Pêşkît û Parkît: 1. Pêşkît

Ji Wikibooksê

Pêşkît tê pêş peyvê û pêkve tê nivîsîn. Bi alîkariya pêşkîtê peyveke nû tê afirandin. Bi vî awayî hejmara peyvan zêde, naverok û wateyên wan dewlemend, xutir û rengîn dibin.


1. ba-[biguhêre]

babidest, babilîsok, baçermek, badan, bafi- roke, bager, bakêş, bakur, baperik, bapêç, bapêş, bapêketî, bapîvan, bapûk, basûr, başûr, baweşîn, bawişk, bazin...

Di wateyên ji hevbûn, tesîr lêkirin, pekandinê de tê bikaranîn.


2. ber-[biguhêre]

berav, beravêtî, berba, berbajar, berban, berbang, berbanî, berbejn, berber, berberî, berbe- rojik, berbext, berbelav, berbiçav, berbihev, berbûk, berçavk, berçem, berdar, berdest, berdes- thilatdar (muxalefet), berdevk, berdêl, berdêlî, berdil, berdilik, berendam, berêvar, berfîreh, bergeh, bergerî, bergirî, berhem, berhemdarî, berhev, berhevdan, berhevkirin, berhevok, berhe- wa, bergirtin, berjêr, berjewend, berjewendî, berkanî, berkel, berketî, berketin, berkeş, berkêşan, berkeşok, berkêr, berkurk, berlêker,

bermal, bermalî, bermayî, bermêj, bermilk, berna-me, bernamzet, bernas, bernav, berpeyî, berpêş, berpêşkirin, berpirsîyar, berrûmet, bersêl, bersing, bersingande, bersiv, bersûc, bertêrker, bervajî, ber-vale, berwar, berxwirênî, berxistî...

Pêşkîteyeke hokerî ye, gelek berfireh, berhem-dar û kêrhatî ye. Di kurdiya nivîskî de roleke mezin û gifîng dilîze û her ku diçe bi vê pêşkîteyê gelek bêjeyên nû û taze tên afirandin.


3. bê-[biguhêre]

bêalfabe, bêaramî, bêarî, bêav, bêbav, bêbextî, bêçek, bêdê, bêdengî, bêexlaq, bêgav (bêçare), bêhêl, bêjin, bêkar, bêkes, bêkêr, bêmal, bênamûs, bênîştîman, bêpar, bêpayan, bêpirtûk, bêpere, bêrê bêrûmet, bêrojname, bêserûpa, bêşeref, bêxanî, bêxwedî, bêzarok Pêşkîta "bê" bi xwe negasiyon e. Ew tê pêş peyvê û wateya neyînî dide peyva nû.


4. bi-[biguhêre]

biber, bibe, bicî, biçe, bidestkirî, bihatin, bijîşk, bikêrhatî, bimêzîne, binivîse, birengîne, biser, biserketin, bixwe, bizelqîne, birêz....

Pêşkîta "bi" tê pêş lêkerê û formên bilanî û fermanî dide peyva nû.

Hinek nivîskarên kurd "bi" ya daçek wek pêşkît dihesibînin; ev ne rast e, ji bo ne pêşkît e,

ew daçek e lê dikare bibe pêşkît jî. Di zimanê Hînd-ewropî de pêşkît û parkît bi bêjeyê ve tên nivîsîn lê daçek bi serê xwe tên nivîsîn. Wek bi bav, bi ber, bi rûmet, bi bext, bi xêr...


5. bin-[biguhêre]

binav, binbar, bindest, bindestî, bincil, bincame (durû), binçav, binçeng, bingeh, binguh, binkiras, binling, binmal, binpalas, binpî, binpêkirin, binpoz, binsazî, binsimêl, binyat, bin-ziman, binzik...

Pêşkîteke hokerî ye û bêtir di wateyên dizî, veşartin, girtin, zexelî û esas de tê bikaranîn.


6. da-[biguhêre]

dabestin, dabeş, dabezîn, daberizîn, dabi-nartin, dabiristin, dadan, daçek, daçikandin, daçikiyan, daeliqandin, dageriyan, dagerandin, da-girtin, dagirtî, dagîr, dahatin, dahatû, dahatû-perest, dahatûxwaz, dahatûxwazî, dahênan (yarat-ma), dahêner, dahilandin, dahiştin, daketin, dakêşîn, dakişîyan, dakişandin, dakutandin, dali-qandin, damezrandin, damezrandêr, danezan, danivîsandin, daniştin, danîn, danêr, daqurtandin, dapar, dapelandin (damlatma), dapêçîn, darêjan din (form), darêjtin (derlemek), darêjker (derleyi-ci), darêjnivîs (derleme), darizandin, datanî, daves-tin, dawestin, dawerivandin, daweşandin, daxistin,

daxuyanî, daxwaz, daxwazname...

Pêşkîta "da" tê pêş peyvê û wateyên nizim, veger û daketinê dide peyvê.


7. der-[biguhêre]

Du mehneyên wê hene:

1:Pêşkîteke lêkerî ye û ji lêkera "derketin" çêdibe, tê pêş bêjeyê û wateyeke nû peyda dike.

deranîn, derbûn, derçûn, derketin. , , derxistin, derxûn...


2:Mehneya "tê de" dide peyvê.Herwekî:

Derpê(Ango ê di piyan de,ê di nav lingan de),derpêş(Ê di pêş de),derhal(ê di hal/rewşê de,ango di vê rewşê de,di cih de,heman),dergûş(ê di gûşê/hembêzê de,bebek),derheq(di heqê(yekî)de

8. di-[biguhêre]

dibe, diçe, digerîne, dikare, dileqîne, dinivîse, direngîne, dişibe, dixwe, dizane...

Pêşkîta "di" tê pêş lêkere û formê derna niha û fireh dide lêkerê. Ev pêşkîteke gelek kêrhatî û bi ber e, di zimanê nivîskî de roleke mezin dilîze.


9. dij-[biguhêre]

dijber, dijhev, dijmin, dijmintî, dijmîn (çêr), dijûn, dijraber, dijwar.... Ev pêşkîteya han wateya berxwedan, reqabet û muxalefetê dide.


10. dû-[biguhêre]

dûajo, dûmahîk, dûxan, dûzan... Di wateya berdewamiyê de ye.


11. hem-[biguhêre]

hembajarî, hember, hembêz, hemdem, hemdemî, hemkar, hempa, hemsale, hemwelatî....

Li hinek deveran "him" û li hinek deveran jî "hem" tê gotin.


12. her-[biguhêre]

heraftin, herbilîn, herbijî, herçend, herçiqas, herdem,herroj,hergav,hertim, herweha...

Di wateya berdewamiyê de ye û gelek ne bi-karhatî ye.

13. hev-[biguhêre]

hevbajar, hevbend, hevber, hevbeş, hev-buha, hevcivan, hevcure, hevçerx, hevdem, hev-deng, hevdil, hevdîtin, hevdu, hevgel, hevgirêdan, hevgirtin, hevgîn, hevjîn, hevkar, hevkêşe, hevmal, heval, hevnasî, hevpa, hevpar, hevpîşe, hevpey-man, hevpeyvîn, hevok, hevrê, hevreng, hevring, hevta, hevrû, hevsal, hevsar, hevpeyvîn...

Pêşkîta "hev" wateya yekbûn û yekîtiyê dide.


14. hil-[biguhêre]

hilanîn, hilawistin, hilavêtin, hilberîn, hilbestin, hilbezîyan, hilbezandin, hilbijartin, hilbijêr, hilbirîn, hilbûn, hilçinîn, hildan, hilfîran-din, hilgirtin, hilketin, hilkêş, hilkişandin, hilkişîyan, hilkirin, hilpekîyan,hilgavtin, hilperkîn, hilpu-fandin, hilqetîn, hilqetandin, hilweşîyan, hilwe şandin, hilxistin...

Pêşkîta "hil" tê pêş peyvê û wateyên bi-lindbûn, rakirin û rabûne dide peyvê.

15. î-[biguhêre]

îca, îro, îsal, îsot, îşev..

Pêşkîta "î" dema fê pêş peyvê, peyva rengdêra îşarkî pêk tê. Pêşkîta "î" wateya niha dide bêjeyê lê zêde ne kêrhatî ye. Mirov nikare jê re çend nimûneyên din jî bibîne.


16. jê-[biguhêre]

jêbir, jêbirîn, jêbûn, jêçûn, jêdarxistin, jêderk, jêderxistin, jêgerîn, jêgirtî, jêgirtin, jêhat, jêhatî, jêhatin, jêket, jêketin, jêkêm, jêkêmkirin, jêlî, jênager, jêqulkirin, jêtijî (kabîlîyet), jêxistin...

pêşkîta "jê" tê pêş peyvê û form û wezîfeyên hêzbûn, zêdebûn, kêmbûnê dide peyvê.


17. lê-[biguhêre]

lêanîn, lêburîn, lêbûn, lêçûn, lêdan, lêgerîn, lêgirtin, lêguncîn, lêhatî, lêhatin, lêhûrbûn, lêker, lêketin, lêkirin, lêkom, lêkolîn, lêkûrbûn, lêmêzekirin, lêniştin, lênêrîn, lêpêçan, lêpirsîn, lêsiwarkirin, lêsorbûn, lêsorkirin, lêşikandin, lêşibandin, lêvegerîn, lêxistin, lêzivirandin...

Ev pêşkît kurtkirina cînavên wî/wê û hinek navdêran in û bi lêkerê ve tên nivîsîn. Wateyeke nû dide peyvê û wê diguncî ne. Pêşkîteke bi berdar ûkêrhatîye.


l8. li-[biguhêre]

likar, lirê, livegerê, liçûyînê, libûyînê, liki-rinê, lipê, lizanabûnê...

Daçeka "li" bûye pêşkîte. Pêşkîta "li” tê pêş peyvê û wateyên cî, girêdan û têkilbûnê dide dîyar kirin.


19. lihev-[biguhêre]

lihevbûn, lihevçûn, lihevdan, lihev hatin, lihevketin, lihevkirin, lihevxistin...

Bêjeyên ku ji vê pêşkîtê çêdibin, wateyên (£kilî û rewşê didin dîyarkirin.


20. ma-[biguhêre]

ma(a)lîne, ma(a)xife, majo, ma(a)lêse, ma(a)vêje...

Pêşkîta "W” tê pêş lêkerên ku bi tîpa a destpêdikin û dema fireh û niha û forma fermanî bikartînin.


21. me-[biguhêre]

meke, meçe, mexwe, mere, menivîse, mebêje, meşo, meyîn ...

Pêşkîta "me" tê pêş lêkerên dema niha û fireh ku formê fermanî û neyînî digirin. Di şûna pêşkîta "me” de, ya "ne" jî tê bikaranîn.

22. na-[biguhêre]

nabe, naçe, nake, nakokî, nalebar, namerd, naşêm, naşîn, naşêrîn, naxwaze, naxwe...

Parkîta "na" negasiyona dema fireh e û bi vê pêşkîtê bêjeyên neyînî tên çêkirin.

23.nav-[biguhêre]

navber, navçar, navçe, navda, navdeng, navder, navderketî, navdewletî, navgundî, navmalî, navnetewî, navik, navkêl, navmal, navmalî, navmil, navling, navran, navser, nav-teng...

Pêşkîteke hokerî ye, tê pêş peyvê û wateyeke nû dide wê. Pêşkîteke bi berhemdar û kêrhatî ye.


24. ne-[biguhêre]

nebanok, neberd (aza), nebez (bêtirs), necamêr, necamêrî, neçar, neçarî, nedervazî, nedîyar, neguharbar, negehîştî, nehênî, nejê, nejin, nekes, nelê, netna, neman, nemir, nemerd, nemêr, nelê (uymaz), nenas, nepandin, nependî, neprogramkirî, neqencî, nerast, nerasteder, nerind, neroz, nesax, nesazî, neşûştî, nexwarbar, nexweş, neyar, neyînî, nezan, nezanî..

"Ne" bi serê xwe negasîyon e, bi bêjeyê ve tê nivîsîn û bêjeyeke nû çêdike.

25. ni-[biguhêre]

nikar, nikarî, nikarok, nikirîn, nikare, nişê, nizane...

"Bê, me, na, ne" û "ni" negasiyon in. Dema ji yek ji van negasiyon bê pêş peyvê û bi peyvê ve were nivîsîn, wê demê wezîfeyê pêşkîtê bi cî tînin û wateyeke din didin peyvê. Di nav pêşkîtên Cela-det Bedirxan de bi tenê negasîyona "bê" heye. "Me, na, ne” û "ni" tune ne. Mûrad Ciwan van hemû negasîyonan wek pêşkîte bikaranîye û ev rast û duristir e. Ewropî jî li gor hevokê negasîyonan wek pêşkîte bikartînin.


26. nîv-[biguhêre]

nîvçe, nîvekar, nîvekarî, nîvekîr (qebe), nîverê, nîvkurd, nîvkurd û nîvtirk, nîvmirov, nîvro...

Pêşkîteyekî hokerî ye, rewş û taybetiyê dide dîyarkirin.

27. par-[biguhêre]

parçe, parkît, parsû, parzemîn, parzûn.

Pêşkîta "par" du wateyên wê hene: yek di wateya "paş" de û ya duyem jî di wateya "parkirin" de ye.

28. paş-[biguhêre]

paşber, paşdanî, paşgotin, paşketî, paşling, paşmayîn, paşmêr, paşnav, paşroj, paşeroj, paşîv, paşlêker, paşveçûn, paşvekişandin, paşxistin...

Pêşkîteyeke hokerî ye. Pêşkîteya "paş" wateyên jar, neduristî û yên dema borî, veger û kevn didin bêjeyên nû.


29. pê-[biguhêre]

pêbaz, pêbend, pêbilîn, pêbûn, pêçan, pêçî, pêçûn, pêdan, pêdanî, pêdabûn, pêdaçûn, pêdakirin, pêdaketin, pêdaxistin, pêdivî, pêew lebûn, pêgeh, pêger, pêgermok, pêgih, pêgirt, pêhesîn, pêkan, pêkanîn, pêkenîn, pêketin, pêkirin, pêlav, pêlêkirin, pênas, pênivîs (pênûs), pênûs, pêpar, pêşandar, pêşane, pêşanî, pêşarî, pêşeng, pêşewa, pêşing (kok), pêvajo, pêveçûn, pêvedan, pêvebûn, pêvekirin, pêvehatin, pêwend (gîhanek), pêwendî, pêxistin, pêxwar, pêxwarinî,

Li hinek herêman di şûna pêşkîta "pê" de "vê" jî dibêjin. Pêşkîta "pê" tê pêş peyvê û wateyên alîkarî, îstîqamet û têkiliyê dide peyvê.


30. pev-[biguhêre]

pevçûn, pevdank, pevdeng, pevgirêdan, pevkirin, pevrabûn, pevxistin...

Wateyên hevaltî û têkilî dide peyvên nû.

31. pêş-[biguhêre]

pêşbazî, pêşangeh, pêşdar, pêşber, pêşketî, pêşbirî, pêşbirik, pêşbînî, pêşdanî, pêşdaraz, pêşdîtin, pêşeng, pêşgîr, pêşgotin, pêşîn, pêşketin, pêşkêş, pêşkêşkar, pêşkoj, pêşmal, pêşmerge, pêşnav, pêşnîyaz, pêştemal, pêşnûma, pêşveçûn, pêşverû, pêşwazî, pêşxistî...

Pêşkîteyeke hokerî ye û kêrhatî ye. Di kurdiya nûjen de her ku diçe ev pêşkîte bêtir tê bikaranîn.


32. pis-[biguhêre]

pisaxa, pismam, pismîr, pisxaltî, pisxal...

Di farisî de "pis" tê wateya "kur". Di kurdî de her çiqas kêm be jî, ev pêşkîte tê bikaranîn.

33. pişt-[biguhêre]

piştbend, piştdayîn, piştderî, piştek, piştevanî,piştrast, piştgir, piştgirî, piştmêr, piştşîv, piştwerî...

Ev pêşkîte wateyên alîkarî, hevalbendî û saxle-miyê dide bêjeyên ku jê çêdibin.

34. ra-[biguhêre]

rabazîn (destdirêjî), rabide, raber, rabestin (tarz), rabezandin (êrîş), rabûn, raburandin, rabûrî (mazî), raberdû, raçandin (dokunmak), raçav (di çav de derbaskirin), radan, rader (mas-tar), radest (teslim), rageş, ragirtin, ragîhandin, rahêlandin, rahiştin, rajandin( silkinmek), rajêr, rajor, raker, raketin, rakişandin, rakirin, ramîsan, rapelikîn, raparastin, rapelikandin, rapêçan, raperîn, raspartin, raser, raserîn, rawek, rawe, rawêj (tewirhelwest) raxistan, rawestandin, rawes-tok (stasyon), rawerîn (lava), raxistin, razan... Pêşkîta ”ra” tê pêş peyvê û wateyên hêz, pêşvebirin û pêşxistinê dide peyvê.


35. rû-[biguhêre]

rûbar, rûber, rûçerm (bêşerm), rûçik, rûda, rûdan, rûgeş, rûgirtî, rûken, rûmet, rûneşûştî, rûniştin, rûpel, rûpişt (astar), rûreş, rûxweş...

Ev pêşkîte rewşê dide dîyar û zelalkirin.

36. ser-[biguhêre]

serbajar, serbaz, serben, serbend, serbest, serberjêr, serberz, serbilind, serdest, serder, serderî, serevraz, sergerm, serhawa, serhev, serheng, serhevde, serhişk, serjinik, serker, serlêdan, sermaye, sernav, sernerm, sernivîs, sernivîskar, sernizim, sernûçe, serserî, sersing...

Ev pêşkîte bêtir hêz û rewşê dide dîyar û zelal-kirin.


37. tê-[biguhêre]

têber, têbinî, têdan, têdayî, têdeman, têderxistin, têderxistinok, têçûyî (satirbaşi), têfiran din, têgeh, tegehiştî, têgehî, têger, têgerandin, têgîn, têhelkêşan, têhildan, têkber, tê(k) birin, tê (k)çûn, tê(k)dan, têketin, têkil, têkilî, têkirin, têkoşer, têkoşîn, têkuz, têper, têrebûn, têrel, têrekirin, têwerbûn, têwerdan, têwerkirin, têxistin, têxistinî...

Pêşkîta "tê" tê pêş peyvê û wateyên hebûn, zanîn, nirx û hatinê dide peyvê.


38. ve-[biguhêre]

veanîn (bukmek), vebestin, vebijartin (ayiklama), vebijandin (eritmek), vebirîn (kesin, ozet), vebirrîn, vebûhtî, vebûn, veciniqîn, veçinîn (tamîr), veçirîyan, veçirandin (sokmek), vedan, vedeng, vedizîn, vedigindirî, vedor, vefirî, veger, vegerîn, vegerandin, vegevîzîn, vegirêdan, vegirtin, vegotin, vegirtox, veguhastin, veguhêrîn, vehatin, vehewîn, vehêl, vehist, vehistî, vehîn, vehustan, vejan, vejen (enerjî), vejîn, vekarî, veke, veketin, vekirin, vekeşan, vekişîn, vekît (heceleme), vekîtandin (hecelemek), vekolîn, vekuştin, vemagîn, vemalaştin, vemalîn, vemirîn, velîstin (burkulma), venasîn, venuhurî, venanadin, venêrîn, veniştin, venîn, veresandin, verêbûn, ve-rojtin, vepijiqîn, veqetandin, veqetandek, veqelaştin, vepirsîn, vereşan, vereşîn, verêj, verêkirin, verestin, veristî (serbest), verisîn, veşartî, veşartok, veşartgeh, vetewşandin (sersemlemek), vewestan, vexumala, vexwarin, vexwendin, vezan-din, vezelandin...

Pêşkîta "ve" tê pêş peyvê û wateyên paşveçûn, paşvekişandin, ji nû ve jîyandin û dubarekirinê dide peyva nû. Pêşkîteyeke bi berdar û kêrhatî ye. Di zimanê nivîskî de her ku diçe bêtir tê bikaranîn û popîler e. Di zimanê swêdî de nêzîkî kîteya "om" e. Wek nimûne dema ku mirov bixwaze bi swêdî bêje ji nû ve binivîse "skrîva otn" dibêjin, ji nû ve bizewice "gîfta om." dibêjin. Ev pêşkîteya me di pêşrojê de dikare wezîfeyê "om"a swêdî bigire.

39. vê-[biguhêre]

vêkdan, vêket, vêketin, vêsan (tenefus), vêsandin, vêseh, vêsîn, vêxistin... Ev pêşkît weha ne bi ber û dewlemend e. Li gelek deveran di şûna tîpa "v" de ya "p" jî dibêjin. Wek nimûne di şûna "vêket" de "pêket." dibêjin.


40. wer-[biguhêre]

weranîn, werçerxati, werger, wergêr, wergir, wergirtin, wergîr, werkirin, werzan, werzêr

Pêşkîta "wer" tê pêş peyvê û wateyên guhastin û nûkirinê dide peyva nû.


41. xwe-[biguhêre]

xwebînî xwebûn, xwemal, xwepê- şandan, xwepêşandêr, xwerist, xwerû, xweser, xwevekişandin...

Cînava "xwe" tê pêş bêjeyê û bêjeyeke nû diafrîne. Bêjeyên ku tên afirandin hema hema di heman wateya ne di bin tesîra kes û cî de ne.


42.[biguhêre]

Ji derî van pêşkîtan hejmarên nav tên pêş peyvan û peyvên nû diafirînin. Ji ber vê taybetiyê mirov dikare ji van hejmaran re jî bêje pêşkîte.

Wek nimûne: Yekcar, ducan, ducanî, dudil, dudar, durû, sêber, sêgoşe, sêrê, çaralî, çargoşe, çarkuj, çarme-dor, çarmil, çarpê, çarrê, heftreng ....

Balkêşî û jêrenotek[biguhêre]

Pêşkîteyên (prefîksên) latînî û grekî ketine nav hemû zimanên cîhanê. Her çend kêm be jî di kur-diya devkî û nivîskî ya îroyîn de çend pêşkîteyên latînî û grekî jî tên bi karanîn. Çend nimûne:

  • antî- (dij) antîkomunîzm, antînazîzm
  • auto- (oto- xwe bi xwe) - otomatîk
  • înter- (nav) înternasyonalîzm, înternet
  • mîkro- (biçûk) mîkroskop, mîkroorganîzm
  • multî- (gelek) multîmilyoner, multînasyonel
  • pre- (pêş) prefabrîk, prekapîtalîzm
  • post-(paş, piştî) postkapîtalîzm, postmodemîzm
  • super- (gelek mezin) supermarket, superzeka
  • tele- (kontrol) teleskop, telefon, teleferîk, teleteknîk
  • trans- (ji ser de, ji aliyê din) transport, transît