Mem û Zîn

Ji Wikibooksê

Çîroka Mem û Zîn

Çîroka Mem û Zînê di dema Mîr Zeyneddînê kurê Mîr Ebdullah hikûmdarê Cizîra Botan bû de, di sala 1451’ (zayînî) de qewimî ye. Helbestvanê navdar yê kurd ev bûyer di pirtûka xwe ya “Mem û Zînê” de, bi awayekî gelek xweş vegotiye. Du xuhên Mîr Zeydîn hebûn. Yek Zîn ya dî Sitî. Zîn sipî bû û can û cegera mîr bû. Sitî esmer û bejindirêj bû. Tacdîn kurê wezîrê dîwana mîr bû. Mem yê lehengê çîrokê jî birayê manewî yê Tacdîn bû û herweha dostê wî bû. Li welatê Botanê dema Newroz dihat her kesî cil û kincên netewî (ango millî) li xwe dikirin û diçûn seyran û seyrangehan. Dîsa di rojeke wisa de Mem û Tacdîn kincên qîzikan li xwe dikin û tevlî şahînetê dibin. Dema diçin nav qerebalixa mirovan de du kesên dibînin. Tu nabêjî ew herdu kes jî Zîn û Sitî ne ku wan jî cilên mêran li xwe kirine. Çawa çavê Mem û Tacdîn li van herdu kesan dikeve ne bi dilekê bi hezar dilan dilê wan dikeve wan kesan û dilê wan dibore û li erdê gêr dibin. Zîn û Sitî jî diçin ser wan, hayê wan jê neyî gustîlkan wan ji tiliya wan derdixin, dixin tiliyên xwe, yên xwe jî dixin tilîyan wan. Mem û Tacdîn dema li ser xwe ve tên dibînin ku ew bêhal in. Dema çavê wan li tiliya wan dikeve dibînin ku di tiliya Mem de gustileke ku li ser de Zîn nivîsî heye, di destê Tacdîn de jî yekî ku li ser de Sitî nivîsî heye. Sitî û Zîn diçin nik dadiya xwe Heyzebûnê û derdê xwe ji wê re dibêjin. Dadî jî kincê hekîman li xwe dike û diçe ba Mem û Tacdînê ku nexweş bibûn. Heyzerûn gustîlka Zîn û Sitiyê ji wan dixwaze. Tacdîn gustîlkê dide lêbelê Mem gustîlkê nade û holê dibêje “ez bi vê gustîlkê dijîm”. Mem û Tacdîn rewşa xwe ji xizmên xwe re dibêjin. Li ser vê çendê eşrafên Cizîrê tên nik mîr û Sitiyê ji Tacdîn re diixwazin. Mîr Sitiyê dide Tacdîn. Ji bo Tacdîn heft roj û heft şevan dawetê dikin. Dergevanekî mîr yê bi navê Beko hebû ku qet ji Tacdîn hez nedikir. Tacdîn çendîn caran ji mîr re gotibe ku Beko ne layiqî dergehê mîr e, lêbelê mîr digot ku aşê wan bi wî digere û se jî dergevaniyê dikin. Bi vî hawî pêşniyara Tacdîn şûn de dida. Beko ji ber ku nedixwest mîr Zînê bide Mem, rabû gote mîr: “Ez benî wê roja ku te Sitî dayî Tacdîn, wê rojê Tacdîn ji nik xwe Zîn daye Mem.” Li ser vê çendê mîr aciz dibe û dibêje ew qet Zînê nade Mem. Rojekê mîr diçe nêçîrê. Mem jî ji vê îstîfade dike û diçe boxçeyê mîr, da ku Zînê bibîne. Çawa çavê Zînê li Mem dikeve dilê wê dibore û li erdê gêr dibe. Mem Zînê nabîne, li gul û rihanê boxçeyê dinêre û spehîtayiya wan datîne ber ya Zînê û holê dibêje: .

'Ey gul! Eger tu nazenînî, / Kengê tu ji rengê ruyê Zîn'î / Ey sinbil! Eger heyî tu xweş bû, Reyhan ji te bûyîne sîyehrû, / Hun ne ji mîsalê zilfe yarin / Hun her du fizûl û herzekarýn / Ey býlbýl! Eger tu ehlê halî / Perwanyê şem'ê werdê alî, / Zîn'a me ji sorgula te geştir / Bext'ê me ji talýê te reştir' /

Çawa Mem ev got çavê wî li Zînê dikeve. Çawa çavê wî lê dikeve dilê wî jî dibore.

Herdu qederekê bêhiş dimînin, paşê hişê wan tê serê wan û dikevin sohbetê. Hayê wan ji bayê felekê nebû. Paşê çûne hundirê koşkê û heta êvarê li wir mane.

Mîr dema ji nêçîrê vedigere dibîne ku Mem di boxçeyê wî de ye. Mîr pê re aciz dibe û dibêjiyê “çawa bêyî destûra min tu hatîyî boxçeyê min de.” Mem holê bersivê dide: “Mîrê min ez nexweş bûm, dilê min dixwest ku ez hinkê bigerim. Hema min xwe li vir dît. Dema haya Zînê ji hatina birayê wî mîr çêdibe hema xwe dixe bin ebayê Mem de xwe vedişêre. Tacdîn di bin ebayê Mem re biska Zînê dibîne, dizane Zîn di bin ebayê Mem de ye. Hema Mîr mijûl dike û dibêjiyê: “Mîrê min tu dizanî Mem dîn e, guhê xwe nediyê.” Li ser vê çendê mîr dest jê berdide û diçe dîwanxaney’ê. Tacdîn daku Mem xilas bike diviya tiştekî mezin bikira, hema dibeze mala xwe û agirî berdide mala xwe. Dibe qerebalix, xelk diçin da agirî vemirînin, bi vî hawî Zîn jî j inik mem direve diçe.

Beko dibêje mîr ka tu û Mem sedrencê bilîzin. Mîr û Mem dikevin pêşberê hev û sedrencê dilîzin. Li ser wê çendê dilîzin ku kî bikare kê, ew çi jê bixwaze divê ew bidiyê. Mem sê destan dikare mîr. Dema beko dibîne ku eve Mem karî Mîr çavê xwe li hîleyekê digerîne. Dibîne ku Zîn di pencereyê de ye û li Mem temaşe dike. Lê pişta mem lê ye ew wê nabîne. Hema Beko dibêje mîrê min, cihê ji cihan p’îroztir in, ka tu û Mem cihê xwe li hev bigihorin. Dema cihê xwe digihorin, çavê mem li Zînê dikeve, aqil û sewda di serê wî de namîne. Mîr sê destan dikare Mem. Mem dibêje mîr “ka ezbenî tu çi dixwazî?” Mîr dib’êjiyê derdê min ne malê dinyayê ye. Ka ji min re bibêje ku tu ji kê hez dikî.” Beko dîsa hîleyekê dike, dibêje mîr: “Ezbenî min ya memê hebandî dîtiye, gêjek ereba ye, lêv deqandî ye.” Li ser vê çendê tehn li mem eser dike û yek carî ji eqlî bêxwber dike. Hema dibêje mîr. Ezbenî ew viran dike. Ez ji xuha te Zînê hez dikim.” Li ser vê çendê mîr Mem dide girtin û dixe zîndanê de.

Mem di zîndanê de dimire. Zîn jî ji kerba Mem dimire. Dema Mem vedişêrin, çavê Tacdîn li Beko dikeve hema wî dikuje.

Zîn li ser kuştina Beko holê dibêje:

'Ey şah û wezirê izz-û temkin! Ez hêvî dikim ne kin înadê Der heqqê vi menbeê fesadê Lewra ku xwedanê ins û canan Wi xaliqe erd û asimanan, Roja ewî hubbe da hebîban Hingê ewî buxzê da raqiban ... / ... Em sorgulin, ew jibo me xare Em gencîn û ew jibo me mare Gul hifz-ý di bin bi nûkê xaran Gencîne xwedan di bin bi maran ... ... Ger ew ne bûya di nêv me hail Işqa me di bû betal û zail' [1]

Çavkanî[biguhêre]

  1. https://www.facebook.com/Dilkul.Ciziri/posts/315213565215332/