas, pirsnasî (termînolojî), qedirşînas, perînas, rênas, rêçenas, rojhilatnas, stêrknas, torenas, wêjenas, xwenas, zi-mannas... Ji lêkera "naskirin" tê. Di wateya zanîn û nas-kirinê de tê bikaranîn. 97. -naz benaz, ciwannaz, dilnaz, gulnaz, hew-naz, nawnaz, pîrnaz, qurnaz, sewlînaz, serûnaz, şanaz, şabinaz, xatûnnaz, xweşnaz, yarnaz... Ev parkît, bêtir di wateyên nazik û kubarbûnê de tên bikaranîn. 98. -ner afirîner, awazdaner, çewsêner, daner, derhêner, guherîner, lêhûrbûner, lêkolîner, payer, pêçer, pêfder, nûçer, nûner, reaksînoner, şaner, weyner, xapîner... Ev parkît bêtir di zaravayê sorani de tê bi kar anîn lê her ku diçe di kurman-ciya niviskî de jî zêde dibe. 99 -nêr dabeşnêr, damezranêr, danêr, çewsînêr, kunêr, nexweşnêr, panêr, pîşknêr, şahêr, tendurîstînêr...

Mirov dikare bêje ku ev parkît ji soranî hatiye nav kurmanciya nivîskî û her ku diçe bêtir tê bi karanîn. Parkîtên "ner” û "nêr" gelek nêzîkî hev in, heta yek in. Li gor zarava û devokan tên guhertin. 100. -nivîs çîroknivîs, destnivîs, dîroknivîs (tarîhçî), notenivîs, rexsernivîs, romannivîs, rojna- menivîs (nivîskarê meqaleyan), sernivîs, rêzsernivîs (paragraf), sernivîs, xweşnivîs (hattat)... Ev parkîta han ji lêkera "nivîsîn" tê û cî û qada wê zêde û berfireh e. 101. -nûs çarenûs, lênûs, masenûs, pênûs, serbûyernûs... Parkîta"nûs" ji soranî derbasî kurmancî bûye. Di kurmancî de "nivîs" e. Hinek nivîskar dixwa-zin di şûna "nûs'a soranî de, "nivîs'a. kurmancî bi karbînin û tînin jî. Wek: pênivîs. Bi dîtina min ev ne rast e. Divê mirov gotina orîjîlan bigire. Him orîjînala wê dimîne û him jî, ji bo yekîtiya ziman pêngaveke pozîtîv e. 102. -o agiro, bajaro, bavo, cîrano, çemo, geneo, doxtoro, gundo, guro, hevalo, kojo, kurmo, mamosteyo, mêşo, mêro, pîso, rêxo, rindo, şahîno, xapo, xwaro, zero, zaroko, zoro...

Ev parkîteke bi ber û kêrhatî ye. Mirov dikare bi vê parkîta han gelek bêjeyên taze biafrîne. Ji bo belengazî, rebenî, biçûkdîtin û biçûkxistinê tê bi-karanîn. Li hinek herêman di şûna parkîta "o" de, parkîta "ko" jî bikartînin. Wek Azadko, rizgarko, aloko, rebenko, perîşanko, belengazko, malxe-ramko... Bi baweriya min "o" ji "ko'ye baştir e hêsantir e û herweha hejmara parkîteke din jî kêm dibe. Mirov dikare bi vî awayî tîpa "o" bîne dawiya gelek navdêran. Parkîta "o" ji bo navdêrên nêr jî tê bikaranîn. Lê di rewşa pirhejmar de parkîta "o" dibe "no." ev hem ji bo zayendên nêr û him jî ji bo ya mê derbas dibe. Di vê babetê de, li parkîta "ê" binêre! Selîm Biçûk û hinek gramernivîsên me dinivîsin ku parkîtek bi navê "iko" an jî "ko" heye, ev jî ne rast e û ji bo wê jî van mînakên didin: baviko, birako, dilbaziko, pêxwasko, reşiko, rindiko, rezîliko, spîko, xortiko, xweşiko, zeriko... Ev jî wek me di parkîta "ê" de dabû dîyarkirin; du parkît li peyhev hatine: "ik" û ”o” bêjeya "reş cara pêşî parkîta "ik" girtiye û bûye "reşik." Piştre carek din parkîta "o" girtiye û vê carê jî bûye "reşiko. (Selîm Biçûk Rêzimanê Kurdî rûpel 69.)

103. -ok avok(matara), axa(y)ok, behcok, bezok, bilqok, bizmok, bihîstok(ahîze), bîhnok, bîtanok, canok, çeqok, çermok, çîvanok, danok, devok, devkenok, fetilok, ferhengok, fortok, gazin(d)ok, gerok, gezok, giriyok, girînok, gulok, hejîrok, hevok, heyranok, hêrsok, kaşok, kenok, keçelok, kesok, laflafok, meyramok, mêjok, mirovok, miz-mizok, naverok, narincok, nivîsok (prînter), payîzok, qehrok, pesnok, revok, rikok, serok, sa-rincok, şemamok, şekirok, tirsok, xapînok, xebe-rok, xişok, xurok, zirto(ne)k, zarok, zengilok ... Biçûkbûn û xweşikbûniyê tînin zimên. 104 -okî çermokî, kevnikokî, peritokî, qirêjokî, reşikokî, şilokî... Ev parkît rewş û cîyabûnê dide dîyarkirin. 105. -ole gêjole, hişkole, keşkole, mêşole, piçikole, pirole, reşole, sembole (bi dimilî navê cureyek bîhokê), şepole(sist, livok), zirtole ... Di vê parkîtê de giraniya soranî heye. 106. -olekî keskolekî, piçkolekî, reşolekî, spîçol (e)kî, şînolekî... Ev parkît bi piranî û giranî bi soranî ye. Rewşeke ne zelal dide dîyarkirin.

107 -one parone Min nikarîbû çend nimûneyên din jî ji parkîta "one" re bibînim. I08. -onek bizdonek, fetlonek, geronek, paro-nek, şermonek, tirsonek, zirtonek... Li gor hinek herêm, devok û zaravayan parkîtên "ole" û "onek" cî diguhêrin an jî herdu-yan jî bi kar tînin. Wek nimûne him zirtonek û him jî zirtole dibêjin. I09. -oş beroş, îboş, keloş, kinoş, meloş, minoş, mihoş, peroş... Parkîta "oş" di du wateyên cuda yên dijberên hev de tê bi karanîn: a) biçûkxistin û bizarkirinê de b) xweşik û ciwaniyê de. 110. -ox ajotox, çêkirox, firotox, gotox, kirox, kuştox, şîretkirox, vegirtox... Ji zaravayê dimilî derbasî kurmancî bûye. Mirov him di kovara Hawar û him jî di berhemên Cigerxwîn de rastî vê parkîtê tê. Li herêma Licê kurmanc di axaftina xwe ya rojane de bi kar tînin...

111. -parêz agirparêz, bajêrparêz, dînparêz, gelparêz, gundparêz, hevşehrîparêz, herêmparêz, koiriarparêz (cumhuriyetçi), malbatparêz, mezheparêz, nanparêz, olparêz, perçeparêz, tawizparêz, xweparêz, welatparêz, xaçparêz, zimanparêz... Ev parkît ji lêkera "parastin" tê û wateyeke xweş û pozîtîv dide bêjeyê. Bi piranî û giranî ji hezkirin û baweriyê tê. 112. -perest agirperest, aştîperest, axperest, bajarperest, Bedirxanperest, dahatûperest, deverperest, diravperest, eşîretperest, gelperest, herêmperest, gundperest, kurdperest, kevneperest, komarperest, malperst, namûsperest, neteweperest, pûlperest, nîştîmanperest, nîjadperest, olperest, perçeperest, regezperest, şehweperest, şerperest, şrwatperest, tixûbperest, welatperest, xweperest, xweşikperest... Parkîtên "parêz" û "perest" ji heman lêkerî tên lê wateyên wan ne yek in. Perest ji parastinê teng-tir û tûntir e. Di perestiyê de wateya fanatîkî tê de heye. Wek nimûne, "welatparêz" pêşverû ye û "neteweperest" paşverû ye ji ber ku yên netewepe-rest gel û neteweyên din biçûk dibînin. Wateyên parkîtên "parêz û "perwer" jî nêzîkî hev in.

113 -perwer asayîşperwer, niştîmanperwer, gelperwer, îlmperwer, kurdperwer, mirovperwer, we-latperwer, xweristperwer, zanistperwer... Di wateya hezkirinê tê bikaranîn. 114. -pêj aşpêj, gotinpêj, nanpêj, rûnpêj, kulorpêj, xwarinpêj... Parkîta "pêj" ji lêkera "pijandin" tê. Selîm Biçûk him parkîta "pêj û him jî ya "pi/ bi kar anîye. Yanî wî du parkîtên cuda pejirandiye. Ji parkîta "pêj mînakên "xwarinpêj û "nanpêj daye û ji bo ya "pij jî "nanpij daye. Halbû ku "pêj û "pij' devok in û rastî jî "pêj' e. Weha dîyar e ku Selîm Biçûk bi lez û bez pirtûka xwe nivîsiye û daye çapê. Wî bi parkîta "van" dest pêkiriye û bi ya "e" dawî lê aniye. Parkîtên Biçûk gelek seyr in. Wek mînak, mirov nikare di pirtûka S. Biçûk de rastî parkîtên"geh" û "istan" bê. (Selîm Biçûk Rêzimanê Kurdî rûpel: 68-69 û 89-91.) 115. -revîn balrevîn, derdrevîn, dilrevîn, çav-revîn, çûkrevîn, hevrevîn, hişrevîn, jinrevîn, keçrevîn, kesrevîn, keserrevîn, kulrevîn, mirov-revîn, ramanrevîn, rojrevîn, salrevîn, şevrevîn, tirs-revîn, xeyalrevîn, xemrevîn, xewrevîn, zarok revîn...

Parkîta "revîn" ji navê xwe jî dîyar e ku ji lêkera "revîn tê. Di wateyên revîn, wendabûn û xemgîniyê de tê bikaranîn. Parkîteke bi berhem-dar û kêrhatî ye. Il6. -rêj avrêj(avdestxane-tuwalet), biverêj, çavrêj, hesinrêj, hişrêj, kedrêj, ronîrêj, rondikrêj, hêstirrêj, kulrêj, xwêdanrêj, xwînrêj ... Li hinek deveran di şûna parkîta "rêj" de "rij" jî dibêjin. Ev ji lêkera "rêjandin" çêdibe. 117. -ris dolabris, herîris, hevrîşimris, pembûris, teşîris... Ji lêkera "ristin" pêk tê û zêde ne kêrhatî ye. 118. -saz aşsaz, barsaz, berçavksaz, çeksaz, der-mansaz, diransaz, hebûnsazî, hestesaz, hevoksaz, karsaz (patron), komelsaz, otomobîlsaz, pîşesaz, plansaz, radyosaz, saetsaz, şêrînsaz, telefonsaz, tifengsaz, tîrsaz, xurdesaz… Parkîta "saz" bi piranî ji bo çêkirin û li darxistinê tê bikaranîn. 119. –şo destşo, cilşo, firaqşo, kineşo, lingşo, mirîşo, serşo... Parkîtek e ku ji lêkera "şûştin" çêdibe û mirov dikare bi vê parkîtê gelek bêjeyên nû biafirîne.

120. -şor gotinşor, qelemşor, sîlahşor, tirşor... Di wateya hunermendî û hêzekî mezin de tê bikaranîn. 121. -teraş darteraş, heykelteraş, kevirteraş, neynûkteraş, peykerteraş, pênûsteraş, qelemteraş, sengteraş, serteraş, simteraş... Parkîteke lêkerî ye û ji lêkera "teraşkirin" tê. Di wateya jêkirin de ye û zêde bi kêrhatî ye. 122. -tir baştir, bezatir, bihatir, bilintir, bizdonektir, çaktir, dûrtir, erzantir, germtir, girantir, hêsantir, hişktir, kûrtir, mezintir, paşketîtir, pîstir, qeşmertir, reştir, rezîltir, rovîtir, sartir, spîtir, şîrîntir, tirsonektir, tirştir, tûjtir, zelaltir... Parkîteke berhevdudanî ye û di pileya duyem de tê bikaranîn. Parkîteke gelek bi ber û dewle-mend e û di zimanê devkî û nivîskî yê rojane de gelek tê bikaranîn. Bi gelemperî tê paş bêjeyên rengdêr. Dîsa hinek gramernivîs dinivîsin ku bi navê "tirin" ji parkîtekê heye û mînakên wan jî weha ne: Baştirîn, bezatirîn, bi-lintirîn, erzantirîn.... Ev jî ne bi serê xwe parkîtek e, du parkît in. Pêşî parkîta "în" tê û piştre jî ya "tir" tê û dibin "tirîn." Parkîta "tir" latîv" û ya "tirîn" jî dibe su-perlatîv.

123. -tî balafirvantî, bavtî, biratî, dijmintî, gavantî, gundîtî, hemwelatî, katîtî, kerîtî, malbatî, nezantî, pîrîtî, şivantî, şofertî, zanatî... Parkîteke rengdêrî ye û rewşê dide dîyarkirin. 124. -ûd şerûd Gotina "şerûd" bi kurdî ye û ne bi erebî ye lê gotinên wek bixûd, xesûd xwerû bi erebî ne û têkiliya wan gotina bi parkîta " ûd” re nîn e. 125. -van agirkujvan, ajovan, aşvan, axaftvan, bajarvan, balafirvan, baxvan, bazevan, baqûrvan, berevan(parastin), berdêlvan, bervan(mudafî), bernamevan, berxvan, bexçevan, bezvan, berrîvan, bêdervan, bêrîvan, bihîstevan, bilûrvan, bivirvan, cerdevan(çete), cirîtvan, cîjivan(qerargeh), çalakvan, çandevan, çirikvan, çîrokvan, dadvan, dafikvan, darvan, dergevan, deryavan, deholvan, destvan, deştvan, dilvan, dilovan, dîdevan, dîlokvan, êzingvan, gavan, gazîvan, geştevan, gilîvan, giyavan, golikvan, gorevan, guzvan, hel-bestvan, hozanvan, kelekvan, keştîvan, konevan, kevokvan, kulovan, leqatvan, lêgerînvan, lîstikvan, lîzvan, maratonvan, malovan, masîvan, mazîvan, mazûvan, mehdervan, melevan, meşvan, mêşevan, mihrîvan, natorvan, negirvan, nêçîrvan, nêrevan (çavdêr), nijdevan, niqovan, nivîsvan(katip), no-torvan(gardiyan), nûçevan, paçvan, partîvan, pay-tonvan, pasvan, parêzvan, paşvan, pavan, pembûvan, pêçvan, pêkevan, pêrgevan, pêşbirkevan, pêşwazîvan, piştîvan, qetilvan( de-metvan), rezvan, ristevan, rojvan, rojnamevan, rûniştevan, satorvan, serdevan, seydvan, sînorvan, sîwanvan, sîwaxvan, sîyasetvan, sportvan, stran-van, şanovan, şehrevan(medenî), şeqlevan, şervan, şoreşvan, şivan, şîretvan, şîrvan, şûrvan, tankvan, tembûrvan, tirşikvan, tolikvan, torvan(yê ku bi torê masî digire), torevan(edîb, gelenekçi), werzişvan(sportvan), wêjevan (edebiyatçi), xame-van, xanvan, xwendevan(okuyucu), zêrevan, zir-nevan, zirtikvan, ziyaretvan, zorevan(yarişmaci), zozanvan... Parkîteke gelek berfîreh, bi ber û kêrhatî ye. Parkîteke pîşeyî ya aktîv e. Li gor herêm û devo-kan carnan parkîta "van”, ”wan”, ”ger”, ”ker" û "gir" tê hevlihev kirin. Pêwîst e ku mirov di vî warî de baldar be. I26. –Vî kevî, kovî, gakovî, pezkovî, tavî, tovî... Parkîta "vî" ne weha parkîteke bi berdar û kêrhatî ye. Di wateya ji wê/wî an jî dişibe de tê bikaranîn.

Li hinek herêman, di şûna gotina "kovî” de "kûvî” jî dibêjin lê ev ne rast e. Ji ber ku di kur-diya kevn de, ji çiya re "ko" tê gotin. Di zaravayê me yê dimilkî de îro jî, ji çiya re "ko" dibêjin. "Kovî” jî tê wateya çiyayî. I27. -wan ajwan, bax(e)wan, berwan, bende-wan, bêjewan, dadwan, darewan, deştewan, dîwan, jîlwan, karwan, mişwan(tore), noşîrwan, pawan, pasewan, pêhlîwan, pêwan, rewan, rêwan, rojwan, sîlewan, sîwan, şarewan, şaxewan, şehderwan, şerewan, şêrwan, xalwan... Di zaravayê soranî de parkîta "wan" bêtir tê bi karanîn. Ji ber ku soran di şûna tîpa "v" de ya "w" bikartînin. Parkîtên "van" û "wan" hema hema yek in, herdu jî di heman wateyî de tên bikaranîn. 128. -War bendewar, bextewar, cîwar, jîndewar, mehwar, sûdewar(bi kêrhatî), şûnewar, tilwar (tirpan), umîdwar, xwendewar... "Van" û "wan" herdu jî parkîtên aktîvbûnê ne lê "war" pasîv e û hêvîdariyê dipê û carnan ew parkîta cî û mekan e jî. Mûrad Ciwan di şûna parkîtên "war" û " wer' de "ewar" û "ewer" nivîsandiye. Lê ne rast e. Wek mînak, dema mirov analîza bêjeya "bendewar bike; kok ne "bend” e, " bende" ye û parkît jî "war" e. Mûrad Ciwan di pirtûka xwe ya bi navê "Turkçe Açiklamali Kurtçe Dilbilgisi" de, 56 parkît nivîsiye. Him jî di nav wan de yên gelek bi berhemdar û kêrhatî hene ku qet behsa wan neki-riye. Wek: "an, çîn, çe, dan, dan(k), de, der, dêr, e, ende, er, ê, êr, gaz, gêr, gîn, gûn, guhêz, heng, hingêv, inde, ing, istan, ker, lor, mest, nas, naz, ner, nêr, o, ox, parêz, perest, perwer, saz, xan, xane..." Lê Mûrad Ciwan di warê çêkirina parkîtên lêkerî de formileke hêja dîtiye: Koka lêkeran a dema niha û ya borî. Ji bo dema niha: avêj, bêj,, kuj, mêj, ji bo ya borî jî: rastgo, xebatkir, karkir. I29. -wer azwer(bi îhtîras), bîrewer, bext (e)wer, bûnewer, cengawer, dilawer(cesûr), jînawer, kamwer(muvafakiyet), karwer(meşgul), mêrge wer, munewer, navewer, pêşwer, pîlewer (tenekecî), pîşewer, pîrozwer, rêzanwer, rûmetwer, serwer, şermwer, tarîperwer... Parkîta "wer" ji aliyê wate ve gelek berfireh e: carnan di şûna parkîtên "kar, van, bîr" û "ger" de jî tê bikaranîn. Di zaravayê soranî de bêtir tê bika-ranîn lê di kurmanciya nivîskî de jî îro ev parkît her ku diçe bêtir dibe.

130. -wî bawî, cêwî, efsanewî, kawî, rêwî, sêwî, tawî... Ev parkîta han rewşê dide dîyar kirin û tê dawiya bêjeyên ku bi tîpên dengdêr diqedîn. 131 -xan Bedirxan, canxan, ciwanxan, çiraxan, dûxan, entîkexan, kulxan, Mehmedxan, Saroxan, Seyîdxan, Şerefxan, şeşxan, têlîxan, werxan, xweşxan, yezdaxan, yezdîxan.... Parkîta "xan" di wateyên cî, war, malbat, xa-nedan û xanî de tê bikaranîn. 132. -xane aşxane, avdestxane, avjenxane (havuz), avrêjxane, bacxane, balyozxane, barxane, barûtxane, bendîxane, benzînxane, betalxane, bîraxane, çapxane, çayxane, dermanxane, dîwanxane, elektrîkxane, fêrxane, girtîxane, karxa-ne, kerxane, leşkerxane, lîstikxane, malîkxane, meyxane, mêvanxane, nexweşxane, pêjxane, polax-ane, polîsxane, postaxane, pûtxane, qehwexane, qehpexane, qûşxane, rasatxane, ragirtîxane, riswax-ane, serbazxane, sêwîxane, şeşxane, tamîrxane, ti-ralxane, tîmarxane, şîrexane, starxane, tersxane, xweşxane, zarokxane, zirtxane... Ev parkîta kurdî ji bo cî, xanî û avahî tê bikar-anîn û gelek fireh û dewlemend e.

133. -xwar bertîlxwar, ereqxwar, gûxwar, hel-alxwar, heramxwar, jehrxwar, kedxwar, kertûl-xwar, kerîxwar, keserxwar, kulxwar, malxwar, malsêwîxwar, meyxwar, mîratxwar, mûçexwar, parîxwar, stûxwar, şîrxwar, tirşikxwar, xûgîxwar, xwînxwar, xemxwar, ziqûmxwar... Ji lêkera xwarinê tê û vexwarin û wek xwarin tê bikaranîn. Nabêjin meyvenexwar, ereqvenex-war, dibêjin meyxwar û ereqxwar. 134. -xwaz aştîxwaz, azadîxwaz, baştîxwaz, dahatûxwaz, dadxwaz, daxwaz, dilxwaz, hevalx-waz, jinxwaz, mafxwaz, qencîxwaz, şerxwaz, xcrxwaz, xêrnexwaz.... Ev parkît ji lêkera "xwestin" tê û gelek ber-hemdar û kêrhatî ye. 135. -yar bextiyar, berpirsiyar, bihîstyar, biryar, dadyar, diyar, cotyar, endezyar, geştyar (turîst), hestyar, hişyar, jîyar, kewyar, kiryar (tiştên ku dike an jî kirîye), kirîyar (abone, muşterî), nasyar, nûsîyar, peyar(peya), pirsyar, pîyar (rehim), ratnyar, rêzîyar, rojyar, salyar, şalyar (wezîr), şandiyar, şehneyar, zanyar... Parkîteke nûjen, kêrhatî û bi ber e. Di kurdiya nûjen de her ku diçe bêtir tê bikaranîn. Mirov dikare bêje ku bêtir di soranî de tê biaranîn lê di van 20 salên dawî de her ku diçe di kurmacî de jî ciyê xwe digire. Wateyên wezîfe, bîrûbawerî, ked û zanistiyê didin. Çendek ji gramernivîsên kurdî parkîta "îyar" jî bi serê xwe digirin û bikartînin. Mînaka wan jî, bi tenê " bextîyar" e. Ne "-îyar" e, "-yar" e. Koka bêjeya bextiyar, " bext e lê ji ber ku sê tîpên dengdêr tên ba hevdu tîpa "î" dikeve navberê. 136. –za biraza, gumanza, hevalza, mêza(femînîn), mamza, mîrza, neftza(kana petrolê), nêrza, nûza, rasteza, şehreza, xweza... Wateyên zêdebûn, kubarî û zanînê dide. 137. -zan bazarzan(ekonomist), borîzan, cîzan, danezan, dengzan, dîrokzan, dubarezan, dûzan, fêlzan, henekzan, hiqûqzan, hîlezan, hurmetzan, jêzan(pispor), îslamzan, karzan, kevnezan, korîzan, (kêm eqil, tew tewe), kurdîzan, lafezan, makînezan, mêjûzan, niktezan, nirxzan, nûzan, pêçezan(îzcî), pêşekzan, pêzan, qanûnzan, qedir-zan, qîmetzan, rêzan, rojhilatzan, şerzan, şêrzan, şerîetzan, şopezan, şûrzan, tarîhzan, warzan, werzan, xisîstiyanzan, xwezan, zimanzan, zemînzan...

Ev paşkît ji lêkera "zanîn" pêk tê. Li ser zanîn û zanistiyê ye û war û qada karanîna wê berfireh e. 138. -zar çîmenzar, dengzar, dilzar, gulzar, gulîzar, lalezar, şermezar, tengezar, xweşzar... Ev parkît di wateyên perîşanî, bêkesî, berxwe-ketin, dilxweş û dev liken de tê bikaranîn.


Balkêşî û jêrenotek[biguherîne]

Wek pêşkîtan, çend parkîtên ku ne bi kurdî ne lê di kurdî de tên bikaranîn jî hene. Hinek ji wan ji zimanên cîranên me û hinek jî ji zimanên din ketine nav zimanê me. Ji wan çend nimûne. -zade begzade, perîzade, şahzade... -ewî efsanewî, asmanewî.. -medar sîyasetmedar... Ev hersê parkît ji farisî ketîne nav zimanê kurdî. Zêde nayên bikaranîn. Herweha çend parkîtên din jî hene ku me ji farisî wergirtine û di zimanê rojane de bikartînin. Celadet Bedirxan û Roger Lescot di gramera xwe ya kurmancî de parkîtên wek: "ban, asî, niwaz, îtik, îvk, oyî, vanî, dok" û hwd, jî bikar anîne. Çendek ji wan şaş û ne durust in û çendek jî îro di zimanê axaftin û nivîsandinê de cî nagirin. Ji yên şaş û çewt yek jê parkîta ban û ya din jî "vanî" ye. Celadet Bedirxan û Roger Lescot ji bo parkîta "ban du mînak dane wek : pasban û derge-ban. Halbû ku parkîta van herdu bêjeyan "van" e . Pasvan û dergehvan. Parkîtên wek "asî, îtik, îvsk" û hwd. Celadet Bedirxan bi xwe di wê demê de nikaribûye ji wan parkîtan re nimûne bibîne. Parkîtên weha dibe ku di demeke dûr û dirêj de wenda bibin. -îst faşîst, humanîst, împeryalîst, kolonîyalîst, kapîtalîst, komunîst, kemalîst, sosyalîst.... Ev parkît ji zimanê ewropî hatiye û ketiye nav kurdiya rojane. -çî boyaxçî, devecî, qehwecî.... Celadet Bedirxan, Qanadê Kurdo û Rizgar Baran di pirtûkên xwe yên gramerî de parkîta "cî" an jî "çî" wek ya kurdî bi kar anîne. Ev ne rast e, "çî" parkîteke tirkî ye û ketiye nav axaftina devkî ya kurdî. Di vê mijarê de, li pirtûka Celadet Be-dirxan & Roger Lescot Kûrtçe Grameri rûpel 291 û ya Baran Rizgar ya "Uygulamali Kurtçe Dersle-ri-Dersên Kurdî" rûpel 331^ binêre!