Derwêşê Evdî
Derwêşê Evdî
Dengbêj Ehmed Zeynal li Bakûrê Kurdistan, bajarê Wanê nehiya Payîzava qeza Mûradiyê gelê gundê Girmora, rûniştiyê gundê Sawoxsûyê.
- Ay lê yardê…
- Wey… lê yardê…
- Dilê mi li yane, lolo dilê mi li yane.
- Sed car dilê mi lîayane.
- Serê dilê mi bi kul û derd û bi kovane.
- Gidî binê dilê mi bi dûmane.
- Bi salxê salixdaran dibên Seîd û Telhan du birane.
- Seîd birê mezin e, birê biçûk jî Telhane.
- Birano du fîdanin, rebê mutealiyê bixu dizane.
- Zeman zemanê bê bavane.
- Heyam heyamê bed`eslane.
- Dibên geleka pîlanê indakirina herdû zilama ji xwe re qirar dane.
- Seîd digot: “Telhan bira welatê hanê welatê nanerzane.
- Rabe emê biken tedarekê kariwane.
- Emê berê xwe bidin hîmê binê berîyê çend salan herine kariwane.
- Xudê heyanî belayetê rêç dike ji devê musulmana, yaxa me xelas dibe ji pîsane.
- Dayê…hay…
- Hey yar dê dilê mi li yane.
- Sed car dilê mi li yane.
- Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûmane.
- Seîd û Telhan her dûya ji hev ra qirar dane.
- Her dû bira berê xwe dane hîmê binê berîyê xu ra çûne bi kariwane.
- Heft roja hajotin bi rê dane.
- Lawo rêka dûr û deraze, ne bi gotin û xeberdanê cemaeta di girane.
- Roj kete roja di hestane.
- Dîna xwe didanê rastekî rast usane.
- Yeqîn dikim xîz li çokê hespane.
- Jê ra dibên hîmê binê berîyê, cîyê hût û lehengane.
- Mêrkê camêr nebîne derdê bêdermane.
- Li hîmê binê berîyê her kesek nasekine li ber alvê mêrane.
- Her tim û cara li wê muhîtê ret nabin dengê rimane.
- Her kesek îro nahejîne qedrê rimane.
- Her dû bira ketine (serê) rê û dirbane.
- Dîna xu didanê êlekê giran dnîye li serê rast û di bestane.
- Xeyo....
- Hey lê yardê... wey lo...lo... wa...dilê mi li yane sed car dilê min li yane.
- Serê dilê mi bi kule, binê dilê mi bi dûmane.
- Ew her dû zilam mesiyane nava êla di girane.
- Dîna xu didanê kunekê li ser bîst û çar istûnane.
- Heft perde li kon da girêdane.
- Kula xudê bi kul be bikeve mala bavê xûyê konê di girane.
- Ez (ji) we ra yeko yeko bidim salixê perdê di konane:
- Birano! Perda yekê cîhê rûnistina mêran û hût û lehengane.
- Perda dûyê cîhê rûnistina anima û canikane.
- Perda sêyê cîhê kebanî û serkarê di malane.
- Perda çarê cîhê kalê li ber sêlane.
- Perda pêncê cîhê tewinkeran, belê dikin neqs û nemûsane.
- Perda sesê dibêjim hoza mîyane.
- Perda heftê koza berxane, li pist perdê da cîhê tewla meinegîyane.
- Dîna xu didinê qîz û bûkê(n) Kîkan û Mila rûniştine li bin perê konane.
- Zendê bi helî morî hildane.
- Gidî çawa dûdinên, du kevirê loqloq û antîqe pêda bi dar dane.
- Ne hacetê elektirîk û şemdan û çirane.
- Qîz û bûkê(n) Mila tim û tim û caran li ber dikin seyir û nemûsane.
- Bidim salixê konê di girane...
- Wêlwêlwêl...
- Ay lê yardê dilê mi lîyne.
- Xeyo serê dilê mi bi kule, binê dilê mi bi dûmane.
- Wa(n) bilama dîna xu didane rûnistina cemaeta di mêrane.
- Dîna xu didane darcixarê destê wan sê bihost û sê tili yane.
- Wa(n) zilama îro cixare avîtine ser kokê qelûnane.
- Dû ji devê hevdu direvînin mala we sewitîyo notila borîyê di sobane.
- Dîna xu didanê kulikê ser wan sê bihost û sê hoqane.
- Pêçê serê wan hemû risîyê seirê Dîyarbekir jorda ber enîya da berdane.
- Li milê wan dinêrin, ebayê hezoyî sê bihost û sê ritmane.
- Li nigê wan dinêrin resikin, mala we sewitîyo temam rûnistine bi hev ra ketine disimîsê di girane.
- Kulika xu dane orta îmanê birû û bijangane.
- Seîd digo Telhano bira! Eva hest roje em retine serê rê û di dirbane.
- Me kirîye bîra xamê di mangane.
- Hey mala te sewitîyo birçîna qudûmê me çûye herê tacete me nemane.
- Lingê me nagire rikêbê zengîyane.
- Destê me nagire desgiriyê (dizgînê) meinegîyane.
- Malşewitîyo em birçîna mane serê rê û di dirbane.
- Bajo derê konê hane.
- Em bixon qote(k) nane.
- Li memleketê me bûye axirdewrane.
- Yeqîn dikim niha çor û çoçixê me birçîna xu dane ber dîwarane.
- Wêlwêl...
- Ay lê yardê ...
- Xeyo dilê mi li yane, sed car dilê mi li yane.
- Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûmane.
- Her du hajotin derê konê di girane.
- Dîna xu didanê kisiyaye pêsiya wan sêsed mêrê xûyê kulik û ebane.
- Vana qilçikê erebî li ser inîska da vedane.
- Jor da mesiyane li ser sinîyane.
- Dixon birincê Qereçamê dûvê helikane.
- Milê wan zilama heta inîskê di don û rûn da mane.
- Qet kesekî negot ew her dû zilamê hanê ser pista hespa mane.
- Lawo derbas bin ji boy Xudê bixon qotek nane.
- Seîd çav kire Telhane.
- Go eva kona konê nemerdane.
- Bajo em derbas serê konane.
- Lawo nadine me qotek nane.
- Ew zilamê hanê xûyê kulik û seir û ebane.
- Me ji xwe ra nagirin seyîsê hespa natele ji êlê ra golikvane.
- Lawo bajo em herin serê konane.
- Em xerîbin nadine me qotek nane.
- Wêlwêlwêl…
- Ay lê yardê …
- Lololo … dilê mi li yane.
- Sed car dilê mi li yane.
- Gidî binê dilê mi bi mij û bi dûmane.
- Gava ku van zilama hev ra xeberdane.
- Vergerandin serê hespan û medenê meinegîyane.
- Derbas bûn serê di konane.
- Menzilekî hajotin menzilekî di girane.
- Dîna xu didanê îro konekî tek vegirtîye dûrî konane.
- Konê vî zilamî li ser heft istûnane.
- Belê perdê kon rîsîyêd hevirmûsin peng bi peng bi hev dane.
- Kalekî nûranî rûyê wî sipîye li ser çokane.
- Diran di dêv da nemane.
- Hey lawo îro sasikekê li sêrîye, tizbîyekî sed û yek lib di dêst dane.
- Li ser postekî nimêjê rûnistîye ji xu ra dikisîne selewat û werdane.
- Seîd digot Telhano bira bajo derê konê hane.
- Ew konê hanê yeqîn dikim tertîla wî bisulmane.
- Wa hard û zilama ho kirin deve û mîratê qantirane.
- Hajotin derê konê di girane.
- Ew kalê nûranî ji ber wan rabûye ser pîyane.
- Gidî girtîye serê hespane.
- Çav kire navmalê û qaweçîyane.
- Go lawo bigre bi serê hespane.
- Cil û ciholê serpistê heywana jê bikin bavêne perê konane.
- Hevsarê serê heywana bisiqitînin bavêjin hêsîyê konane.
- Wa heywana berdin serê rast û bestane.
- Hema zivirî li nava kon da belê dosikeke qûstûkî avête erdê, beilgîyê bi sê legan li ber pista wane.
- Ew kalê nûranî sekinîye li pêsbera kon li pêsîya zilama dike hurmeta girane.
- Seîd bang kirê go apo rûyê te sipîye li ser çokane.
- Yasê te derbas bûye, tu li ser pîya sekinîyî dikî xizmeta girane.
- Erê dibê ji mi ra nebase, ne serefa mêrane.
- Lawo îsê we tune bi xeberê hane.
- Hûn xerîbin ne ji van derane.
- Hurmeta mêvan tim û tim û caran ji bona xudane.
- Ay lê yardê...
- Wêlwêlwêl...
- Lololo...dilê mi li yane.
- Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûmane.
- Seîd pirsî go apo êlekê danîye li serê rast û bestane.
- Konekî giran li sertacê konane.
- Heyanî pênc hezar mal(î) di bin konan dane.
- Risîyê konan peng bi peng bi hev dane.
- Gelo ew kona konê kêye, êla çi kesane.
- Go lawo ew êla tu dibêjî êla axayê mîrê Milane.
- Go apo êla wî da qerebalixek hebû ew çi qerebalixeke di girane.
- Go lawo ma tu nizanî ew kona konê mîrê Milane.
- Sêsed mêr tê da rûnistine li hundurê konane.
- Her yekê reîsê êlekê, li kon da rûnistine ji hev ra bi xeberdane.
- Belê go lawo ji mîrê Mila ra hatîye kaxeza gawurê Çîlosmane.
- Go apo sebebê wê çîye û çimane?
- Go tê da nivîsîye bide min hozê mîya kozê berxane.
- Yê bide min barê zêra qenterê devane.
- Yê bide min xerac xemil û rewsa konê erebî, ceinîya miîna Leylane.
- Yan jî yê sorgulîyê Edûla qîza xu ra bigire ji mi ra têxe kebanîya mala girane.
- Yan jî bila tedarukê xu bike, serê mi pê ra heye, ser û cenga girane.
- Ê, go apo sebebê wê çîye û çimane?
- Go lawo gawure jê ra dike xeberdanê di girane.
- Ê, go apo lê tu kêyî, navê te çîye, û te çima ha tek danîye û tu naçî nava wane.
- Ay bê yardê...
- Wêlwêlwêl...
- Lololo...dilê mi li yane.
- Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûmane.
- Lawo emrê min derbas bûye, hatîye nod û negane.
- Tu bala xu bidê diran di devê mi da nemane.
- Rûyê mi sipîye li ser çokane.
- Lawo çokê mi ne yê dosekane.
- Tilî pêçkê min ne yê birincê Qereçamê dûvê Helikane.
- Lêvê mi ne lêvê qehwane.
- Navê mi Sêx Evdîye ez bavê Derwêsim belê emrê mi derbas bûye ji nod û negane.
- Seîd jê pirsî: go apo tu dibêjî ez Sêx Evdîme, bavê Derwêsim, lê Derwês kuye, li kêderê dane?
- Mi nav û dengê Derwês bihîstîye li welatê swerqê, li nava hevdê tewnane, li cemaeta girane.
- Axa û beg li wir da li hev dicivin dikin naxilê û xeberdane.
- Dikin behsa herba Derwêsê Evdî, herba di girane.
- Îja niha Derwês kanê li kêderêdane?
- Ay lê... yardê...
- Lololol dilê mi li yane.
- Sed car dilê mi li yane.
- Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûmane.
- Lawo edetê mala meye, gava bikevin xewa di girane.
- Heft rojan ranabin li xewa di girane.
- Îro belê çare, Derwês razaye, hê sê roj wexta rabûna wî jî mane.
- Lawo em jî qehirîne naçine nava êla wane.
- Lê belê ez ji we ra bikim salitane.
- Îsal heft sale dilê Derwês li Edûla qîza mîrê Mila dane.
- Ez diçime xazginîyê Edûlê ji mi ra dibêjin, eslê te Êzdîye pîrê te Seytane.
- Îro ketîye roja kewkebê, sibê nerînîya lawê di bavane.
- Kuro tê dengê kose û misrîyane.
- Lê belê ewî jî giregire top kirîye nava konê xwe dane.
- Dibê hatîye ji mi ra nama Çîlosmane.
- Lawo ewî jî îskana swetan û surûtan danîye ser zerfane.
- Zerfe li ser telbane.
- Telbe li nava cemaeta mêrane.
- Kêyê ku here bîne cewaba eskerê Çîlosmane.
- Ezê bi sorgulîyê Edûlê ra bigirim jê ra bikeme kebanîya mala di girane.
- Lawo îro heft roje birincê Qereçamê, dûvê Helikan dide wan xûyê kulik û ebane.
- Kes newêre destê xu bavêje îskana sertan û surûtane.
- Îca li pêsîya xu bi darikê cixara hildane.
- Çokekê li pêsîya xu erd vedane.
- Em jî xeyîdîne, naçine nava wane.
- Rûyê wî jî nagire bisîne peyê Derwês dane.
- Lawo ewa cemaeta wî îro heft roje li kon da hev civîyane.
- Wêlwêlwêl...
- Ay lê yardê...lololo dilê mi li yane.
- Serê dilê mi bi kul û derde, xeyo binê dilê mi bi dûmane.
- Gotin di devê Sêx Evdî da bû, go apo xazilî min bidîta qed û qametê Derwês ku çawa salix dane, gelo vire yan wisane.
- Sêx Evdî rabû lingê xu lêda li serê papûsane.
- Çû derê çadura Derwês yê jê ra bêje du bendane.
- Cika gotinê Sêx Evdî ji ewlad ra çane?
- Wêlwêlwêl...
- Digotê de lolo wayê...
- Hûyî...wî..
- De rabe, hûto de rabe!
- Lehengo de rabe !
- Sotenîyo de rabe !
- Gedeyo de rabe !
- Posmano de rabe !
- Pênc perano de rabe !
- Derwêso lawo rabe ji xewa di girane.
- Du zilam hatine mala me mêvane.
- Xweîbin ne ji êlêne, ne ji emrêne, çol û best dane pêsîya xwe dane.
- Yê herin hîmê binê berîyê kerwane.
- Salixê te jê ra dane.
- Lawo de rabe, devê mi da nemane dirane.
- Ne wextê min û laqirdî û henekane.
- Îja rabe ji her du mêvana ra bike laqirdîyane.
- Bila li memleketê me nekin tu xem û xîyalane.
- Ay de yardê rebenê dilê mi li yane.
- Mi dîna xu didayê Derwêsê Evdî radibû ji xewa di girane.
- Xulama girtine qulpê misîn û legenîyane.
- Pêsgirî li ser milê wane.
- Li ber Derwês sekinîne, Derwês avê davêje nava birû û bijangane.
- Sêx Evdî hatîye li kêleka her dû zilama rûnistîye ji wan ra dike laqirdîyane.
- Ay de yardê rebenê dilê mi li yane, dilê mi li yane.
- Mi dîna xwe didayê Derwêsê Evî sîyarê Hedman kilê çeivê qîzan û bûkan xu berdabû perê konane.
- Sê cara tewafa destê bavê xu kirîye, li pêsdera kon her du destê xu kemerbest girêdaye sekinîye ser pîyane.
- Wêlwêlwêl...
- Ay de yardê rebenê dilê mi li yane.
- Sêx Evdî zivirî li ser milê xu nihêrî li mêvanane.
- Digo lawo mêvan ev her du zilamane.
- Rûnê kêleka wane.
- Ji wan ra bike hurmeta di girane.
- Wêlwêlwêl...
- De yard ê dilê mi li yane.
- Seîd û Telhan her dû ya dîna xu dane qed û qamet û bejin û balê Derwês dane.
- Texmîn dikir tesbîh nebe bejina wî wekî minareyê camîyane.
- Çokê wî wekî çokê nerrane.
- Bînanî nerê ku têkeve pêsîya heft qenter devê di kerwane.
- Neitika wî sê bihost û çar tilîyane.
- Ez dîna xu didemê orta her dû birû û bijangane.
- Dû mûyê Erzaîl dûr va pês xûyane.
- Dayê wêlwêl…
- Ax dibê salix dane.
- Seîd bi Telhan va dîna xu didanê wisane.
- Haza ku mêrekî bi sed mêrane.
- Gava ku bikeve serê hîmê binê berîyê leheng û hûtane.
- Bi qebzê rima ra bigre bikeve nava mêrane.
- Minê dîn û bala xu didayê îro çawa bibe nirîna lawê bavane.
- Kula Xudê bi kul be bikeve mala xûyê Hedmane.
- Gava bikeve serê pehlewan û hûtane.
- Devê xu davêje qaltaxê zînê hespê dujmina diksîne ser xûyê xu dane.
- Lololo...
- Belê para dide ber refes û çiftane.
- Îja pê ra dide ber lekman û gezane.
- Mîratê Hedman neilê wî zîvin, bizmarê rêr lê dane.
- Bi rojê kewkewê giran bi irinîyê lawê bava ra bi dengê kosel û misrîya ra tim û cara li serê meydanê mecalê nade dujminane.
- Lololo...
- Hey lê yar dê rebenê dilê mi li yane.
- Gotin li devê wan zilamane.
- Dîna xu didanê sîyarekî tek derketî li perê konane.
- Dimekê nezeyî li dest dane.
- Heft salixê rimê heye, ez ji we ra vidim salixê rima hane. Ka çawane.
- Yek lale, yek dure, yek qumrûte, yek zumrûte, di ortê da yaqûta teyrê di neimane.
- Setê mîrata rimê li hewane.
- Sade ji jehrîya mirane.
- Wisane binanî gewrekî asin lawo beras bi mûkî pê da bi dar dane.
- Belê Medhanîyek li bin dane.
- Ew hespa ne wek hespê welatê serhedê notila bergîrê hane.
- Bi linga têne firotane.
- Her lingekî heywanî tê bi çil kîse zêrê di girane.
- Lololo...
- Hey lê yar dê rebenê dilê mi li yane.
- Evî zilamî hajote derê konê Sêx Evdî dane.
- Sêx Evdî û Derwês rabûne ser pîyane.
- Bi serê Medhanî yê ra girtin derbas kirin pist çît û perda di hespane.
- Dosekek dinê avîtin erdê, ketin bin milê wî danîne ser doseka hane.
- Wexta ku ew zilama rûnist li ser doskane.
- Go lawo eva jî navê wî Ceiferê Gêsîyane.
- Kurê xûska mine, rêya heft qonxa ji me wê dane.
- Gava bikeve serê leheng û hûtane.
- Ancax Derwês digre serê hespane.
- Ew dujmina ra dikeve laqirdîyane.
- Wêlwêlwêl...
- De yard ê dilê mi li yane, lololo...
- Wextê ku Sêx Evdî salixê Ceiferê Gêsan bi her dû bilama ra dane.
- Dîna xu didanê Erebek tê ye ji wê dane.
- Lêva Ereb yel li erde, yek li asîmane.
- Nûra Rehman tune li rûyane.
- Nemekî(nameyek) li berîka wî dane.
- Selam dabû her çarane.
- Sêx Evdî go Ereb kerem ke derbas be jora hane.
- Ereb li qarsî Sêx Evdî rûnistîye li ser çokane.
- Destê xu avîtê name danîye ser çoka Sêx Evdî bavê Derwês dane.
- Wexta name derxistîye dîna xu daye zerf û kaxezane.
- Seîd go apo ewa çi nameye, ji me ra bêje ka çawane?
- Go lawo eva heye Erebê navnalî yê mîrê di Milane.
- Herê ji mi ra hatîye nama hane.
- Dibêje îro heft roje mi berev kirîye giregire, xûyê kulik û eba, her reîsekî di êlê dane.
- Dirime wan birincê Qereçamê dûvê Helikane.
- Milê wan heta inîskê di don û rûn da mane.
- Mi îskana sertan û surûtan danîye ser zerfane.
- Zerf li ser telbane.
- Talbe li nav cemaeta di mêrane.
- Belê îro çawa heft roje kes newêre destê xu bavêje îskana se tran û surûtane.
- Qe îman û namûs ji me ra nemane.
- Belê îro ji mi ra hatîye nama Çîlosmane.
- Têda nivîsîye, yan bide min hozê mîya, kozê di berxane.
- Barê zêra qenterê devane.
- Rewsa konê Erebî, ceinîya miîna Leylane.
- Yan jî yê sorgulî yê Edûlê ra bigire ji mi ra bike kebanîya mala di girane.
- Ax de lawo namûsa mêrkê bisulman ne bi perane.
- Dibê îja mi îskan danîye ser zerfane.
- Sifir (sirf) here ji mi ra bîne cihaba eskerê Çîlosmane.
- Kê here bîne cewaba eskerê Çîlosmane.
- Ezê bi gotina Xudê bi hedîsa pêxember Edûlê jê ra bikim kebanîya mala di girane.
- Lê kesek avirê xu nade îskana sertan û surûtane…
- Ewa nama hanê hatîye ji mi rane.
- Dibê bila kerem bike were cemaeta di mêrane.
- Lê mi berîya niha ji we ra got, em jî qehirîne naçine nava cemaeta wane.
- Mi wextekê deiwa Edûlê dikir ji Derwês rane.
- Ji mi ra digot: qîmeta te çîye, ez esîrim eslê te Êzdîye, pîrê te Seytane.
- Ay lo berxê dilê mi li yane.
- Sed car dilê mi li yane.
- Sêx Evdî digot lawo hûn demekê rûnên ez gavekê herim derê konê mîrê di Milane.
- Cikanê çi deme çi dewrane.
- Çi qerebalixe sêvra di girane.
- Lehzekî mêze bikim bejin û balê xudanê kulik û ebane.
- Îja Sêx Evdî lingê xu lêdane serê meisane.
- Çû derê konê axayê mîrê di Milane.
- Dîna xu didayê xûyê kulik û eba rûnistine pêda pêda belê kulkê xu mutane orta îmanê birû û bijangane.
- Her yekê sivqelûnê wan di desta da bi du mêtrane.
- Rebena îja tirsava ketine disimîsê di girane.
- Naxon îskana sertan û surûtane.
- Yeqîn dikim îro her yekê çokekê pêsîya xu erd vedane.
- Xeyo dilê mi li yane.
- Wêlwêlwêl...
- Îja Sêx Evdî selamekê dabû xûyê kulik û ebane.
- Axayê mîrê Mila digo: Sêx Evdî derbas be jora hane.
- Sêx Evdî digo lawo serê te mezine bînanî serê balaxê gamêsane.
- Te hindek gede û gûde, golikê li ber çêleka îro heft roje top kirîye nava cemaeta girane.
- Lawo tu didî wan birincê Qereçamê dûvê Helikane.
- Muerisê kurê muerisan du zilam hatine mala te mêvane.
- Navê yekê Seîde, navê yekê jî Telhane.
- Te taqet nekir tu çopek nan bidî wan zilamane.
- Ji boy Xudê rêvîne, li serê rîyane.
- Ija xûyê kulik û eba don û rûn da mane.
- Lawo tu dibêjî mi derbas be jora hane.
- Ne qûna min ya dosekane.
- Ne tilî pêçikê mi yê birincê Qereçamê dûvê Helikane.
- Ne lêvê mi lêvê Qehwane.
- Go ez hatime ka gotinê te çîye, deiwa te çi ra ne?
- Go çima tu nizanî îro çend roje ji mi ra hatîye nama Çîlosmane.
- Belê go axayê min, çendî yasê mi derbas bûye, lê guhê min li guhdarîyane.
- Ax go lawo namûs ne ji te ra ne.
- Te golkê ber çêleka berev kirîye konê xu dane.
- Heft roje tu jê ra dikî xizmeta girane.
- Sibê bila bikeve kewkewê singînîyê zengîyê mîratê Methanîyane.
- Bibe nirîna mêrane.
- Bibe gujînê gurz û kemendane.
- Bibe teqînê rim û mistîyane.
- Ewê serê xu li ber derîya derxin wekî golikê li ber çêlekane.
- Keksek ji te ra nake yardima namûsa di girane.
- Sêx Evdî serê xu bilind kir, go qaweçîyo serê mi dêse, dilê mi dila dilkî dîne.
- Serê dilê min bi kule, bi kesere û bi birîne.
- Îskana qawa sert û surûta cemaeta sêsed mêrî tu birijîne.
- Ji apê xu ra qaweyek teze bikelîne.
- Li pêsîya xûyê kulik û eba bigerîne.
- Bila dilê kesekê ji min nemîne.
- Hemîn yasê mi derbas bûye, wextê min û ser û deiwê giran nîne.
- Lawo îja tu ber bi apê xu jêle bîne.
- Tu bala xu bidê cika çi dewrane, bila kulik û eba û seir û risîyê vana li bestê bê xûyî bimîne.
- Ay lê yardê dilê mi li yane.
- Dilê mi li yane.
- Lololo dilê mi li yane.
- Sed car dilê mi li yane.
- Serê dilê mi bi kul û derd û tev covane.
- Binê dilê mi bi dûmane.
- Wextê qaweçî îskana sertan û sirûtan digerîne, xûyê kulik û eba serê xu birine binê apincîyane.
- Lawo ketine disimîsê di girane.
- Sira hate ser Sêx Evdî dane.
- Sêx Evdî destê xi avîte îskana sertan û surûtane.
- Ser xu da quliband, bû sîrqîna cemaeta xûyê kulik û eba, hemû pê keniane.
- Go emrê wî nod û negane.
- Diran di dêv da nemane.
- Qûna wî naçe ser cîyane.
- Bi laf û lûfa yê here bîne cihaba eskerê Çîlosmane.
- Temam pê da bi Sêx Evdî keniane.
- Sêx Evdî zivirî berê xu da mala xu dane.
- Temam ji Derwês ra salix dane.
- Dilê mi li yane.
- Sed car dilê mi li yane.
- Lolololo...
- Çar sîyara hajotin derê konê mîrê di Milane.
- Xûyê kulik û eba hemûya ustuyê xu xar kirine, çeivê wana mane li hewane.
- Destê wan nagire îskanê qehwane.
- Rebî Derwêsê Sêx Evdî sekinîye pêsdera kon dane.
- Doska wî li ser milê mîrê Mila dane.
- Go apo cîhê te dera hane.
- Dakeve binîya solane.
- Ceiferê Gêsan, Seîd û Telhan rabûn ser dosekane.
- Bixu sekinî li qarsî her sê bira li ser çokane.
- Hey de yardê...
- Derwêsê Evdî gote xûyê kulik û ebane.
- Emrê bavê min nod û negane.
- Diran di devê bavê min da nemane.
- Bû sîrqînîya we hûn bi bavê mi kenîyane.
- Lawo îskana sertan û surûtan eva heft roje li ber weye, we notila golka ustuyê xu xar kirîye li ber dîwarane.
- Îro roja mêrane.
- Wêlwêlwêl...
- Hey yardê rebenê...
- Kulê tu bi kul bî bikevî mala bavê Edûlê, bi sêsed û sêst û ses terza xu xemilandîye, zulf berdaye nava gerdenê, di birîyane.
- Bejina vê delalê usne notila taka rihanê, ber devê Erez, belê sivka gezoyê hindav dane.
- Sûretê wê horîmelekê bînanî sêvê Xelatê ji xu ra teze xal dane.
- Li gerdenê binêre notila gerdena qulingê payîzê, bike zarûn li nava çîmen û çayîra li ber zevîyane.
- Dilê wê îsal heft sale li Derwês dane.
- Di bin bijang û mûjingê çeiva ra avirê dide Derwês dane.
- Derwês birîndare, notila firarekî bîst û çar sala bikeve li firarîyê gullê bi nuqte bavêje dil û hinavane.
- Wisa avira dide Derwês belê notila oxcîyê tîr û kewanê tîrekî bavêje serê kezebê, serê kezeba wî kul kirîye pista pîlê wî va biskok dane.
- Yar dê dilê mi li yane...
- Derwês hindav da rabû ser pîyane.
- Rakirîye singê ber hêsîya konane.
- Ketîye nava xûyê kulik û ebane.
- Kulik ketîye nava dest û pîyane.
- Ebayê Hezoyî li bestê velezîyane.
- Sivqelûnê wan bi agir va vergeriyane.
- Darkê cixara li nav dest û pîya da bûne ses pirtîyane.
- Min dîna xu didayê hatanî sêsed mêrî xu avîtin pist cil û cihazê di devane.
- Ay lê yard ê...
- Ceiferê Gêsan, Seîd û Telhan û Derwês hatine derê konê Sêx Evdî dane.
- Derwês digo bavo ji mi ra bike karê di hespane.
- Me serê xu danîye oxira di girane.
- Sêx Evdî çû pêsîyê go Derwêso lawo navê hespê te Hedmane, yê mi Etmane.
- Lawo îsal heft sale hundur da tav nedîtine ji dervane.
- Ji hiskîyê da xarina wane.
- Minê neilê wan zîv û bizmarê wan zêr lêdane.
- Seba zû nemihin, li setê meydanê bikevine serê lehengan xu bavêne ser dizgînê dujminane.
- De lawo tu were îro siwar be mîratê Etmane.
- Etman hespê bavê te ye, lawo te nahêle di c dane.
- Li gava ser û cenga da dujmina dide ber lekmane.
- Lawo hespê te serhiske, li serê meydanê zû nazivire ser dizgîna dujminane.
- Wêlwêlwêl...
- Dilê mi li yane, sed car dilê mi li yane.
- Sêx Evdî digo Derwêso lawo li hespê mi sîyar be, belkê li roja tengavîyê tu dikevî serê kewkesê sibê, serê kos û misrîyan, dengê nirînîya lawê bava lawo tu bê xayî nemînî li nava dujminane.
- Derwês digot Sêx Evdî aqil çûye, sewda li serê te nemane.
- Ez hespê çê siwar bim yê kotî bidme van birayê hane.
- Xudê suxula mi nayîne li ser rê û dirbane.
- Eger ecelê mi hatibe li ser pista mîratê Hedmane.
- Tu hespê xu bide Seîd da, Gulî Seyî dayîka her du hespa bide Telhane.
- Ezê jî sîyar bim Hedmanî, binê Berîyê bi linga tê firotane.
- Emê berê xu bidone ser eskerê Çîlosmane.
- Sêx Evdî hesp û zîn û taximê wan li ser pistê dane.
- Evan zilamana çûne destê Sêx Evdî, berê xu dane oxirê, pista xu dane feleka xayîn û derewîn ji kesî ra nemane.
- Dilê mi li yane…
- Serê dilê mi kule bi covane.
- Binê dilê mi bi mije bi dûmane.
- Edûla qîza Zor Temir Pasayê Milî bihîstîye Derwûsê here ser Çîlosmane.
- Refê qîz û bûka li ser xu dane.
- Sitabekê daye bejin û bala xu, morî û încîyane.
- Lawo av li gerdenê xûya dike, mejû li tiliyane.
- Xu berdbû serê rêya ku Derwêsê here ser Çîlosmane.
- Îja wî çaxî yê Edûlê bi ezmanê sirîn, bi qed û qametê giran yê bendekê Derwês ra bêje, kanê bendê wê çawane.
- Wêlwêlwêl..
- Digo de were, Derwêso de were, lehengo de were, hûto de were!
- Hey malxerabo bavê mi te dixapîne, li rêya hat nehatê da disîne.
Dilê mi li yane, serê dilê mi dêse, dilê mi (ji) dila dilekî del û dîne.
- Lawo bi heqîya Xudê be, bavê we bisulmane, kalkê we Êzdîne.
- Êla te êleke girane, hemîn sûnda te bi yezdan ra girane, tirsa te tunîne.
- De tu were destê xu bavê sîngê mi sî û sê sedef ser hev sekinîne.
- Libo libo serê sedefa biqetîne.
- Li cotê zermemika binêre, serê wan sor û xûnin, binê wan sipîne.
- Îja xemê dilê xu pê birevîne.
- Bila çûyîna te da çi kul û keser û keder li dilê mi yê birîn da nemîne.
- Ax de lay lo hayê...de lay lo hayê...
- Dilê mi li yane.
- Sed car dilê mi li yane.
- Derwêsê Evdî digot tolê de rabe li serê rê û dirbane.
- Ne gedeme, ne gûdeme, ramûsanan bistînim li taldê tepik û devê avane.
- Diçime ser esketê Çîlosmane.
- Bi qewet û raya rahmê rehmane.
- Ezê bi gotina Xudê bi hedîsa pêxember te ji xu ra bikim kebanîya mala di girane.
- Belkî çûyîna min bi mine, hatina mi bi xudane.
- Sibê xelkê ji mi ra bêje ser oxira xu zivirî Derwês gedekî bi du perane.
- Çîkî me jê ra heye, eslê wî Êzdîye pîrê wî Seytane.
- Dilê mi li yane...
- Seîd û Telhan û Ceiferê Gêsan, Derwêsê Evdî kilê çeivê Edûlê derbas bûn serê konane.
- Heft roja hajotin bi rê dane.
- Wêlwêlwêllllll...
- Roj kete roja hestane.
- Li xîmê binê berîka jêrîn dîna xu didanê êlekê danîye li qontara çîyane.
- Hinek dibêjin mije, hinek dibêjin dûmane, hinek dibêjin sêrikê asîmane.
- Hinek dibêjin wekî xîzê binê behrane.
- Serê êlê heye, binê wê qet nexûyaye.
- Tim û tim cara êlê xu daye alîyê rastê serobene, konekî giran li serê konane.
- Çadurek al sincan li perê konane.
- Derwêsê Sêx Evdî, Seîd û Telhan û Ceiferê Gêsan hajotin ber derê wê çadura alsincan belê li perê konane.
- Dîna xu danê xanimekê jê derketîye, agirê kulê bi kul be bikeve beyta bavê xanimê wekî sirîtê dora kona porê wê kom bûne li erdê mane.
- Yeman dibêje bejn û balê xanimê dinêrî dibêjî bejna spîndarane.
- Li dêmê xanimê dinêrî tu dibêjî heyva di çardane.
- Hema girtîye li serê hespê Derwês dane.
- Ax digo birano peya bin hûn rêvîne li serê rîyane.
- Birano kerem kin bixon qotek nane.
- Derwês li xanimê pirsiyar kir: ev êla ha ku srrê wê heye, binê wê nexûyane.
- Êla kêye û axayê wê kîjane?
- Go birayo axayê êlê Çîlosmane.
- Go xayê ez bala xu didime êlê xêncî kalê nod salî kesek têda ne xûyane.
- Lê mêrê êla we ku da çûne qet nemane.
- Go birayo eva êla axayê Çîlosmane.
- Temamê wê top bûne çûne herin ser axayê mîrê di Milane.
- Go xayê mewcûdîya wan çeqase?
- Go birayo mewcûdîya wan sê hezare qet kêm nîne, derketine serê rê û di dirbane.
- Go birayo ez salixê wî sê hezarî bidem ji we rane.
- Pênsedê wan rimbazin, tim caran dikin serê eskerê xûyê tîran û rimane.
- Pênsedê wan gêrçîne li pêsîyê digerîne xeberane.
- Pênsedê wan dikin malxirabo nezera di girane.
- Pênsedê wan xûyê kose û misrîyane.
- Hezarê mayî temam eskerê herba di girane.
- Çûne ser axayê mîrê di Milane.
- Go sebebê wê ya çîye?
- Go bira ma tu ne ji êlêyî, ne ji emrêyî? Çîlosman li axayê êla Mila dixwaze xeraca heft salane.
- Belê lê dike deiwa rewsa konê Erebî, ceinîya miîna Leylane.
- Lê dike deiwa sed qîzê tilî yê wan li gustîla, lingê wan di zengîyane.
- Lê dike deiwa sed pîrê xûyê tesî û kulîyane.
- Lê dike deiwa sed xortê xûyê tîr û kewan û rimane.
- Lê dike deiwa sed mêrê baspehlewane.
- Yan jî yê bi destê zorê xerac bide mi da qîza xu Edûlê li ser milê belengazane.
- Go xayê tu herema gawurê Çîlosmanî na yan ne wisane.
- Go birayo çawa te ra dibêjim, eger tu bisulmanî, li dînê Muhemedî, ez herema gawurê Çîlosmanim, mame li serê rê û dirbane.
- Belke suxulê wî bimîne nîvê rê dane.
- Wêlwêlwêl...
- Ê go dayê ew bi sê hezar mêrî çûye ser mîrê Mila, lê qeweta mîrê Mila çeqase û çi qedrane.
- Digo dilê mi li yane, sed car dilê mi li yane.
- Dibê wexta di kon da rûnistibûn, xûyê kulik û ebane.
- Xeber didan, guhê mi li guhdarîya bû, digotin hey lawo tirsa we ji Derwêsê Evdî sîyarê Hedmane.
- Rengê Derwês muxeyyer bû.
- Go birayo tu Derwês nînî?
- Go xayîngê Derwês mi ji xu ra nagre seyîsê ku here ber hespane.
- Go navê hesoê wî jî Hedmane.
- Bû sîhîna hespê.
- Go birango de were bi sahê merdane.
- Çaxê mi kirîye qala Hedmane.
- Hespê te sîhîya, yeqîn dikim tu Derwêsî, hespê te Hedmane.
- Jinkê destê xu avîte nigê Hedman ra kir û dûna xu dayê, serê bizmarê wî zerin, neilê sipî lê dane.
- Go birayo tu û dînê Muhemed kî, heke tu Derwêsî peya be li serê konane.
- Belê digo xayîngê ez Derwêsim.
- Wexta peya bû li perê konane, kula Xudê li beyta bavê xanimê keve, a nika va jê ra çêkirîye birincê Qereçamê dûvê Helikane.
- Dibê avîte ser zexmê kulî birincane.
- Jê ra kirîye tedarukê nane.
- De yar dê dilê mi li yane.
- Dibê ewî nanê xu xwarî zînê hespa li ser pistê dane.
- Nigê xu avîtine rikêfê zengîyane.
- Belê siwar bûne ser pistê hespane.
- Xanimê rê ji wan ra nîsan dane.
- `Kerr ji Derwês ra dibêje:
- dibê birayo hewara te were sahê di merdane.
- Xêr û xwesî suxula te hev bîne, tu lêxî serê Çîlosmane.
- Hema mi jî ji xu ra bibe bike kebanîya Edûlê, natele kebanîya mala di girane.
- Lê lê yar dê rebenê dilê mi li yane.
- Sed car dilê mi li yane.
- Derwês dibêje bila bi soza mêrane.
- Gava ku mi bi xêr û xasî jê kir serê Çîlosmane.
- Ezê te jî biherim belê bikim kebanîya mala di girane.
- Ewan her du ya soz bi hev ra dane.
- Evan zilaman jorda daketin serê rê û dirbane.
- Lolololo..
- Ewana sê roja hajotin bi rê dane.
- Roj kete roja di çarane.
- Xu ji para gîhande ser eskerê axayê Çîlosmane.
- Seîd digo lolololo dilê mi li yane...
- Digo Telhano birayo tê bîra te em çûne derê konê axayê mîrê di Milane.
- Qîmet nedan me her du birane.
- Lawo qot nanê layîqê me her du rêvîyane.
- Îja îro xu çê ke, roj roja mêrane.
- Birayê te yê pêsîyê here, tu peyê birayê xu top ke wekî garana guhê gundane.
- Wêlwêlwêl…
- Ay lê yar dê dilê mi li yane…
- Lolololo...
- Sed car dilê mi li yane.
- Agirê kulê bi kul be bikeve bejn û bala Telhane.
- Notanî belê birûsk rabe ji asîmane.
- Seîd çawa pêsîyê li hev dizivirîne, eva jî para dide be qûnê rimane.
- Ax eskerê Çîlosman nizane, berqe, birûske, yan agir ketîye nava kokê wan dane.
- Ax de yardê rebenê sê roja her dû bira temamî hevra lêdane.
- Hetanî hezar û pênsed mêrî serê wan kete nav dest û pîyane.
- Derwês zivirî cem her sê birane.
- Digo birano emê rast derkevin pêsîyê li para sere yê pêsîyê qet nizane.
- Lolololo...
- Lawo eger em koka wan bînin, sibê yê bêjin mêrkê bisulman vira dikin, îsê bisulmana bi xeyanetîye, bi xayînetî li me dane.
- Emê destek kincê eskerê kûçik li Ceifer kin, bisînin li cem wane.
- Bila hîm be li pîlan û bendane.
- Êvarê xeberê xu temaamî top ke bîne ji me rane.
- Bi sîyasetî bisîne xeberane.
- Serê xûyê riman û tîr û kewanan li ser milê Seîd û Telhane.
- Derwêsê Evdî gurregruê bavê min û pehlewanane.
- Ewan zilama li rojekê heyanî sî û pênc roja bi dewamî lê dane.
- De lololoooo...
- Ay lê yardê rebenê dilê mi li yane.
- Dilê mi li yane.
- Li rojekê heyanî sî û pênc roja xeyo tev lê dane.
- Nîvê esker para ji xu ra sev reviyane.
- Gum û gora bavê Çîlosmane.
- Go koka me anîye jinê me mane bê xayî û bê xudane.
- Çîlosman gava bi eskerê xu hesîya, dîna xu dayê nîvê kustîyê esker bê xûyî mane.
- Gelek cendek ketine nava dest û pîyane.
- Gelekî wan kustî û yê mayî jî sev revîne nava êla di girane.
- Her çar bira soz bi hev dane.
- Îja roj kete roja sî û sesane.
- Derketine pêsîya eskerê Çîlosmane.
- Name bi hev dane.
- Ewane hatine pêsîya Çîlosmane.
- Deiwa namûsê axayê mîrê di Milane.
- Îja eskerê wî temam sekinîye serê meydane di girane.
- Ceiferê Gêsan digo: Derwês lawo tê sibê herî nava êlê bilî Edûlê bidî lavane.
- Tê bêjî Ceifer girtîye serê hespane.
- Wêlwêlwêl...
- Ax de rebenê dilê mi li yane.
- Dibê ser kete ser milê Ceiferê Gêsane.
- Serê eskerê xûyê tîran û riman hatîye ser milê Seîd û Telhane.
- Wêlwêlwêl…
- Dilê mi li yane.
- Ewa zilamana hetanaî çil û yek rojê dewamî lêdane.
- Lolololooo...
- Kula Xudê bi kul bî bikevî mala Ceiferê di Gêsane.
- Bustina hût û leheng û pehlewanan li ber çeiva notila cixarekî bavê nava lêvane.
- Ji pênsed pehlewanî çarsedê wî hildaye temam ser jê kirîye avîtîye bestane.
- Jê maye sed mêrê baspehlewane.
- Çîlosman rabûye nav eskerê xu dîna xu dayê xêncî sed mêr pehlewanî qe kes nemane.
- De dibê Derwêsê Sêx Evdî mala xu xerab kir çû pêsîya Ceiferê Gêsane.
- Go Ceifero kurmeto, bide xatirê rahimê remane.
- Îja îro dor dora min û wane.
- Ezê jê ra bikevim henek û laqirdîyane.
- Roja çil û yekê Derwêsê Sêx Evdî mesiya bû pêsîya leheng û hûtane.
- Hetanî berî nîro serê nod û neha lêdane.
- Wêlwêlwêl...
- Îja yek lê maye, baspehlewane.
- Navê wî rûyîn Telhane.
- Zulxê pola ser sêrî ne îsê gurzane, ne îsê tîrane, ne îsê rimane...ya bo...
- Xeyo rebeno dilê mi li yane.
- Derwêsê Sêx Evdî sîyarê Hedmane.
- Notila qulingê buharê firqazekê bide xu da li serê meydanê serhiske, bi gotica Sêx Evdî nazivire ser dizgîna dujminane.
- Wêlwêlwêl...
- Berê wî daketîye berjêrane.
- Xudê teqdîra jorê bike, tê serê merîyane.
- Rebî her du lingê Hedmane pêsîyê li kulemiskê da çûne, qeydik da firiyane.
- Lololo...
- Ewî gawurî kire nemerdî rimekê li orta navmilê Derwês daye, gurçika wî derkete derivane.
- Hewî li me be lê...
- Çawa bi ketinê ra Seîd nola nerekî pêsîya devane.
- Xu gîhande pêsîyê her du bira bi hev ra lêdane.
- Dikin nakin zulxê polare, ne îsê rimane, ne îsê tîrane, ne îsê gurzane, ne îsê kustinê ye mirina girane.
- Seîd go gawur mi ser xu ra nedî mêr û pehlewane.
- Em merivin ne heywane.
- Em sefeqê heta niha di herbê dane.
- Lawo peya be, em dest bavêne bi hev dane.
- Gava gawur peya bû, dest avîte kemenda Seîd notanî mêrekî çawa destê xu bavêje zincîrekî dabû ber çoka xu dane.
- Sûr hilda ku jê ke serê wî Telhane.
- Seîd bi sê dengê Elî lê kire qûrîn lawo zirara wî çawane?
- Go gawur mi ser xu ra nedît pehlewane.
- Hela ka sifet û rengê te çawane.
- Bila keser bi mi ra neçe axa sar dane.
- Lololololo...
- Evî gawurî destê xu avîte zulxê pola ji ser serê xu hil da bû di hewane.
- Seîd bi nezim du tîr avîte di çavane.
- Çar tilîya li patika ustu ra avîte derivane.
- Ji bin çoka wî çû dera hane.
- Seîd notila qulingê buharê qîrîya hate ser cenazê Derwês dane.
- Hêy…..
- Digot de lololo… wîwîwî…
- Hey lo bira de rabe… wîwîwî…
- Hey malî sewitîyo de rabe.
- Dilê mi li yane...
- wîwîwî…
- Mala te sewitîyo Edûle qîza mîrê Mila mabû li nava Mila bê xûyî û bê xudane.
- Ezê sibê çi bidim cihaba kalemêrê li ber konane.
- Wêlwêlwêl...
- Lolo Derwêso bira sibeye serê mi dêse, dilê mi dîne.
- Malxirab serê dilê mi kule bi kesere bi birîne.
- Bira ezê duakê bikim ji xaliqê merlane, ji revê jorîne.
- Bila ruhê mi li dora ruhê te bigerîne.
- Edûle qîza mîrê Mila bila hîvîya xelqê va nemîne.
- Wey lololo bira wî wî...
- De lololo bira wî wî...
- De rabe lehengo rabe, de rabe hûto rabe, gurê pisthêsîno de rabe !
- Dilê mi li yane, tu çûyî, emê çawa bikin li duniya hane.
- Hey malxerabo bavê te kalemêre sibê xelk ji xu ra nake golikvane.
- Hey wî wî bira hea wî wî, lo bira dilê mi li yane.
- Ay de yar dê rebenê dilê mi li yane.
- Serê dilê mi bi kul û dere û bi covane.
- Binê dilê mi bi dûmane.
- Derwês digo: Seîdo bira heçê yazîya Xudê li jor dike, bê sik û bê subhe tê serê merivane.
- Xêra mi tune ji we bira rane.
- Ew derba ku ewî li mi daye, dil û gurçikê mi avêtîye di derivane.
- Hey malsewutîyano hûn diçine malê, bêjin kalebavê mi da, Xudê ruhê mi ji her sê birayê mi ra kir qurbane.
- Wêl wêl ...
- Ax de dilê mi dêse serê dilê mi kîne kîne.
- Xudê bila derdê biratîyê nîsanî dar û ber û gurê serê çîya nexîne.
- Li ser cinazê Derwês da bû qîrîne.
- Wî wî wî...
- Destê wan ketibû li ber rûyane.
- Her sêk zivirîn çûne pêsîya kafirê rûyînten, serê wî jê kirin, avîtin terkîya di hespane.
- Wextekê dîna xu didanê Ceiferê Gêsan dike tedarukê revê, berê faytûnê zivirandîye ser rê û dirbane.
- Derwês digo Seîdo bira dilê mi kîne kîne.
- Serê dilê mi kule, binê dilê mi birîne.
- Zû bike pêsîya faytûnê vir da bîne û bizivirîne.
- Sozê min li erdê nexîne.
- Herema gawurê Çîlosman bibe, her du êla ser xu xîne.
- Mi helal ke, fayda mi ji we ra nîne.
- Ca tu rabe ji mi ra taseke ava sar jî bîne.
- Melekê muqereb, qasidê qocefelekê hatîye, emanetê ji min bistîne.
- Wî wî wî...
- Hey lo bira wî wî...
- Hey lê rebenê dilê mi li yane.
- Teqdîr temam bi destê rahmê remane.
- Derwês teqdîr bû li serê rast û bestane.
- Ceiferê Gêsan, Seîd û Telhan hatin êla Çîlosman hildane û berê xu dane êla mîrê di Milane.
- Cihabekê çûye Sêx Evdî rane.
- Sêx Evdî derketîye kevirê bindarûkê dûrbînê davê serê rêyane.
- Dîna xu didayê sîyar temam zivirîne, lê sîyarê Hedman ne ji wan rane.
- Diçû pêsîyê digo: wêl wêl, lo lawo dilê mi li yane.
- Lawo hûn xêr û xasî hatin, lê sîyarê Hedman ne bi we rane.
- Seîd û Telhan bi Ceifer va ser Sêx Evdî da girane.
- Sêx Evdî digot: lawo bi xêr û xasî hûn zivirîn, we serê Çîlosman jê kirîye, her wekî bizmarek li binê sola min firîye, dîsa hûn xas bin hesêbe Derwês sax li duniya hane.
- Wax hey wî wî...
Ji kasêtê peya kir:
- Perwîz Cîhanî li bajarê Ormîyê
- Buhara sala 1989 ê û li sê hejmarên 34, 35 û 36ê kovara Sirwe da çap kir.
- Tîpguhêzî kir: Perwîz Cîhanî li 06.12.2003 li bajarê Zürichê.
- Demjimêr 21. 59
دهروێشێ ئهڤدی دهنگبێژ ئههمهد زهینال ل باكوورێ كوردستان، باژارێ وانێ نهحیا چالدێرانێ (چاردێرانێ) قهزا موورادییێ خهلقێ گوندێ گرمۆرا، روونشتیێ گوندێ ساوۆخسوویێ. ای لێ یاردێ... وهی... لێ یاردێ... دلێ م ل یانه، لۆلۆ دلێ م ل یانه. سهد جار دلێ م لیایانه. سهرێ دلێ م ب كول و دهرد و ب كۆڤانه. گدی بنێ دلێ م ب دوومانه. ب سالخێ سالخداران دبێن سهید و تهلهان دو برانه. سهید برێ مهزن ئه، برێ بچووك ژی تهلهانه. برانۆ دو فیدانن، رهبێ موتهالییێ بخو دزانه. زهمان زهمانێ بێ باڤانه. ههیام ههیامێ بهد`هسلانه. دبێن گهلهكا پیلانێ نداكرنا ههردوو زلاما ژ خوه را قرار دانه. سهید دگۆ: “تهلهان برا وهلاتێ هانێ وهلاتێ نانهرزانه. رابه ئهمێ بكهن تهدارهكێ كاروانه. همێ بهرێ خوه بدن هیمێ بنێ بهرییێ چهند سالان ههرنه كاروانه. خودێ ههیانی بهلایهتێ رێچ دكه ژ دهڤێ موسولمانا، یاخا مه خهلاس دبه ژ پیسانه. دایێ...های... ههی یار دێ دلێ م ل یانه. سهد جار دلێ م ل یانه. سهرێ دلێ م كوله، بنێ دلێ م ب دوومانه. سهید و تهلهان ههر دوویا ژ ههڤ را قرار دانه. ههر دوو برا بهرێ خوه دانه هیمێ بنێ بهرییێ خو را چوونه ب كاروانه. ههفت رۆژا هاژۆتن ب رێ دانه. لاوۆ رێكا دوور و دهرازه، نه ب گۆتن و خهبهردانێ جهماهتا د گرانه. رۆژ كهته رۆژا د ههستانه. دینا خوه ددانێ راستهكی راست وسانه. یهقین دكم خیز ل چۆكێ ههسپانه. ژێ را دبێن هیمێ بنێ بهرییێ، جییێ هووت و لهههنگانه. مێركێ جامێر نهبینه دهردێ بێدهرمانه. ل هیمێ بنێ بهرییێ ههر كهسهك ناسهكنه ل بهر ئالڤێ مێرانه. ههر تم و جارا ل وێ موهیتێ رهت نابن دهنگێ رمانه. ههر كهسهك ئیرۆ ناههژینه قهدرێ رمانه. ههر دوو برا كهتنه (سهرێ) رێ و دربانه. دینا خو ددانێ ئێلهكێ گران دنییه ل سهرێ راست و د بهستانه. خهیۆ.... ههی لێ یاردێ... وهی لۆ...لۆ... وا...دلێ م ل یانه سهد جار دلێ من ل یانه. سهرێ دلێ م ب كوله، بنێ دلێ م ب دوومانه. هو ههر دوو زلام مهسیانه ناڤا ئێلا د گرانه. دینا خو ددانێ كونهكێ ل سهر بیست و چار ستوونانه. ههفت پهرده ل كۆن دا گرێدانه. كولا خودێ ب كول به بكهڤه مالا باڤێ خوویێ كۆنێ د گرانه. هز (ژ) وه را یهكۆ یهكۆ بدم سالخێ پهردێ د كۆنانه: برانۆ! پهردا یهكێ جیهێ روونستنا مێران و هووت و لهههنگانه. پهردا دوویێ جیهێ روونستنا ئانما و جانكانه. پهردا سێیێ جیهێ كهبانی و سهركارێ د مالانه. پهردا چارێ جیهێ كالێ ل بهر سێلانه. پهردا پێنجێ جیهێ تهونكهران، بهلێ دكن نهقس و نهمووسانه. پهردا سهسێ دبێژم هۆزا مییانه. پهردا ههفتێ كۆزا بهرخانه، ل پست پهردێ دا جیهێ تهولا مهنهگییانه. دینا خو ددنێ قیز و بووكێ(ن) كیكان و ملا روونستنه ل بن پهرێ كۆنانه. زهندێ ب ههلی مۆری هلدانه. گدی چاوا دوودنێن، دو كهڤرێ لۆقلۆق و ئانتیقه پێدا ب دار دانه. نه هاجهتێ ئهلهكتریك و سهمدان و چرانه. قیز و بووكێ(ن) ملا تم و تم و جاران ل بهر دكن سهر و نهمووسانه. بدم سالخێ كۆنێ د گرانه... وێلوێلوێل... ای لێ یاردێ دلێ م لیینه. خهیۆ سهرێ دلێ م ب كوله، بنێ دلێ م ب دوومانه. وا(ن) بلاما دینا خو ددانه روونستنا جهماهتا د مێرانه. دینا خو ددانه دارجخارێ دهستێ وان سێ بهۆست و سێ تل یانه. وا(ن) زلاما ئیرۆ جخاره ئاڤیتنه سهر كۆكێ قهلوونانه. دوو ژ دهڤێ ههڤدو درهڤینن مالا وه سهوتییۆ نۆتلا بۆرییێ د سۆبانه. دینا خو ددانێ كولكێ سهر وان سێ بهۆست و سێ هۆقانه. پێچێ سهرێ وان ههموو رسییێ سهرێ دییاربهكر ژۆردا بهر ئهنییا دا بهردانه. ل ملێ وان دنێرن، ئهبایێ ههزۆیی سێ بهۆست و سێ رتمانه. ل نگێ وان دنێرن رهسكن، مالا وه سهوتییۆ تهمام روونستنه ب ههڤ را كهتنه دسمیسێ د گرانه. كولكا خو دانه ئۆرتا ئیمانێ بروو و بژانگانه. سهید دگۆ تهلهانۆ برا! ئهڤا ههست رۆژه ئهم رهتنه سهرێ رێ و د دربانه. مه كرییه بیرا خامێ د مانگانه. ههی مالا ته سهوتییۆ برچینا قودوومێ مه چوویه ههرێ تاجهته مه نهمانه. لنگێ مه ناگره ركێبێ زهنگییانه. دهستێ مه ناگره دهسگرییێ (دزگینێ) مهنهگییانه. مالسهوتییۆ ئهم برچینا مانه سهرێ رێ و د دربانه. باژۆ دهرێ كۆنێ هانه. هم بخۆن قۆته(ك) نانه. ل مهملهكهتێ مه بوویه ئاخردهورانه. یهقین دكم نها چۆر و چۆچخێ مه برچینا خو دانه بهر دیوارانه. وێلوێل... ای لێ یاردێ ... خهیۆ دلێ م ل یانه، سهد جار دلێ م ل یانه. سهرێ دلێ م كوله، بنێ دلێ م ب دوومانه. ههر دو هاژۆتن دهرێ كۆنێ د گرانه. دینا خو ددانێ كسیایه پێسیا وان سێسهد مێرێ خوویێ كولك و ئهبانه. ڤانا قلچكێ ئهرهبی ل سهر نیسكا دا ڤهدانه. ژۆر دا مهسیانه ل سهر سنییانه. دخۆن برنجێ قهرهچامێ دووڤێ ههلكانه. ملێ وان زلاما ههتا نیسكێ د دۆن و روون دا مانه. قهت كهسهكی نهگۆت ئهو ههر دوو زلامێ هانێ سهر پستا ههسپا مانه. لاوۆ دهرباس بن ژ بۆی خودێ بخۆن قۆتهك نانه. سهید چاڤ كره تهلهانه. گۆ ئهڤا كۆنا كۆنێ نهمهردانه. باژۆ ئهم دهرباس سهرێ كۆنانه. لاوۆ نادنه مه قۆتهك نانه. هو زلامێ هانێ خوویێ كولك و سهر و ئهبانه. مه ژ خوه را ناگرن سهییسێ ههسپا ناتهله ژ ئێلێ را گۆلكڤانه. لاوۆ باژۆ ئهم ههرن سهرێ كۆنانه. هم خهریبن نادنه مه قۆتهك نانه. وێلوێلوێل... ای لێ یاردێ ... لۆلۆلۆ ... دلێ م ل یانه. سهد جار دلێ م ل یانه. گدی بنێ دلێ م ب مژ و ب دوومانه. گاڤا كو ڤان زلاما ههڤ را خهبهردانه. ڤهرگهراندن سهرێ ههسپان و مهدهنێ مهنهگییانه. دهرباس بوون سهرێ د كۆنانه. مهنزلهكی هاژۆتن مهنزلهكی د گرانه. دینا خو ددانێ ئیرۆ كۆنهكی تهك ڤهگرتییه دووری كۆنانه. كۆنێ ڤی زلامی ل سهر ههفت ستوونانه. بهلێ پهردێ كۆن ریسییێد ههڤرمووسن پهنگ ب پهنگ ب ههڤ دانه. كالهكی نوورانی روویێ وی سپییه ل سهر چۆكانه. دران د دێڤ دا نهمانه. ههی لاوۆ ئیرۆ ساسكهكێ ل سێرییه، تزبییهكی سهد و یهك لب د دێست دانه. ل سهر پۆستهكی نمێژێ روونستییه ژ خو را دكسینه سهلهوات و وهردانه. سهید دگۆت تهلهانۆ برا باژۆ دهرێ كۆنێ هانه. هو كۆنێ هانێ یهقین دكم تهرتیلا وی بسولمانه. وا هارد و زلاما هۆ كرن دهڤه و میراتێ قانترانه. هاژۆتن دهرێ كۆنێ د گرانه. هو كالێ نوورانی ژ بهر وان رابوویه سهر پییانه. گدی گرتییه سهرێ ههسپانه. چاڤ كره ناڤمالێ و قاوهچییانه. گۆ لاوۆ بگره ب سهرێ ههسپانه. جل و جهۆلێ سهرپستێ ههیوانا ژێ بكن باڤێنه پهرێ كۆنانه. ههڤسارێ سهرێ ههیوانا بسقتینن باڤێژن هێسییێ كۆنانه. وا ههیوانا بهردن سهرێ راست و بهستانه. ههما زڤری ل ناڤا كۆن دا بهلێ دۆسكهكه قووستووكی ئاڤێته ئهردێ، بهلگییێ ب سێ لهگان ل بهر پستا وانه. هو كالێ نوورانی سهكنییه ل پێسبهرا كۆن ل پێسییا زلاما دكه هورمهتا گرانه. سهید بانگ كرێ گۆ ئاپۆ روویێ ته سپییه ل سهر چۆكانه. یاسێ ته دهرباس بوویه، تو ل سهر پییا سهكنییی دكی خزمهتا گرانه. هرێ دبێ ژ م را نهباسه، نه سهرهفا مێرانه. لاوۆ ئیسێ وه تونه ب خهبهرێ هانه. هوون خهریبن نه ژ ڤان دهرانه. هورمهتا مێڤان تم و تم و جاران ژ بۆنا خودانه. ای لێ یاردێ... وێلوێلوێل... لۆلۆلۆ...دلێ م ل یانه. سهرێ دلێ م كوله، بنێ دلێ م ب دوومانه. سهید پرسی گۆ ئاپۆ ئێلهكێ دانییه ل سهرێ راست و بهستانه. كۆنهكی گران ل سهرتاجێ كۆنانه. ههیانی پێنج ههزار مال(ی) د بن كۆنان دانه. رسییێ كۆنان پهنگ ب پهنگ ب ههڤ دانه. گهلۆ ئهو كۆنا كۆنێ كێیه، ئێلا چ كهسانه. گۆ لاوۆ ئهو ئێلا تو دبێژی ئێلا ئاخایێ میرێ ملانه. گۆ ئاپۆ ئێلا وی دا قهرهبالخهك ههبوو ئهو چ قهرهبالخهكه د گرانه. گۆ لاوۆ ما تو نزانی ئهو كۆنا كۆنێ میرێ ملانه. سێسهد مێر تێ دا روونستنه ل هوندورێ كۆنانه. ههر یهكێ رهیسێ ئێلهكێ، ل كۆن دا روونستنه ژ ههڤ را ب خهبهردانه. بهلێ گۆ لاوۆ ژ میرێ ملا را هاتییه كاخهزا گاوورێ چیلۆسمانه. گۆ ئاپۆ سهبهبێ وێ چییه و چمانه؟ گۆ تێ دا نڤیسییه بده من هۆزێ مییا كۆزێ بهرخانه. یێ بده من بارێ زێرا قهنتهرێ دهڤانه. یێ بده من خهراج خهمل و رهوسا كۆنێ ئهرهبی، جهنییا مینا لهیلانه. یان ژی یێ سۆرگولییێ ئهدوولا قیزا خو را بگره ژ م را تێخه كهبانییا مالا گرانه. یان ژی بلا تهداروكێ خو بكه، سهرێ م پێ را ههیه، سهر و جهنگا گرانه. ێ، گۆ ئاپۆ سهبهبێ وێ چییه و چمانه؟ گۆ لاوۆ گاووره ژێ را دكه خهبهردانێ د گرانه. ێ، گۆ ئاپۆ لێ تو كێیی، ناڤێ ته چییه، و ته چما ها تهك دانییه و تو ناچی ناڤا وانه. ای بێ یاردێ... وێل وێل وێل... لۆلۆلۆ...دلێ م ل یانه. سهرێ دلێ م كوله، بنێ دلێ م ب دوومانه. لاوۆ ئهمرێ من دهرباس بوویه، هاتییه نۆد و نهگانه. تو بالا خو بدێ دران د دهڤێ م دا نهمانه. روویێ م سپییه ل سهر چۆكانه. لاوۆ چۆكێ م نه یێ دۆسهكانه. تلی پێچكێ من نه یێ برنجێ قهرهچامێ دووڤێ ههلكانه. لێڤێ م نه لێڤێ قههوانه. ناڤێ م سێخ ئهڤدییه ئهز باڤێ دهروێسم بهلێ ئهمرێ م دهرباس بوویه ژ نۆد و نهگانه. سهید ژێ پرسی: گۆ ئاپۆ تو دبێژی ئهز سێخ ئهڤدیمه، باڤێ دهروێسم، لێ دهروێس كویه، ل كێدهرێ دانه؟ م ناڤ و دهنگێ دهروێس بهیستییه ل وهلاتێ سوهرقێ، ل ناڤا ههڤدێ تهونانه، ل جهماهتا گرانه. اخا و بهگ ل ور دا ل ههڤ دجڤن دكن ناخلێ و خهبهردانه. دكن بههسا ههربا دهروێسێ ئهڤدی، ههربا د گرانه. یژا نها دهروێس كانێ ل كێدهرێدانه؟ ای لێ... یاردێ... لۆلۆلۆل دلێ م ل یانه. سهد جار دلێ م ل یانه. سهرێ دلێ م كوله، بنێ دلێ م ب دوومانه. لاوۆ ئهدهتێ مالا مهیه، گاڤا بكهڤن خهوا د گرانه. ههفت رۆژان رانابن ل خهوا د گرانه. یرۆ بهلێ چاره، دهروێس رازایه، هێ سێ رۆژ وهختا رابوونا وی ژی مانه. لاوۆ ئهم ژی قههرینه ناچنه ناڤا ئێلا وانه. لێ بهلێ ئهز ژ وه را بكم سالتانه. یسال ههفت ساله دلێ دهروێس ل ئهدوولا قیزا میرێ ملا دانه. هز دچمه خازگنییێ ئهدوولێ ژ م را دبێژن، ئهسلێ ته ئێزدییه پیرێ ته سهیتانه. یرۆ كهتییه رۆژا كهوكهبێ، سبێ نهرینییا لاوێ د باڤانه. كورۆ تێ دهنگێ كۆسه و مسرییانه. لێ بهلێ ئهوی ژی گرهگره تۆپ كرییه ناڤا كۆنێ خوه دانه. دبێ هاتییه ژ م را ناما چیلۆسمانه. لاوۆ ئهوی ژی ئیسكانا سوهتان و سورووتان دانییه سهر زهرفانه. زهرفه ل سهر تهلبانه. تهلبه ل ناڤا جهماهتا مێرانه. كێیێ كو ههره بینه جهوابا ئهسكهرێ چیلۆسمانه. هزێ ب سۆرگولییێ ئهدوولێ را بگرم ژێ را بكهمه كهبانییا مالا د گرانه. لاوۆ ئیرۆ ههفت رۆژه برنجێ قهرهچامێ، دووڤێ ههلكان دده وان خوویێ كولك و ئهبانه. كهس نهوێره دهستێ خو باڤێژه ئیسكانا سهرتان و سورووتانه. یجا ل پێسییا خو ب داركێ جخارا هلدانه. چۆكهكێ ل پێسییا خو ئهرد ڤهدانه. هم ژی خهییدینه، ناچنه ناڤا وانه. روویێ وی ژی ناگره بسینه پهیێ دهروێس دانه. لاوۆ ئهوا جهماهتا وی ئیرۆ ههفت رۆژه ل كۆن دا ههڤ جڤییانه. وێلوێلوێل... ای لێ یاردێ...لۆلۆلۆ دلێ م ل یانه. سهرێ دلێ م ب كول و دهرده، خهیۆ بنێ دلێ م ب دوومانه. گۆتن د دهڤێ سێخ ئهڤدی دا بوو، گۆ ئاپۆ خازلی من بدیتا قهد و قامهتێ دهروێس كو چاوا سالخ دانه، گهلۆ ڤره یان وسانه. سێخ ئهڤدی رابوو لنگێ خو لێدا ل سهرێ پاپووسانه. چوو دهرێ چادورا دهروێس یێ ژێ را بێژه دو بهندانه. جكا گۆتنێ سێخ ئهڤدی ژ ئهولاد را چانه؟ وێلوێلوێل... دگۆتێ ده لۆلۆ وایێ... هوویی...وی.. ده رابه، هووتۆ ده رابه! لهههنگۆ ده رابه ! سۆتهنییۆ ده رابه ! گهدهیۆ ده رابه ! پۆسمانۆ ده رابه ! پێنج پهرانۆ ده رابه ! دهروێسۆ لاوۆ رابه ژ خهوا د گرانه. دو زلام هاتنه مالا مه مێڤانه. خوهیبن نه ژ ئێلێنه، نه ژ ئهمرێنه، چۆل و بهست دانه پێسییا خوه دانه. یێ ههرن هیمێ بنێ بهرییێ كهروانه. سالخێ ته ژێ را دانه. لاوۆ ده رابه، دهڤێ م دا نهمانه درانه. نه وهختێ من و لاقردی و ههنهكانه. یژا رابه ژ ههر دو مێڤانا را بكه لاقردییانه. بلا ل مهملهكهتێ مه نهكن تو خهم و خییالانه. ای ده یاردێ رهبهنێ دلێ م ل یانه. م دینا خو ددایێ دهروێسێ ئهڤدی رادبوو ژ خهوا د گرانه. خولاما گرتنه قولپێ مسین و لهگهنییانه. پێسگری ل سهر ملێ وانه. ل بهر دهروێس سهكنینه، دهروێس ئاڤێ داڤێژه ناڤا بروو و بژانگانه. سێخ ئهڤدی هاتییه ل كێلهكا ههر دوو زلاما روونستییه ژ وان را دكه لاقردییانه. ای ده یاردێ رهبهنێ دلێ م ل یانه، دلێ م ل یانه. م دینا خوه ددایێ دهروێسێ ئهڤی سییارێ ههدمان كلێ چهڤێ قیزان و بووكان خو بهردابوو پهرێ كۆنانه. سێ جارا تهوافا دهستێ باڤێ خو كرییه، ل پێسدهرا كۆن ههر دو دهستێ خو كهمهربهست گرێدایه سهكنییه سهر پییانه. وێلوێلوێل... ای ده یاردێ رهبهنێ دلێ م ل یانه. سێخ ئهڤدی زڤری ل سهر ملێ خو نهێری ل مێڤانانه. دگۆ لاوۆ مێڤان ئهڤ ههر دو زلامانه. روونێ كێلهكا وانه. ژ وان را بكه هورمهتا د گرانه. وێلوێلوێل... ده یارد ئێ دلێ م ل یانه. سهید و تهلهان ههر دوو یا دینا خو دانه قهد و قامهت و بهژن و بالێ دهروێس دانه. تهخمین دكر تهسبیه نهبه بهژنا وی وهكی منارهیێ جامییانه. چۆكێ وی وهكی چۆكێ نهررانه. بینانی نهرێ كو تێكهڤه پێسییا ههفت قهنتهر دهڤێ د كهروانه. نهتكا وی سێ بهۆست و چار تلییانه. هز دینا خو ددهمێ ئۆرتا ههر دوو بروو و بژانگانه. دوو موویێ ئهرزایل دوور ڤا پێس خوویانه. دایێ وێلوێل... اخ دبێ سالخ دانه. سهید ب تهلهان ڤا دینا خو ددانێ وسانه. هازا كو مێرهكی ب سهد مێرانه. گاڤا كو بكهڤه سهرێ هیمێ بنێ بهرییێ لهههنگ و هووتانه. ب قهبزێ رما را بگره بكهڤه ناڤا مێرانه. منێ دین و بالا خو ددایێ ئیرۆ چاوا ببه نرینا لاوێ باڤانه. كولا خودێ ب كول به بكهڤه مالا خوویێ ههدمانه. گاڤا بكهڤه سهرێ پههلهوان و هووتانه. دهڤێ خو داڤێژه قالتاخێ زینێ ههسپێ دوژمنا دكسینه سهر خوویێ خو دانه. لۆلۆلۆ... بهلێ پارا دده بهر رهفهس و چفتانه. یژا پێ را دده بهر لهكمان و گهزانه. میراتێ ههدمان نهلێ وی زیڤن، بزمارێ رێر لێ دانه. ب رۆژێ كهوكهوێ گران ب رنییێ لاوێ باڤا را ب دهنگێ كۆسهل و مسرییا را تم و جارا ل سهرێ مهیدانێ مهجالێ ناده دوژمنانه. لۆلۆلۆ... ههی لێ یار دێ رهبهنێ دلێ م ل یانه. گۆتن ل دهڤێ وان زلامانه. دینا خو ددانێ سییارهكی تهك دهركهتی ل پهرێ كۆنانه. دمهكێ نهزهیی ل دهست دانه. ههفت سالخێ رمێ ههیه، ئهز ژ وه را ڤدم سالخێ رما هانه. كا چاوانه. یهك لاله، یهك دوره، یهك قومرووته، یهك زومرووته، د ئۆرتێ دا یاقووتا تهیرێ د نهمانه. سهتێ میراتا رمێ ل ههوانه. ساده ژ ژههرییا مرانه. وسانه بنانی گهورهكی ئاسن لاوۆ بهراس ب مووكی پێ دا ب دار دانه. بهلێ مهدهانییهك ل بن دانه. هو ههسپا نه وهك ههسپێ وهلاتێ سهرههدێ نۆتلا بهرگیرێ هانه. ب لنگا تێنه فرۆتانه. ههر لنگهكی ههیوانی تێ ب چل كیسه زێرێ د گرانه. لۆلۆلۆ... ههی لێ یار دێ رهبهنێ دلێ م ل یانه. هڤی زلامی هاژۆته دهرێ كۆنێ سێخ ئهڤدی دانه. سێخ ئهڤدی و دهروێس رابوونه سهر پییانه. ب سهرێ مهدهانی یێ را گرتن دهرباس كرن پست چیت و پهردا د ههسپانه. دۆسهكهك دنێ ئاڤیتن ئهردێ، كهتن بن ملێ وی دانینه سهر دۆسهكا هانه. وهختا كو ئهو زلاما روونست ل سهر دۆسكانه. گۆ لاوۆ ئهڤا ژی ناڤێ وی جهفهرێ گێسییانه. كورێ خووسكا منه، رێیا ههفت قۆنخا ژ مه وێ دانه. گاڤا بكهڤه سهرێ لهههنگ و هووتانه. انجاخ دهروێس دگره سهرێ ههسپانه. هو دوژمنا را دكهڤه لاقردییانه. وێلوێلوێل... ده یارد ئێ دلێ م ل یانه، لۆلۆلۆ... وهختێ كو سێخ ئهڤدی سالخێ جهفهرێ گێسان ب ههر دوو بلاما را دانه. دینا خو ددانێ ئهرهبهك تێ یه ژ وێ دانه. لێڤا ئهرهب یهل ل ئهرده، یهك ل ئاسیمانه. نوورا رههمان تونه ل روویانه. نهمهكی(نامهیهك) ل بهریكا وی دانه. سهلام دابوو ههر چارانه. سێخ ئهڤدی گۆ ئهرهب كهرهم كه دهرباس به ژۆرا هانه. هرهب ل قارسی سێخ ئهڤدی روونستییه ل سهر چۆكانه. دهستێ خو ئاڤیتێ نامه دانییه سهر چۆكا سێخ ئهڤدی باڤێ دهروێس دانه. وهختا نامه دهرخستییه دینا خو دایه زهرف و كاخهزانه. سهید گۆ ئاپۆ ئهوا چ نامهیه، ژ مه را بێژه كا چاوانه گۆ لاوۆ ئهڤا ههیه ئهرهبێ ناڤنالی یێ میرێ د ملانه. ههرێ ژ م را هاتییه ناما هانه. دبێژه ئیرۆ ههفت رۆژه م بهرهڤ كرییه گرهگره، خوویێ كولك و ئهبا، ههر رهیسهكی د ئێلێ دانه. درمه وان برنجێ قهرهچامێ دووڤێ ههلكانه. ملێ وان ههتا نیسكێ د دۆن و روون دا مانه. م ئیسكانا سهرتان و سورووتان دانییه سهر زهرفانه. زهرف ل سهر تهلبانه. تالبه ل ناڤ جهماهتا د مێرانه. بهلێ ئیرۆ چاوا ههفت رۆژه كهس نهوێره دهستێ خو باڤێژه ئیسكانا سه تران و سورووتانه. قه ئیمان و نامووس ژ مه را نهمانه. بهلێ ئیرۆ ژ م را هاتییه ناما چیلۆسمانه. تێدا نڤیسییه، یان بده من هۆزێ مییا، كۆزێ د بهرخانه. بارێ زێرا قهنتهرێ دهڤانه. رهوسا كۆنێ ئهرهبی، جهنییا مینا لهیلانه. یان ژی یێ سۆرگولی یێ ئهدوولێ را بگره ژ م را بكه كهبانییا مالا د گرانه. اخ ده لاوۆ نامووسا مێركێ بسولمان نه ب پهرانه. دبێ ئیژا م ئیسكان دانییه سهر زهرفانه. سفر (سرف) ههره ژ م را بینه جهابا ئهسكهرێ چیلۆسمانه. كێ ههره بینه جهوابا ئهسكهرێ چیلۆسمانه. هزێ ب گۆتنا خودێ ب ههدیسا پێخهمبهر ئهدوولێ ژێ را بكم كهبانییا مالا د گرانه. لێ كهسهك ئاڤرێ خو ناده ئیسكانا سهرتان و سورووتانه... هوا ناما هانێ هاتییه ژ م رانه. دبێ بلا كهرهم بكه وهره جهماهتا د مێرانه. لێ م بهرییا نها ژ وه را گۆت، ئهم ژی قههرینه ناچنه ناڤا جهماهتا وانه. م وهختهكێ دهوا ئهدوولێ دكر ژ دهروێس رانه. ژ م را دگۆت: قیمهتا ته چییه، ئهز ئهسیرم ئهسلێ ته ئێزدییه، پیرێ ته سهیتانه. ای لۆ بهرخێ دلێ م ل یانه. سهد جار دلێ م ل یانه. سێخ ئهڤدی دگۆت لاوۆ هوون دهمهكێ روونێن ئهز گاڤهكێ ههرم دهرێ كۆنێ میرێ د ملانه. جكانێ چ دهمه چ دهورانه. چ قهرهبالخه سێڤرا د گرانه. لههزهكی مێزه بكم بهژن و بالێ خودانێ كولك و ئهبانه. یژا سێخ ئهڤدی لنگێ خو لێدانه سهرێ مهسانه. چوو دهرێ كۆنێ ئاخایێ میرێ د ملانه. دینا خو ددایێ خوویێ كولك و ئهبا روونستنه پێدا پێدا بهلێ كولكێ خو موتانه ئۆرتا ئیمانێ بروو و بژانگانه. ههر یهكێ سڤقهلوونێ وان د دهستا دا ب دو مێترانه. رهبهنا ئیژا ترساڤا كهتنه دسمیسێ د گرانه. ناخۆن ئیسكانا سهرتان و سورووتانه. یهقین دكم ئیرۆ ههر یهكێ چۆكهكێ پێسییا خو ئهرد ڤهدانه. خهیۆ دلێ م ل یانه. وێلوێلوێل... یژا سێخ ئهڤدی سهلامهكێ دابوو خوویێ كولك و ئهبانه. اخایێ میرێ ملا دگۆ: سێخ ئهڤدی دهرباس به ژۆرا هانه. سێخ ئهڤدی دگۆ لاوۆ سهرێ ته مهزنه بینانی سهرێ بالاخێ گامێسانه. ته هندهك گهده و گووده، گۆلكێ ل بهر چێلهكا ئیرۆ ههفت رۆژه تۆپ كرییه ناڤا جهماهتا گرانه. لاوۆ تو ددی وان برنجێ قهرهچامێ دووڤێ ههلكانه. موهرسێ كورێ موهرسان دو زلام هاتنه مالا ته مێڤانه. ناڤێ یهكێ سهیده، ناڤێ یهكێ ژی تهلهانه. ته تاقهت نهكر تو چۆپهك نان بدی وان زلامانه. ژ بۆی خودێ رێڤینه، ل سهرێ رییانه. ژا خوویێ كولك و ئهبا دۆن و روون دا مانه. لاوۆ تو دبێژی م دهرباس به ژۆرا هانه. نه قوونا من یا دۆسهكانه. نه تلی پێچكێ م یێ برنجێ قهرهچامێ دووڤێ ههلكانه. نه لێڤێ م لێڤێ قههوانه. گۆ ئهز هاتمه كا گۆتنێ ته چییه، دهوا ته چ را نه گۆ چما تو نزانی ئیرۆ چهند رۆژه ژ م را هاتییه ناما چیلۆسمانه. بهلێ گۆ ئاخایێ من، چهندی یاسێ م دهرباس بوویه، لێ گوهێ من ل گوهدارییانه. اخ گۆ لاوۆ نامووس نه ژ ته را نه. ته گۆلكێ بهر چێلهكا بهرهڤ كرییه كۆنێ خو دانه. ههفت رۆژه تو ژێ را دكی خزمهتا گرانه. سبێ بلا بكهڤه كهوكهوێ سنگینییێ زهنگییێ میراتێ مهتهانییانه. ببه نرینا مێرانه. ببه گوژینێ گورز و كهمهندانه. ببه تهقینێ رم و مستییانه. هوێ سهرێ خو ل بهر دهرییا دهرخن وهكی گۆلكێ ل بهر چێلهكانه. كهكسهك ژ ته را ناكه یاردما نامووسا د گرانه. سێخ ئهڤدی سهرێ خو بلند كر، گۆ قاوهچییۆ سهرێ م دێسه، دلێ م دلا دلكی دینه. سهرێ دلێ من ب كوله، ب كهسهره و ب برینه. یسكانا قاوا سهرت و سورووتا جهماهتا سێسهد مێری تو برژینه. ژ ئاپێ خو را قاوهیهك تهزه بكهلینه. ل پێسییا خوویێ كولك و ئهبا بگهرینه. بلا دلێ كهسهكێ ژ من نهمینه. ههمین یاسێ م دهرباس بوویه، وهختێ من و سهر و دهوێ گران نینه. لاوۆ ئیژا تو بهر ب ئاپێ خو ژێله بینه. تو بالا خو بدێ جكا چ دهورانه، بلا كولك و ئهبا و سهر و رسییێ ڤانا ل بهستێ بێ خوویی بمینه. ای لێ یاردێ دلێ م ل یانه. دلێ م ل یانه. لۆلۆلۆ دلێ م ل یانه. سهد جار دلێ م ل یانه. سهرێ دلێ م ب كول و دهرد و تهڤ جۆڤانه. بنێ دلێ م ب دوومانه. وهختێ قاوهچی ئیسكانا سهرتان و سرووتان دگهرینه، خوویێ كولك و ئهبا سهرێ خو برنه بنێ ئاپنجییانه. لاوۆ كهتنه دسمیسێ د گرانه. سرا هاته سهر سێخ ئهڤدی دانه. سێخ ئهڤدی دهستێ خ ئاڤیته ئیسكانا سهرتان و سورووتانه. سهر خو دا قولباند، بوو سیرقینا جهماهتا خوویێ كولك و ئهبا، ههموو پێ كهنانه. گۆ ئهمرێ وی نۆد و نهگانه. دران د دێڤ دا نهمانه. قوونا وی ناچه سهر جییانه. ب لاف و لووفا یێ ههره بینه جهابا ئهسكهرێ چیلۆسمانه. تهمام پێ دا ب سێخ ئهڤدی كهنانه. سێخ ئهڤدی زڤری بهرێ خو دا مالا خو دانه. تهمام ژ دهروێس را سالخ دانه. دلێ م ل یانه. سهد جار دلێ م ل یانه. لۆلۆلۆلۆ... چار سییارا هاژۆتن دهرێ كۆنێ میرێ د ملانه. خوویێ كولك و ئهبا ههموویا وستویێ خو خار كرنه، چهڤێ وانا مانه ل ههوانه. دهستێ وان ناگره ئیسكانێ قههوانه. رهبی دهروێسێ سێخ ئهڤدی سهكنییه پێسدهرا كۆن دانه. دۆسكا وی ل سهر ملێ میرێ ملا دانه. گۆ ئاپۆ جیهێ ته دهرا هانه. داكهڤه بنییا سۆلانه. جهفهرێ گێسان، سهید و تهلهان رابوون سهر دۆسهكانه. بخو سهكنی ل قارسی ههر سێ برا ل سهر چۆكانه. ههی ده یاردێ... دهروێسێ ئهڤدی گۆته خوویێ كولك و ئهبانه. همرێ باڤێ من نۆد و نهگانه. دران د دهڤێ باڤێ من دا نهمانه. بوو سیرقینییا وه هوون ب باڤێ م كهنییانه. لاوۆ ئیسكانا سهرتان و سورووتان ئهڤا ههفت رۆژه ل بهر وهیه، وه نۆتلا گۆلكا وستویێ خو خار كرییه ل بهر دیوارانه. یرۆ رۆژا مێرانه. وێلوێلوێل... ههی یاردێ رهبهنێ... كولێ تو ب كول بی بكهڤی مالا باڤێ ئهدوولێ، ب سێسهد و سێست و سهس تهرزا خو خهملاندییه، زولف بهردایه ناڤا گهردهنێ، د برییانه. بهژنا ڤێ دهلالێ وسنه نۆتلا تاكا رهانێ، بهر دهڤێ ئهرهز، بهلێ سڤكا گهزۆیێ هنداڤ دانه. سوورهتێ وێ هۆریمهلهكێ بینانی سێڤێ خهلاتێ ژ خو را تهزه خال دانه. ل گهردهنێ بنێره نۆتلا گهردهنا قولنگێ پاییزێ، بكه زاروون ل ناڤا چیمهن و چاییرا ل بهر زهڤییانه. دلێ وێ ئیسال ههفت ساله ل دهروێس دانه. د بن بژانگ و مووژنگێ چهڤا را ئاڤرێ دده دهروێس دانه. دهروێس برینداره، نۆتلا فرارهكی بیست و چار سالا بكهڤه ل فرارییێ گوللێ ب نوقته باڤێژه دل و هناڤانه. وسا ئاڤرا دده دهروێس بهلێ نۆتلا ئۆخجییێ تیر و كهوانێ تیرهكی باڤێژه سهرێ كهزهبێ، سهرێ كهزهبا وی كول كرییه پستا پیلێ وی ڤا بسكۆك دانه. یار دێ دلێ م ل یانه... دهروێس هنداڤ دا رابوو سهر پییانه. راكرییه سنگێ بهر هێسییا كۆنانه. كهتییه ناڤا خوویێ كولك و ئهبانه. كولك كهتییه ناڤا دهست و پییانه. هبایێ ههزۆیی ل بهستێ ڤهلهزییانه. سڤقهلوونێ وان ب ئاگر ڤا ڤهرگهریانه. داركێ جخارا ل ناڤ دهست و پییا دا بوونه سهس پرتییانه. من دینا خو ددایێ هاتانی سێسهد مێری خو ئاڤیتن پست جل و جهازێ د دهڤانه. ای لێ یارد ئێ... جهفهرێ گێسان، سهید و تهلهان و دهروێس هاتنه دهرێ كۆنێ سێخ ئهڤدی دانه. دهروێس دگۆ باڤۆ ژ م را بكه كارێ د ههسپانه. مه سهرێ خو دانییه ئۆخرا د گرانه. سێخ ئهڤدی چوو پێسییێ گۆ دهروێسۆ لاوۆ ناڤێ ههسپێ ته ههدمانه، یێ م ئهتمانه. لاوۆ ئیسال ههفت ساله هوندور دا تاڤ نهدیتنه ژ دهرڤانه. ژ هسكییێ دا خارنا وانه. منێ نهلێ وان زیڤ و بزمارێ وان زێر لێدانه. سهبا زوو نهمهن، ل سهتێ مهیدانێ بكهڤنه سهرێ لهههنگان خو باڤێنه سهر دزگینێ دوژمنانه. ده لاوۆ تو وهره ئیرۆ سوار به میراتێ ئهتمانه. هتمان ههسپێ باڤێ ته یه، لاوۆ ته ناهێله د ج دانه. ل گاڤا سهر و جهنگا دا دوژمنا دده بهر لهكمانه. لاوۆ ههسپێ ته سهرهسكه، ل سهرێ مهیدانێ زوو نازڤره سهر دزگینا دوژمنانه. وێلوێلوێل... دلێ م ل یانه، سهد جار دلێ م ل یانه. سێخ ئهڤدی دگۆ دهروێسۆ لاوۆ ل ههسپێ م سییار به، بهلكێ ل رۆژا تهنگاڤییێ تو دكهڤی سهرێ كهوكهسێ سبێ، سهرێ كۆس و مسرییان، دهنگێ نرینییا لاوێ باڤا لاوۆ تو بێ خایی نهمینی ل ناڤا دوژمنانه. دهروێس دگۆت سێخ ئهڤدی ئاقل چوویه، سهودا ل سهرێ ته نهمانه. هز ههسپێ چێ سوار بم یێ كۆتی بدمه ڤان برایێ هانه. خودێ سوخولا م نایینه ل سهر رێ و دربانه. هگهر ئهجهلێ م هاتبه ل سهر پستا میراتێ ههدمانه. تو ههسپێ خو بده سهید دا، گولی سهیی داییكا ههر دو ههسپا بده تهلهانه. هزێ ژی سییار بم ههدمانی، بنێ بهرییێ ب لنگا تێ فرۆتانه. همێ بهرێ خو بدۆنه سهر ئهسكهرێ چیلۆسمانه. سێخ ئهڤدی ههسپ و زین و تاخمێ وان ل سهر پستێ دانه. هڤان زلامانا چوونه دهستێ سێخ ئهڤدی، بهرێ خو دانه ئۆخرێ، پستا خو دانه فهلهكا خایین و دهرهوین ژ كهسی را نهمانه. دلێ م ل یانه... سهرێ دلێ م كوله ب جۆڤانه. بنێ دلێ م ب مژه ب دوومانه. هدوولا قیزا زۆر تهمر پاسایێ ملی بهیستییه دهروووسێ ههره سهر چیلۆسمانه. رهفێ قیز و بووكا ل سهر خو دانه. ستابهكێ دایه بهژن و بالا خو، مۆری و ئینجییانه. لاوۆ ئاڤ ل گهردهنێ خوویا دكه، مهژوو ل تلیانه. خو بهردبوو سهرێ رێیا كو دهروێسێ ههره سهر چیلۆسمانه. یژا وی چاخی یێ ئهدوولێ ب ئهزمانێ سرین، ب قهد و قامهتێ گران یێ بهندهكێ دهروێس را بێژه، كانێ بهندێ وێ چاوانه. وێلوێلوێل.. دگۆ ده وهره، دهروێسۆ ده وهره، لهههنگۆ ده وهره، هووتۆ ده وهره! ههی مالخهرابۆ باڤێ م ته دخاپینه، ل رێیا هات نههاتێ دا دسینه. دلێ م ل یانه، سهرێ دلێ م دێسه، دلێ م (ژ) دلا دلهكی دهل و دینه. لاوۆ ب ههقییا خودێ به، باڤێ وه بسولمانه، كالكێ وه ئێزدینه. ێلا ته ئێلهكه گرانه، ههمین سووندا ته ب یهزدان را گرانه، ترسا ته تونینه. ده تو وهره دهستێ خو باڤێ سینگێ م سی و سێ سهدهف سهر ههڤ سهكنینه. لبۆ لبۆ سهرێ سهدهفا بقهتینه. ل جۆتێ زهرمهمكا بنێره، سهرێ وان سۆر و خوونن، بنێ وان سپینه. یژا خهمێ دلێ خو پێ برهڤینه. بلا چوویینا ته دا چ كول و كهسهر و كهدهر ل دلێ م یێ برین دا نهمینه. اخ ده لای لۆ هایێ...ده لای لۆ هایێ... دلێ م ل یانه. سهد جار دلێ م ل یانه. دهروێسێ ئهڤدی دگۆت تۆلێ ده رابه ل سهرێ رێ و دربانه. نه گهدهمه، نه گوودهمه، رامووسانان بستینم ل تالدێ تهپك و دهڤێ ئاڤانه. دچمه سهر ئهسكهتێ چیلۆسمانه. ب قهوهت و رایا راهمێ رههمانه. هزێ ب گۆتنا خودێ ب ههدیسا پێخهمبهر ته ژ خو را بكم كهبانییا مالا د گرانه. بهلكی چوویینا من ب منه، هاتنا م ب خودانه. سبێ خهلكێ ژ م را بێژه سهر ئۆخرا خو زڤری دهروێس گهدهكی ب دو پهرانه. چیكی مه ژێ را ههیه، ئهسلێ وی ئێزدییه پیرێ وی سهیتانه. دلێ م ل یانه... سهید و تهلهان و جهفهرێ گێسان، دهروێسێ ئهڤدی كلێ چهڤێ ئهدوولێ دهرباس بوون سهرێ كۆنانه. ههفت رۆژا هاژۆتن ب رێ دانه. وێلوێلوێلللللل... رۆژ كهته رۆژا ههستانه. ل خیمێ بنێ بهریكا ژێرین دینا خو ددانێ ئێلهكێ دانییه ل قۆنتارا چییانه. هنهك دبێژن مژه، هنهك دبێژن دوومانه، هنهك دبێژن سێركێ ئاسیمانه. هنهك دبێژن وهكی خیزێ بنێ بههرانه. سهرێ ئێلێ ههیه، بنێ وێ قهت نهخوویایه. تم و تم جارا ئێلێ خو دایه ئالییێ راستێ سهرۆبهنه، كۆنهكی گران ل سهرێ كۆنانه. چادورهك ئال سنجان ل پهرێ كۆنانه. دهروێسێ سێخ ئهڤدی، سهید و تهلهان و جهفهرێ گێسان هاژۆتن بهر دهرێ وێ چادورا ئالسنجان بهلێ ل پهرێ كۆنانه. دینا خو دانێ خانمهكێ ژێ دهركهتییه، ئاگرێ كولێ ب كول به بكهڤه بهیتا باڤێ خانمێ وهكی سریتێ دۆرا كۆنا پۆرێ وێ كۆم بوونه ل ئهردێ مانه. یهمان دبێژه بهژن و بالێ خانمێ دنێری دبێژی بهژنا سپیندارانه. ل دێمێ خانمێ دنێری تو دبێژی ههیڤا د چاردانه. ههما گرتییه ل سهرێ ههسپێ دهروێس دانه. اخ دگۆ برانۆ پهیا بن هوون رێڤینه ل سهرێ رییانه. برانۆ كهرهم كن بخۆن قۆتهك نانه. دهروێس ل خانمێ پرسیار كر: ئهڤ ئێلا ها كو سررێ وێ ههیه، بنێ وێ نهخوویانه. ێلا كێیه و ئاخایێ وێ كیژانه؟ گۆ برایۆ ئاخایێ ئێلێ چیلۆسمانه. گۆ خایێ ئهز بالا خو ددمه ئێلێ خێنجی كالێ نۆد سالی كهسهك تێدا نه خوویانه. لێ مێرێ ئێلا وه كو دا چوونه قهت نهمانه. گۆ برایۆ ئهڤا ئێلا ئاخایێ چیلۆسمانه. تهمامێ وێ تۆپ بوونه چوونه ههرن سهر ئاخایێ میرێ د ملانه. گۆ خایێ مهوجوودییا وان چهقاسه؟ گۆ برایۆ مهوجوودییا وان سێ ههزاره قهت كێم نینه، دهركهتنه سهرێ رێ و د دربانه. گۆ برایۆ ئهز سالخێ وی سێ ههزاری بدهم ژ وه رانه. پێنسهدێ وان رمبازن، تم جاران دكن سهرێ ئهسكهرێ خوویێ تیران و رمانه. پێنسهدێ وان گێرچینه ل پێسییێ دگهرینه خهبهرانه. پێنسهدێ وان دكن مالخرابۆ نهزهرا د گرانه. پێنسهدێ وان خوویێ كۆسه و مسرییانه. ههزارێ مایی تهمام ئهسكهرێ ههربا د گرانه. چوونه سهر ئاخایێ میرێ د ملانه. گۆ سهبهبێ وێ یا چییه؟ گۆ برا ما تو نه ژ ئێلێیی، نه ژ ئهمرێیی؟ چیلۆسمان ل ئاخایێ ئێلا ملا دخوازه خهراجا ههفت سالانه. بهلێ لێ دكه دهوا رهوسا كۆنێ ئهرهبی، جهنییا مینا لهیلانه. لێ دكه دهوا سهد قیزێ تلی یێ وان ل گوستیلا، لنگێ وان د زهنگییانه. لێ دكه دهوا سهد پیرێ خوویێ تهسی و كولییانه. لێ دكه دهوا سهد خۆرتێ خوویێ تیر و كهوان و رمانه. لێ دكه دهوا سهد مێرێ باسپههلهوانه. یان ژی یێ ب دهستێ زۆرێ خهراج بده م دا قیزا خو ئهدوولێ ل سهر ملێ بهلهنگازانه. گۆ خایێ تو ههرهما گاوورێ چیلۆسمانی نا یان نه وسانه. گۆ برایۆ چاوا ته را دبێژم، ئهگهر تو بسولمانی، ل دینێ موههمهدی، ئهز ههرهما گاوورێ چیلۆسمانم، مامه ل سهرێ رێ و دربانه. بهلكه سوخولێ وی بمینه نیڤێ رێ دانه. وێلوێلوێل... ێ گۆ دایێ ئهو ب سێ ههزار مێری چوویه سهر میرێ ملا، لێ قهوهتا میرێ ملا چهقاسه و چ قهدرانه. دگۆ دلێ م ل یانه، سهد جار دلێ م ل یانه. دبێ وهختا د كۆن دا روونستبوون، خوویێ كولك و ئهبانه. خهبهر ددان، گوهێ م ل گوهدارییا بوو، دگۆتن ههی لاوۆ ترسا وه ژ دهروێسێ ئهڤدی سییارێ ههدمانه. رهنگێ دهروێس موخهییهر بوو. گۆ برایۆ تو دهروێس نینی؟ گۆ خایینگێ دهروێس م ژ خو را ناگره سهییسێ كو ههره بهر ههسپانه. گۆ ناڤێ ههسۆێ وی ژی ههدمانه. بوو سیهینا ههسپێ. گۆ برانگۆ ده وهره ب ساهێ مهردانه. چاخێ م كرییه قالا ههدمانه. ههسپێ ته سیهییا، یهقین دكم تو دهروێسی، ههسپێ ته ههدمانه. ژنكێ دهستێ خو ئاڤیته نگێ ههدمان را كر و دوونا خو دایێ، سهرێ بزمارێ وی زهرن، نهلێ سپی لێ دانه. گۆ برایۆ تو و دینێ موههمهد كی، ههكه تو دهروێسی پهیا به ل سهرێ كۆنانه. بهلێ دگۆ خایینگێ ئهز دهروێسم. وهختا پهیا بوو ل پهرێ كۆنانه، كولا خودێ ل بهیتا باڤێ خانمێ كهڤه، ئا نكا ڤا ژێ را چێكرییه برنجێ قهرهچامێ دووڤێ ههلكانه. دبێ ئاڤیته سهر زهخمێ كولی برنجانه. ژێ را كرییه تهداروكێ نانه. ده یار دێ دلێ م ل یانه. دبێ ئهوی نانێ خو خواری زینێ ههسپا ل سهر پستێ دانه. نگێ خو ئاڤیتنه ركێفێ زهنگییانه. بهلێ سوار بوونه سهر پستێ ههسپانه. خانمێ رێ ژ وان را نیسان دانه. كهرر ژ دهروێس را دبێژه: دبێ برایۆ ههوارا ته وهره ساهێ د مهردانه. خێر و خوهسی سوخولا ته ههڤ بینه، تو لێخی سهرێ چیلۆسمانه. ههما م ژی ژ خو را ببه بكه كهبانییا ئهدوولێ، ناتهله كهبانییا مالا د گرانه. لێ لێ یار دێ رهبهنێ دلێ م ل یانه. سهد جار دلێ م ل یانه. دهروێس دبێژه بلا ب سۆزا مێرانه. گاڤا كو م ب خێر و خاسی ژێ كر سهرێ چیلۆسمانه. هزێ ته ژی بههرم بهلێ بكم كهبانییا مالا د گرانه. هوان ههر دو یا سۆز ب ههڤ را دانه. هڤان زلامان ژۆردا داكهتن سهرێ رێ و دربانه. لۆلۆلۆلۆ.. هوانا سێ رۆژا هاژۆتن ب رێ دانه. رۆژ كهته رۆژا د چارانه. خو ژ پارا گیهانده سهر ئهسكهرێ ئاخایێ چیلۆسمانه. سهید دگۆ لۆلۆلۆلۆ دلێ م ل یانه... دگۆ تهلهانۆ برایۆ تێ بیرا ته ئهم چوونه دهرێ كۆنێ ئاخایێ میرێ د ملانه. قیمهت نهدان مه ههر دو برانه. لاوۆ قۆت نانێ لاییقێ مه ههر دو رێڤییانه. یژا ئیرۆ خو چێ كه، رۆژ رۆژا مێرانه. برایێ ته یێ پێسییێ ههره، تو پهیێ برایێ خو تۆپ كه وهكی گارانا گوهێ گوندانه. وێلوێلوێل... ای لێ یار دێ دلێ م ل یانه... لۆلۆلۆلۆ... سهد جار دلێ م ل یانه. اگرێ كولێ ب كول به بكهڤه بهژن و بالا تهلهانه. نۆتانی بهلێ برووسك رابه ژ ئاسیمانه. سهید چاوا پێسییێ ل ههڤ دزڤرینه، ئهڤا ژی پارا دده به قوونێ رمانه. اخ ئهسكهرێ چیلۆسمان نزانه، بهرقه، برووسكه، یان ئاگر كهتییه ناڤا كۆكێ وان دانه. اخ ده یاردێ رهبهنێ سێ رۆژا ههر دوو برا تهمامی ههڤرا لێدانه. ههتانی ههزار و پێنسهد مێری سهرێ وان كهته ناڤ دهست و پییانه. دهروێس زڤری جهم ههر سێ برانه. دگۆ برانۆ ئهمێ راست دهركهڤن پێسییێ ل پارا سهره یێ پێسییێ قهت نزانه. لۆلۆلۆلۆ... لاوۆ ئهگهر ئهم كۆكا وان بینن، سبێ یێ بێژن مێركێ بسولمان ڤرا دكن، ئیسێ بسولمانا ب خهیانهتییه، ب خایینهتی ل مه دانه. همێ دهستهك كنجێ ئهسكهرێ كووچك ل جهفهر كن، بسینن ل جهم وانه. بلا هیم به ل پیلان و بهندانه. ێڤارێ خهبهرێ خو تهماامی تۆپ كه بینه ژ مه رانه. ب سییاسهتی بسینه خهبهرانه. سهرێ خوویێ رمان و تیر و كهوانان ل سهر ملێ سهید و تهلهانه. دهروێسێ ئهڤدی گوررهگروێ باڤێ من و پههلهوانانه. هوان زلاما ل رۆژهكێ ههیانی سی و پێنج رۆژا ب دهوامی لێ دانه. ده لۆلۆلۆۆۆۆ... ای لێ یاردێ رهبهنێ دلێ م ل یانه. دلێ م ل یانه. ل رۆژهكێ ههیانی سی و پێنج رۆژا خهیۆ تهڤ لێ دانه. نیڤێ ئهسكهر پارا ژ خو را سهڤ رهڤیانه. گوم و گۆرا باڤێ چیلۆسمانه. گۆ كۆكا مه ئانییه ژنێ مه مانه بێ خایی و بێ خودانه. چیلۆسمان گاڤا ب ئهسكهرێ خو ههسییا، دینا خو دایێ نیڤێ كوستییێ ئهسكهر بێ خوویی مانه. گهلهك جهندهك كهتنه ناڤا دهست و پییانه. گهلهكی وان كوستی و یێ مایی ژی سهڤ رهڤینه ناڤا ئێلا د گرانه. ههر چار برا سۆز ب ههڤ دانه. یژا رۆژ كهته رۆژا سی و سهسانه. دهركهتنه پێسییا ئهسكهرێ چیلۆسمانه. نامه ب ههڤ دانه. هوانه هاتنه پێسییا چیلۆسمانه. دهوا نامووسێ ئاخایێ میرێ د ملانه. یژا ئهسكهرێ وی تهمام سهكنییه سهرێ مهیدانه د گرانه. جهفهرێ گێسان دگۆ: دهروێس لاوۆ تێ سبێ ههری ناڤا ئێلێ بلی ئهدوولێ بدی لاڤانه. تێ بێژی جهفهر گرتییه سهرێ ههسپانه. وێلوێلوێل... اخ ده رهبهنێ دلێ م ل یانه. دبێ سهر كهته سهر ملێ جهفهرێ گێسانه. سهرێ ئهسكهرێ خوویێ تیران و رمان هاتییه سهر ملێ سهید و تهلهانه. وێلوێلوێل... دلێ م ل یانه. هوا زلامانا ههتانای چل و یهك رۆژێ دهوامی لێدانه. لۆلۆلۆلۆۆۆ... كولا خودێ ب كول بی بكهڤی مالا جهفهرێ د گێسانه. بوستنا هووت و لهههنگ و پههلهوانان ل بهر چهڤا نۆتلا جخارهكی باڤێ ناڤا لێڤانه. ژ پێنسهد پههلهوانی چارسهدێ وی هلدایه تهمام سهر ژێ كرییه ئاڤیتییه بهستانه. ژێ مایه سهد مێرێ باسپههلهوانه. چیلۆسمان رابوویه ناڤ ئهسكهرێ خو دینا خو دایێ خێنجی سهد مێر پههلهوانی قه كهس نهمانه. ده دبێ دهروێسێ سێخ ئهڤدی مالا خو خهراب كر چوو پێسییا جهفهرێ گێسانه. گۆ جهفهرۆ كورمهتۆ، بده خاترێ راهمێ رهمانه. یژا ئیرۆ دۆر دۆرا من و وانه. هزێ ژێ را بكهڤم ههنهك و لاقردییانه. رۆژا چل و یهكێ دهروێسێ سێخ ئهڤدی مهسیا بوو پێسییا لهههنگ و هووتانه. ههتانی بهری نیرۆ سهرێ نۆد و نهها لێدانه. وێلوێلوێل... یژا یهك لێ مایه، باسپههلهوانه. ناڤێ وی روویین تهلهانه. زولخێ پۆلا سهر سێری نه ئیسێ گورزانه، نه ئیسێ تیرانه، نه ئیسێ رمانه...یا بۆ... خهیۆ رهبهنۆ دلێ م ل یانه. دهروێسێ سێخ ئهڤدی سییارێ ههدمانه. نۆتلا قولنگێ بوهارێ فرقازهكێ بده خو دا ل سهرێ مهیدانێ سهرهسكه، ب گۆتجا سێخ ئهڤدی نازڤره سهر دزگینا دوژمنانه. وێلوێلوێل... بهرێ وی داكهتییه بهرژێرانه. خودێ تهقدیرا ژۆرێ بكه، تێ سهرێ مهرییانه. رهبی ههر دو لنگێ ههدمانه پێسییێ ل كولهمسكێ دا چوونه، قهیدك دا فریانه. لۆلۆلۆ... هوی گاووری كره نهمهردی رمهكێ ل ئۆرتا ناڤملێ دهروێس دایه، گورچكا وی دهركهته دهرڤانه. ههوی ل مه به لێ... چاوا ب كهتنێ را سهید نۆلا نهرهكی پێسییا دهڤانه. خو گیهانده پێسییێ ههر دو برا ب ههڤ را لێدانه. دكن ناكن زولخێ پۆلاره، نه ئیسێ رمانه، نه ئیسێ تیرانه، نه ئیسێ گورزانه، نه ئیسێ كوستنێ یه مرنا گرانه. سهید گۆ گاوور م سهر خو را نهدی مێر و پههلهوانه. هم مهرڤن نه ههیوانه. هم سهفهقێ ههتا نها د ههربێ دانه. لاوۆ پهیا به، ئهم دهست باڤێنه ب ههڤ دانه. گاڤا گاوور پهیا بوو، دهست ئاڤیته كهمهندا سهید نۆتانی مێرهكی چاوا دهستێ خو باڤێژه زنجیرهكی دابوو بهر چۆكا خو دانه. سوور هلدا كو ژێ كه سهرێ وی تهلهانه. سهید ب سێ دهنگێ ئهلی لێ كره قوورین لاوۆ زرارا وی چاوانه؟ گۆ گاوور م سهر خو را نهدیت پههلهوانه. ههلا كا سفهت و رهنگێ ته چاوانه. بلا كهسهر ب م را نهچه ئاخا سار دانه. لۆلۆلۆلۆلۆ... هڤی گاووری دهستێ خو ئاڤیته زولخێ پۆلا ژ سهر سهرێ خو هل دا بوو د ههوانه. سهید ب نهزم دو تیر ئاڤیته د چاڤانه. چار تلییا ل پاتكا وستو را ئاڤیته دهرڤانه. ژ بن چۆكا وی چوو دهرا هانه. سهید نۆتلا قولنگێ بوهارێ قیرییا هاته سهر جهنازێ دهروێس دانه. هێی..... دگۆت ده لۆلۆلۆ... ویویوی... ههی لۆ برا ده رابه... ویویوی... ههی مالی سهوتییۆ ده رابه. دلێ م ل یانه... ویویوی... مالا ته سهوتییۆ ئهدووله قیزا میرێ ملا مابوو ل ناڤا ملا بێ خوویی و بێ خودانه. هزێ سبێ چ بدم جهابا كالهمێرێ ل بهر كۆنانه. وێلوێلوێل... لۆلۆ دهروێسۆ برا سبهیه سهرێ م دێسه، دلێ م دینه. مالخراب سهرێ دلێ م كوله ب كهسهره ب برینه. برا ئهزێ دواكێ بكم ژ خالقێ مهرلانه، ژ رهڤێ ژۆرینه. بلا روهێ م ل دۆرا روهێ ته بگهرینه. هدووله قیزا میرێ ملا بلا هیڤییا خهلقێ ڤا نهمینه. وهی لۆلۆلۆ برا وی وی... ده لۆلۆلۆ برا وی وی... ده رابه لهههنگۆ رابه، ده رابه هووتۆ رابه، گورێ پستهێسینۆ ده رابه ! دلێ م ل یانه، تو چوویی، ئهمێ چاوا بكن ل دونیا هانه. ههی مالخهرابۆ باڤێ ته كالهمێره سبێ خهلك ژ خو را ناكه گۆلكڤانه. ههی وی وی برا هها وی وی، لۆ برا دلێ م ل یانه. ای ده یار دێ رهبهنێ دلێ م ل یانه. سهرێ دلێ م ب كول و دهره و ب جۆڤانه. بنێ دلێ م ب دوومانه. دهروێس دگۆ: سهیدۆ برا ههچێ یازییا خودێ ل ژۆر دكه، بێ سك و بێ سوبهه تێ سهرێ مهرڤانه. خێرا م تونه ژ وه برا رانه. هو دهربا كو ئهوی ل م دایه، دل و گورچكێ م ئاڤێتییه د دهرڤانه. ههی مالسهووتییانۆ هوون دچنه مالێ، بێژن كالهباڤێ م دا، خودێ روهێ م ژ ههر سێ برایێ م را كر قوربانه. وێل وێل ... اخ ده دلێ م دێسه سهرێ دلێ م كینه كینه. خودێ بلا دهردێ براتییێ نیسانی دار و بهر و گورێ سهرێ چییا نهخینه. ل سهر جنازێ دهروێس دا بوو قیرینه. وی وی وی... دهستێ وان كهتبوو ل بهر روویانه. ههر سێك زڤرین چوونه پێسییا كافرێ روویینتهن، سهرێ وی ژێ كرن، ئاڤیتن تهركییا د ههسپانه. وهختهكێ دینا خو ددانێ جهفهرێ گێسان دكه تهداروكێ رهڤێ، بهرێ فایتوونێ زڤراندییه سهر رێ و دربانه. دهروێس دگۆ سهیدۆ برا دلێ م كینه كینه. سهرێ دلێ م كوله، بنێ دلێ م برینه. زوو بكه پێسییا فایتوونێ ڤر دا بینه و بزڤرینه. سۆزێ من ل ئهردێ نهخینه. ههرهما گاوورێ چیلۆسمان ببه، ههر دو ئێلا سهر خو خینه. م ههلال كه، فایدا م ژ وه را نینه. جا تو رابه ژ م را تاسهكه ئاڤا سار ژی بینه. مهلهكێ موقهرهب، قاسدێ قۆجهفهلهكێ هاتییه، ئهمانهتێ ژ من بستینه. وی وی وی... ههی لۆ برا وی وی... ههی لێ رهبهنێ دلێ م ل یانه. تهقدیر تهمام ب دهستێ راهمێ رهمانه. دهروێس تهقدیر بوو ل سهرێ راست و بهستانه. جهفهرێ گێسان، سهید و تهلهان هاتن ئێلا چیلۆسمان هلدانه و بهرێ خو دانه ئێلا میرێ د ملانه. جهابهكێ چوویه سێخ ئهڤدی رانه. سێخ ئهڤدی دهركهتییه كهڤرێ بندارووكێ دووربینێ داڤێ سهرێ رێیانه. دینا خو ددایێ سییار تهمام زڤرینه، لێ سییارێ ههدمان نه ژ وان رانه. دچوو پێسییێ دگۆ: وێل وێل، لۆ لاوۆ دلێ م ل یانه. لاوۆ هوون خێر و خاسی هاتن، لێ سییارێ ههدمان نه ب وه رانه. سهید و تهلهان ب جهفهر ڤا سهر سێخ ئهڤدی دا گرانه. سێخ ئهڤدی دگۆت: لاوۆ ب خێر و خاسی هوون زڤرین، وه سهرێ چیلۆسمان ژێ كرییه، ههر وهكی بزمارهك ل بنێ سۆلا من فرییه، دیسا هوون خاس بن ههسێبه دهروێس ساخ ل دونیا هانه. واخ ههی وی وی... ژ كاسێتێ پهیا كر: پهرویز جیهانی ل باژارێ ئۆرمییێ بوهارا سالا 1989 ئێ و ل سێ ههژمارێن 34، 35 و 36ێ كۆڤارا سروه دا چاپ كر. تیپگوهێزی كر: پهرویز جیهانی ل 06.12.2003 ل باژارێ زورخێ. تیپگوهێزی ژ لاتینی یا بهرێز پهروێز جیهانی: رهشاد بێجرمانی 2009 ب كومبیوتهری.