Îsmet Dax
<poem>
ŞEHÎDÊ ŞOREŞ Ê
Wan bi xwîna xwe nivîsandiniye dîrok, Pîr û kal û ciwan,piçûk û zarok Ji Arî an heta Kardox û Med an; Canê xwe kirine xak ji bo Niştiman.
Em Şehîdê şoreşê jibîrnekin
Li zindan û çiyan,didan berxwedan. Derya reş pêl da xwe,bi hêza karker an. Tu çîh nema lê nemeşiyan partîzan. Bi ilmê tolhildan,jiyan da cîhan.
Şehîdê şoreşê jibîrnekin
Sonda me bi xwîn a Egîd û Mazlûm; Em qet bernadin doza serxwebûn. Em ser ditewîne bi rêzek gerdûn; Di nav dilê me de,tim bibe hebûn.
Em Şehîdê şoreşê jibîrnekin
Helbest :İsmet Dağ
17-03-1997
HUNERMEND
Hunermend dişkîn e zincîr û qeydan;
Ronahiyê dixîn e şevreş ê qitran.
Deriyê girtî tucarî li ber wan namîne
Timî radikin ji holê çewt û tixûban.
Hunermend,hunermend,zana hunermend.
Xwediyê ilmên nûjen tu ye hunermend
Hunermend baş dinasîn e jan û jîyanê
Bergiya xwe dibîne,tim dibe derman.
Diafirîne hebûn a wenda yî;
Hunermend şên dike çand û dîrok an.
Hunermend,hunermend,Kedkar hunermend.
Hostayê jîyanê tu ye hunermend.
Hest û ramanê hunermend,Kûûr e,derya ye;
Mîna teyrê bazin.tim li her ciya ye
Bê tirs û xofin,çav nagirin ji hoviyê.
Diçîne eşq hurmetê,ji bo hebûnê.
Hunermend hunermend,Memyan hunermend.
Aştî û azadî,Tu ye Hunermend.
Kesanetiya hunermend,timî nûjen e. Nayên firotin,ew bi xwe cewher e. Li hember kevnariyê,tim şoreşger e. Rengîn e,xemgîn e,Lê ne rêcber e. Hunermend,hunermend,ronî Hunermend. Şewq û şemal tu ye,tu ye hunermend.
helbest û müzik İsmet Dağ
15 -8-1997
NAVÊ MIN
Navê min bi herfên zêrînî
hatiye nivîsandin li ser beden û textên dergûşa mirovatî yê.
Reh ê min xwe berdaye binê heft tebeq erd û derdorê dinyayê.
Bilind bû ye êdî ew awaza dengê min li seran serên cîhan.
Diçûrisîne êdî ew hebûna ilmê min î pak û bi rûmet.
Her zindî bi min hîn bûne û êdî diparêzin mafê min û jîyanê.
İsmet dağ
14-04-1998
BİKEV E Û BİVÎN E HEVAL ÊN XWE
Bikev û bivîn e heval ên xwe; Me re yê, wêçax ê nasbik e xwe. Heval ên barê ketî an,tune; Ger mirov bixebit e,şev û roj jibo xwe.
Min ji te re got bira, tu min godar ke; Te got:"Ji te re çi,tu wan nasnak e". Min ji te re got;Heyran kes te şîyar nake; Ji wê roj ê û vir de,tu silav nake.
Te nepejirand e kemasî ên xwe; Ji ber vê yekê,te wendakir e xwe. Ma kanî ew dost ên dor te? Kanî destên xwe bide birê xwe.
Qedir ên te li ba min,gelkî giran e; Fedînek,ez û tu,yek dost û can e Ger em nasbikin pêşeroja xwe! Gotin ê bav û kal an,bîne bîra xwe."Heval ên barê ketî an tune ye"
Îsmet dağ 11-08-1992
DILÊ MIN
Ez îro jî ji te re amade me.
Ma qey nabînin bê ez çawa bi te ve girêdayî me.
Çavê min bê te nabîne.
Guhê min bê te nabihîze.
Zimanê min bê te nalive.
Destê min bê te ranahêje tu tişt an.
Ligê min bê te gavan navêje.
Hest û raman ê min bê te naponije.
Bê te zivistan im,şevreş im.
Tu bihar û roj a cîhana min e,
Tu xwîna nava tamarê min e,
Tu hestîkê nava goştê min e!
Tu kûûr e;
Tu fireh e:
Tu diêj e;
Tu star e:
Bi hebûna te ez lı ser pîya me,ma qey nizanin,ez bê te najîm dilê min.
Ma qey na yê bîrawan? Hîna berî kû ÎSA bê ser rûê dinya yê ez hebûm,Û min hîna wê çaxê ji bo na raperîn û serhildan a te şûr û mertal afirandibû li hemberî dehaqê zulimkar.
Tu Zîn e,Ez Mem im. Ma ni EHMED'é XANÎ jî di pirtûk a xwe yî pîroz de vê evîna min û hebûna te anîbû ziman. Ma qey nedîtin xayîné Beko Ewan ji nikarî bû min û te ji hevdû bikiran. Tu kes nikare çavan berde hebûna te,destan bavêje guliyên te. Tu ez im,ez tu me,tu tune be ez nabim xwe dilê min.
Min bi hezar caran can û cesedên xwe ji te re kire xelat û qelen. Min gelek caran ji bo na te raperîn û serhildan li darxiste û di binê zindan ên reş û tarî de li berxwedam. Ez bi hebûna evîna te,ji nav çar dîwaran de derbasbûm,û dîbûm meşale ya hemdemîn ji bo na ronî bibe bergiya me.
Çîya me,li seranserê Mezopotamya nobedarê te me.
Gelek caran dibûm ba û bahoz û firtone. Dibûm birûsk,tîrêjê min xwe ji ezmanê heftan berdida nava dilê xayîn û bêbext û fesadan. Tune dibûn yek bi yek ew ên kû li hemberî hebûna min û te dibûn asteng. Dibûm tofan û zelzele,gelek gund û bajar ji ber heybeta dengê min ser û bin dibûn.
Min êdî evîna xwe û hebûna te kirîye helbest û name ji gelê cîhan re şandiye. Êdî hemû kes dizanin vê eşq û serpêhatî ya min û te. Dîroka mirovatiyê di hebûn a min û te de derbas dibe. Êdî ez gîhaştime armanca xwe,daxwaziyê min yek bi yek bi serketî ye. Goved e.. Cejn û pîrozbahî ye li herderan.Ji hemû gelên cîhanê xwazgînî hatine dîtina min û te. Min AMED ji te re kiriye paytext. Min bi xeml û xêza te yî heft reng xemilandiye birc û beden û text ên dergûşa te. Êdî têlên tembûran ji xêndî hebûna min û te pêv tu tiştan lênadin. Hemû pênûs êdî hebûna min û te dinivîsînin. Tu êdî bûye bûk a qewm ê min li ser xak a Mezopotamya. Ewê êdî timî bijîn hebûn a min û te. Ez;KURD IM TU;KURDÎSTAN'E,dilê min
HELBEST:İsmet Dağ
03-06-1999
BARAN DİBARÎYA
Baran dibariya,evîn gûr dibû!.
Êdî didîtin çavên girtî.erd û ezman ronî dibû
Diheliya cemeda nava dilê dayîkên bi xemgîn.
Diherikîn çem û kanî,lehî radibû û pêl dida xwe berê xwe dida nava derya yê.
Paqij dibû gend û gemar ji ser weciyên şevên tarî.
Dicûrisand e êdî rûpelê dar û ber û zêviyan.
jîn şên dibû,ewr ji hev belav dibû,bûka baranê geş bû li ser ezman, tîrêjên rengîn ji xwe berdida ser rukê xaka bi rûmet û pîroz. Hêvî xuya dibû ji bo na bê gûman û bê baweran. Dikeniyan êdî weciyên qîz û xortên bê mirad,lez didan xwe û dibeziyan yek bi yek,ji bo na bigêjin armanc ên xwe. Bawerkirbûn carekê ji gotinê bav û kalan."Kî di bin bûka baranê de derbas be, ewê bigêjin meqsed û miradên xwe." Wer hînbûbûn,jî bav û bavpîrên xwe: Ahd dabûn hevdû gelek keç û xortên evîndar!. Bê rawestin dibeziyan ji bo na kû di bin keskesoran de derbas bibin.
Gelek evîndar di binê hefs û zindanan de,di nav qefesan de dîl mabûn. Berxwedidan ji bo na kû ew jî di bin keskesor an de derbasbibin,lê Beko Ewan an deryê hesinî li ser wan girtibûn û nedihiştin bilbil li ser evîna xwe helbestan bivêjin. Dikeliya êdî evîna nava dilê lawik ê Ercîş'î !. Dixwaste hevalên wek wî jî,ji nava qefesan derên û bigêjin meqsed û miradên dilê xwe. Gola WAN'ê şîyar dibû ji xewa hezar salan.dişewitîhebûn jiboyna tunebûnê.
Baran dibariya,hebûn şên dibû. Baran dibariya ewr ji hevdû belav dibû. Êdi,ji binê heft tebeq erd,tovên hezar salan didan der. Dar û beran pel û kulîlk ên xwe ji nû de vedikirin. Şahî difûriya ji ser xaka MEZOPOTAMYA. Kevokên hinevan meşale vêxistibûn û rêz girtibûn mîna stêrk an.
Girêdayî felat dibû,penaberî û bîyanî ji holê radibû. Kerwan êdî vegeryabûn. Dişûrikin êdî mar û tûpişk diketin biné heft tebeq erd, diketin binê qelş ên kûr û tarî. Keskesor dibû bawerî jibona meqsed û mirad an Gotinê bav û kalan hatibû cî. Baran dibariya,hebûn derdibû!. Baran dibariya,sorgul vedibûn.
Helbest:İsmet dağ
03-06-1997
NATIRSIM
Natirsim,narevim ji vê jînê.
Tucaran bernadim doza hebûnê.
Li dû zivistanê timî bihare;
Hertim hîn gûr dertêm ji bo na Zîn'ê.
Deng û navê min belavbû li dinê. Buhişta bakî,cîh û warê min e. Seyîd Riza û Şêx Seîd;Bavpîrê min e. Bila cahş,bila xayîn bitirse ji jînê.
Starim,pola me,xofim wek gebar. Heybetim,nişîtim,ji bo na serdar. Gava kû bihejim,wê dinya bê xwar. Ezim ew şoreşger,ezim ew kedkar.
Çîya me,hêza min gelkî girane. Li dor min her tim eşqe,dîlane. Zava yê karkerim,bûk ji Kurdîstan e. AMED paytextê min e,warê memyane.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
07-05-1998
DENGÊ MAZLÛM
Dengê mazlûm zindî rakire ser pîyan;
Diz û xwedî,kerr û lal bi hev esiyan.
Dadgehên mafê jîyanê sazkirin;
Herkes gîhaştin mafên xwe bangkir in.
Mizgîn li te dayîka min;êdî cejne,hevala min.
Bixemlînin bejn û balê,bilîrîne lê hevalê.
Kurdîstan şewqa xwe daye herder an; Xemilî ezmanê şîn bi keşkesor an. Bilûra xwe lêdidan va şivan an; Kil xistine çavên belek Bêrîvan an.
Bilbilan şikestandin qefesên zêrîn; Dixwînin helbesta gulê bi raperîn. Hilîna xwe afirandin bê sînor; Dîlana xwe digerînin li cem mem û zîn.
hELBEST Û MUZİK :iSMET dAĞ
09-03-1998
BENDA KARKER AN
Lêdixin benda karkeran,lêdixin li niştiman Dane berxwe û dimeşin li Cizîr a botan. Dane berxwe û dimeşin li Amed û Xerzan
Karker ên me bi rêketin ji deşt û banî an Dane berxwe û dimeşin,ketin metrepol an. Her bijî benda karker an. Her bijî niştiman
Şoreşger keç û xort ên me,rê nîşan daye ji bo me. Dane berxwe û derdixin,neyar ji xak a me. Her bijî benda karker an. Her bijî niştiman
Zivistan kirine bihar,xwendewan ên çekdar. Gav bi gav pêşveketin,serkeftin bû dîyar.
Her bijîn benda karkeran,her bijîn bar giran Jîyanek e nû avakirin,ronahî kirine jîyan. Her bijî benda karker an. Her bijî niştiman
Helbest Û muzik:İsmet dağ
06-06-1996
DîLBER
Tu weka gulekê vebûye di dilê min de; Erd û ezmanê min tu ye,roniya çavê min. Xweşikbûna te bûye bela li serê min; Ma ne bese Dîlber,de were ba min. Dîlberê dîlber,dîlbera min ê! Dîlberê dîlber,hebûna min ê.
Dîtinek te hêjaye hemû cîhanê; Xemla te bi rengîne,ji gulên biharê! Sînga te tevde nefte,tu buhişta min ê; Ma ne bese dîlber,wer vê dîlanê. Dîlberê dîlber,dîlbera min ê; Dîlberê dîlber,hebûna min ê.
Ezê te ji xwe re bikim,bûka dilê xwe; Bixemilînim te,dînim ser navê xwe! Ezê,bighêjim meqseda bav û kalên xwe; Ma ne bese dîlber,can didim ji bo te.. Dîlberê dîlber,dîlbera min ê; Dîlberê dîlber,hebûna min ê.
Helbest û Muzik İsmet Dağ
03-04-1996
KÊ ÇI KIRIBE,WÊ BIJÎN E.
Pir serişke,zû jibîr dike; Kêmasî ya,sedbare dike. Rexnê kesî qebûl nake; Ew hertimî,bi a xwe dike. Dibêje;" ez,her tiştî dizanim" Ji xwe pêv,keskî nafikre. Rûniştî ye li ser kedê; Armanca mezin,jibîr dike. Nizanin wenî namîne; Rastiyê, ronahiyê bîne. Xwediyê kedê,dilbirîne; Kê çi kiribe,wê bijîne. Tiştek veşartî namîne.
Tim dibêje;" ez,rêberim" Mirovan,ji xwe direvîni. Dibêj;"ya hûnê bibe wek min; An jî,jîyan ji we re nî ni." Çav berdane tac û textan; Bûne,Beko Ewan li ser me. Gelê dinyê,giş bi wan dizanin; Emelê wan li ber çavane. Nizanin wenî namîne; Rastiyê, ronahiyê bîne. Xwediyên kedê,dilbirîne; Kê çi kiribe,wê bijîne. Tiştek veşartî namîne.
Roja me,waye hilatiye; Berx,ji kozan derketiye. Xwedî,bi dizên xwe,esyaye; Sitarî, ji revêre nemaye. Ger em marên nav xwe,derîn; Para şêr,ji destê rovî derîn. Ev mîhrîcan,ne ji bo kes e; Bi rûmete,ji bo herbeş e. Nizanin wenî namîne; astiyê, ronahiyê bîne. Xwedîên kedê,dilbirîne; Kê çi kiribe,wê bijîne. Tiştek veşartî namîne.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
17-05-1997
BES E LO BİRA
Bese lo bira,kanî destên xwe, Dayîka me yeke,şerme ji bo me. Ên bavên me kuşt,me ji hevdû dûr xist; Perçebûna me,me tune dike. Dijminê mezin,di serê me de ye; Mejû ên me duxwe,tim dijî me ye. Ger,em binasînin kesanetiya xwe; Me,bi vî aqilî,tim wendakir xwe. Bese lo bira,kanî destên xwe. Dayika me yek e şerm e jibo me.
Ger em tıxuba,rakin ji erdan; Ji bo,zarok ên me,azad bijînin. Bav û kal digot;"dijmin nabe dost; Tevdîr û tifaq,wê bixîne post." Bese, em êdî xwe nexapîne; Mirov ên serhişk,kes nahebîne. Bav û kal digot;"bi zimanê xweş; Ger em maaran, ji qelşa derînin." Ger em bernedin,doza serxwebûn; Ger em bibe mînak,ji bo pêşveçûn. Eve a rastî,eve biratî; Ger em bibin yek can,ji bo wekhevî. Bese lo bira,kanî dest ên xwe. Dayika me yek e şerm e jibo me.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
05-01-1997
GÎHA,DI BIN KEVIR DE NAMÎN E.
Navên me yî bav û kalan;Tucaran wenda nabe.
Heta kÛ,cîhan hebe;Emê her timî bidengbin.
Rêça me,rastî û ronahî ye;Emê hertim pêşve herin.
Me li her ciyan,tov daniye;Bila her kes, baş bi zanibin.
Emê bijînin azadİyê;Bila herkes,baş bi zanibin.
"Gîha di bin kevir de namîne";Dûr nêzîk,wê xwe derîne.
Hebûn ê bîne mafên xwe;
Dinya bi dore,wer namîn e.
"Ayê bizina kol,ji a qiloç re namîne."
Em kurd'in,qûlê xweda ne;Jîyan,bi xwe tekoşîne.
Heta kû yek ji me hebin;Wê,dîroka me tim Lêbe.
Rastî,xwe tim zêde dike;Nebaşiyê,ji holê radike.
Ev tekoşîn,bê mirine;Emê ji nû de,xwe şên bike.
Evîn,bingeha buhişte;Wê dijminatiyê qir bike.
Evîn,bingeha buhişte;Wê,dijîtiyê ji holê rake.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
23-11-1997
QELENÊ MIN PIR BUHAYE
Ez,gulek bi bêhn û bi rengînim; Li ser min,tim raperîne. Herkesî çav berdaye min; Nizanin ez dergîstî me.
Qelenê min pir buhaye,ne bi zêr û ne bi pera ye. Nayêm firotin û nayêm kirîn,ez bûka gelê kurd a yim.
Dîroka min,ji çar beşaye,ilm û cewher,di nav de ye. Sînga min,tevde xezîneye,tu çi bixwaze li ser heye.
De bê aqilno qey hûn nizanin ev bû hezar û sed sale, tim raperîn û serhildan,li ser can û cesedê min danîye. De qey hûn nizanin gelek qîz û xortên hêja xwîna xwe li ser min rijandiye! De qey hûn nizanin ez bûka gelê kurd a me namûs û şerefa,hebûna pakrewanim.
Qelenê min pir buhaye,ne bi zêr û ne bi dirav a ye. Nayêm firotin û nayêm kirîn,ez bûka gelê kurd a yim.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
24-08-1996
DE RABE XANÊ
Karker êdi vegeryabûn ji ser karên xwe. Bênder lı ba kirbûn û êdî debra xwe yî hezar salan rakiribûn ji erdê. Kinc ên xwe yî bi qirêj ji ser bejn û bala xwe avêtibûn û êdî kincên xwe yî nûjenî, li ser bejn û bala xwe girêdabûn. Bûkek,jı xwe re xwastibûn ji can û dil. Govendek herî mezin li darxistibûn. Keç û xortên evîndar ketibûn dest hev êdî çand û huner pêşkêş dibû.
Memyana waha bangdikirin:
De rabe Xanê,rabe,rûniştandin ji me re nabe. Bavêje kul û kerba,govend,bê te geş nabe.
Îro dîlana me ye, cejn û şahiya me ye; Bilind bûye alên me, roja hebûna me ye.
Keç û xort xemilînin, helbestan ji hev re dixwînin; Dest û mil danin hevdû, qehra salan dirjînin.
Rabe çavan bide ber kil, bejn û balê bixemlîn e; Dest ên xwe bide destê min, em govendê bigerîn e.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
03-01-1998
PÎROZ BE
Ew hisreta hezar salan,êdî qedyaye; Dipijiqe êdî jîyan;li her cîh fûryaye. Ranaweste rastiya ronî; Vêketiye hêyva Medî; Bûye tîrêjên rojê, venamire. Erd û ezman neqişiye, Bilbil,bi gulan şa bûye. Buhişta mirovatiyê, ava bûye. Pîrozbe,li dinê. Pîrozbe rastiya evînê
Bergîya ronahîyê herdem vekirîye. Bend û sînorên qasê,ji holê rabûye Êdî çav rastîyê dibîne, Kes nema xwe bixapîne. Hurmet û eşq hatinê dinivîsîne. Jîyan;Bi xwe tekoşîne. Serdest êdî hew dijîne. Ez jî bûme xwedî cîh û war li cîhané Pîroz be, li dinyê. Pîroz be rastiya evînê
Helbest û MUzik İsmet Dağ
15. 06. 1998
HEBÛNIM
Evîne,havîne, bihare dilê min;
Şêrîne,delale,hevala emirê min.
Mizgîniyê ji min re tîne,heval û hogirê min;
Pîrozbahî û cejne êdî rojê min.
Derîyên girtî vebûye,hemû li ber men ; Buhişta rengîn ava bûye ji bo men . Dimeşim bê asteng serbilind û geş; Waye bi serdikeve,ilm û hestê min
Xemla min bi rengîne,ji gulên biharê; Hêza min girane,wek çîyayên Sîpanê. Ez ji can çêbû me,hebûn û jînim; Tim heme û li serxwe me,ji bo na Zîn ê.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
24-05-1998
WELATÊ ROJÊ
Roka me xuyabû li navenda cîhan; Tîrêj jê kişyaye,ronîkir jîyan Nav û maf payêbû her dor neqişî; Welatê rojê,bû paytexta gelan
Welatê rojê,dayîka cane; Dergûş û çanda gelên cîhane. Welatê rojê warê memyane; Gelek mêrxasan,can li ser dane.
Xwelîya gunda li serê çahvnebaran be! Xwelîya gunda li serê xêrnexwazan be! Xwelîya gunda li serê xayîn û fesadan be! Evîn û hurmet û eşq,her tim rêbere. ..
Welatê rojê,dayîka me ye. Welatê rojê,xelata me ye. Welatê rojê dîroka me ye. Welatê rojê bihuşta me ye.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
17- 07- 1997
ŞERVANO
Tu bi xêr hate naw jîyana me; Were rûnî li kêleka me. Serê me gelkî bilinde; Ji ber hatin û dîtina te. Te pir zehmet dît ji bo me; Bibexşîne kêmasiyê me. Ew rojên geş te anîye, Em rêz digrin ji hebûna te. Lo şervan lo,evîndaro lo.
Şervanê me bi xwe RONÎ ye; Ser bilinde, ji polaye. Zana û merd û egîd e ; Tirs û xofa neyara ye. Te hilweşand textên neyar ; Te ji me re şên kiriye cîh û war Te nakokî ji nav me avêt ; Te me gîhande rêça rast Lo şervan lo,evîndaro lo.
Buxe ji bax û baxçên me;
Qedyaye êş û jana me.
Cejna azadiyê ye li her deran;
Himêz bike hevalên xwe.
Daxwaziyên xwe ji me re bêje;
Em amadene ji bo te.
Heta kû em hebin li dinê,
Emê biparêz mafên te
Lo şervano lo,evîndaro lo
Helbes:İsmet dağ
11- 02- 1997
GUL’A MIN GULPERÎ YE
Eşqa xwe xiste dilê min, bû xwîn,ketiye tamarê min Hebûna xwe daye min, gula min,gulperî ye. Evîna bê sînore,xemla wê,keskesore. Xwî şêrîn û delale,çaw xezal û şemale Ew nan û av ê min e, Ew bax û baxçe ê min e Ew sebira dilê min e, Gul’a min gulperî ye.
Warê min bi wê şên bûye, birînê min derman bûye. Guherî jîyana min, suhûda min vebûye Ew tac û textê min e, ew erd û erşê min e, Xelat û keda min e, gula min gulperî ye.
Hêza min bi wê xurt bûye, çahv û heşê min vebûye. Dijîtî ji holê rabû, mafê min bi serketiye. Ez bi wê li ser pîya me, eşqa wê ez avda me. Roniya şifaqa me, gula min gulperî ye
Helbest Û muzik:İsmet dağ
25 - 05 - 1996
LO LAWIKO
Şivan rûniştibû li bin daran; Pişta xwe dabû zinaran. Bilûra xwe ji dil lêdida; Jiboy xatirê va beranan. Mahr û tûpişk tevizîbûn; Gur û Rovî man li pişt deriyan. Berx û karan çindik davêt; Pez diçêrîyan li her ciyan. Lo lawiko,lo şivano. Lo lawiko, lo rêzano.
Lo lawiko ez bi heyran; Waye tên bêryê Bêrîvan. Danin dû hev bi eşq û kêfin; Satil û meşk li ser milê wan. Poz xizêmin, çav bi kilin; Bi heft renge fîstan ê wan. Evîndarê dîtina te ne; Dermanin jiboy birînan. Lo lawiko, lo şivano. Lo lawiko, lo rêzano.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
20-09-2001
LÊ YEMAN
Ax lê yeman, lê yeman,guherî dem û dewran.
Ax lê yeman,yeman,derbasbû roj ên bi jan.
Çîyaên me ji nû ve,hate neqişandin.
Warên me yî kevnar,hate sazkırın.
Zaro û zêçên me gihîyan,dilêm şakirin;
Hebûna wendayî,hat avakirin.
Ax lê yeman, lê yeman;
Guherî dem û dewran.
Ax lê yeman, yeman;
Aştî kete her ciyan.
Rêça azadiyê,bê şoreş jîn nabe; Şoreş jiyaneke nû ye,bê ilim çênabe. Xwendekarên hêja,bar dan ser milan; Qetandin qeyd û zincîr li herderan. Ax lê yeman, lê yeman; Guherî dem û dewran. Ax lê yeman, yeman; Aştî kete her ciyan.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
03-09-1997
DEWRA MÊHDÎ HAT
Zulum diqed e êdî.!! Jîyanek e nû destpêdibe. Mejuên gemar û war ên kevnare êdî tê guherandin. Û êdî ilmekî nûjenî li ser mejû ên gemar tê afirandin. Hemû gelên bindest û mazlûm êdî digêjin meqsed û miradên xwe yî armancî. Herkes êdî li ser mafên xwe ewê jîyana xwe bidomîne. Dewra mêhdî hat. Dem dema aşîtiyê ye. Dem dema wekheviyê ye Dem dema serkeftiyê û azadiya mafên mirovatiyê ye. Dem dema xebatê ye Li hemû cihnê pîroz û mubbarek be. Dewra mêhdî hat.
Tîrêj daketin ji êrşan,xwe berdan nav dilê cîhan. Dişikeste êdî tirs û xof,dayîkan ÊGÎT welidand. Pêl dida xwe dîcle û ferat,tixûb rabûn ji nav rojhilat. Çerxa jîyanê güherand,dewra MÊHDÎ hat. D'em bikin xebat.
Êgît bûn şervanê jînê, jîyan kirin maf,jiboy hebûnê. Gîhandin hevdû bakur û başûr; qetandine zincîra koletiyê. Waye roj hilat,dewra MÊHDÎ ye, D'em bikin xebat.
Berxwedan hebûn kire felat, jîyaneke nû ji,me re kire xelat. Gelê Kurd û gelek mazlûm, bûn xwedî dîrok û Welat. Êdî talîya şevreşê hat, tixûb rabû ji nav çep û rast, Dinya me kirin gulbihar, dewra MÊHDÎ ye, D'em bikin xebat.
Êgît bûn şervanê jînê, jîyan kirin maf,jiboy hebûnê. Gîhandin hevdû bakur û başûr; qetandine zincîra koletiyê. Waye roj hilat,dewra MÊHDÎ ye, D'em bikin xebat.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
14-04-1998
TEYRÊ BAZIM
Teyrê bazim,serfirazim; Qeyd û zincîran,naxwazim. Nêçîrvanekî, pir bazim; Teyrê bazim,wez ne qazim.
Xozayî me,gulîstanim; Biharim ez ne rengnexwazim. Çîya me,textêm ji pola ye; Kanî me,ez ne çem xwazim.
Ezmanim ,ez roj dixwazim; Baranim,qeraç dixwazim. Canim,ez jînê dixwazim; Teyrê bazim,hêlîn xwazim.
Ne xwînrêjim,ne şer xwazim; Aşî û wekheviyê dixwazim. Min nabê kêda tu kesî; Mafê hebûnê dixwazim.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
04 07 1996
EWIL TOXIMBÛ
Ewil toximbû,di qalika de bû;
Kete nava xakê,pir dar jê çêbû.
Şax û kat jê kişyan,girt dora dinyê;
Pir tahm pêve şênhat,jînda hebûnê .
Ewil yek bû,bûn milyar li ser erş û ezman; Bûn xozayî,xweşikbûn didan niştiman. Bûn gulîstan,keskesor kişandin ruê ezman; Dibûn al,jibona hebûna her can.
Buhişta hemdemîn,jîn kire bê mirin; Hemû gelên Mazlûm,di navde disitirin. Dinyake nû ava bû, jibona jîyane ke nu; Dadgehên xwe rexna,wê çêke hebûn.
Helbest û muzik İsmet dağ
12-06-1998
EZ KARKERIM
Ez karkerim:
Keda min; Xwuydana min e.
Ranawestim ji ber karê vê jîyanê.
Destê min,hest û ramanê min:Hêz û çeka min e.
Ez diçînim çandinİyê,geş dikim rûkê cîhanê.
Cotkarî me,bi şev û rojan,diqelêşim zikê xakê;
Derdixînim neft û cewher,min keda tu kesî navê.
Diafirînim jîyanê,mal û milk,bê min çênabê.
Nabim kole û rêcberê kes,min wek herkes an xwe dibê.
Ezim felat,ezim heybet,hatina xwe nakim bin pê! Xwenda me ji bav û kalan,ez xwe hînbûm ji karistan an. Ronî me,roja li ezmanim,germaya min debirê tîne. Asteng im li hember niheqiyê,bêdengiyê napejirîn im.
Lêkolînim,tekoşînim;Şoreşê,tim li dar dixînim. Qeyd û zincîr li min nayê zevtê,hefs û zindan min hilnîne. Cûdayî li ba min tune ye,ez her beşan dihebîn im. Li hember zalim û serdest;Serê xwe qet natewîn im Ez karkerim
Helbest Û muzik:İsmet dağ
14-04-1998
VAYE EZ TÊM
Vaye ez têm,ref bi ref,ji her çar hêlên cîhan. Mezin,bi çûk,kal û pîr,tev lorîkan vaye ez têm. Bi huner û bi hêz û bi saz,bi çand û dîrokî têm. Kîn û buxd li ba min tune,bi eşq û hurmetî têm. Vaye ez têm,bi zanistî,bi perwerde û bi rastî. Bi rêxistin û bi sazgeh,û bi desthilatiya pakî. Vaye ez têm, Vaye ez têm. Vaye ez têm.
Vaye ez têm bû ronahî,pîroz bikin aşîtiyê. Mafperestî bi serketiye,dikene rûê heyvê. Nav û maf û dengê nû;Gerdûniye,ji bo jînê. Kedkar û amade me,ji bo bingeha Netewiyê. Vaye ez têm,bi zanistî,bi perwerde û bi rastî. Bi rêxistin û bi sazgeh û bi desthilatiya pakî. Vaye ez têm, Vaye ez têm. Vaye ez têm.
Helbest û muzik İsmet Dağ
09-07-2002
AŞTÎ ME
Vebûye,vebûye,rêça min vebûye;
Kevoka sipî me rûmet û. al'im
Ne ar û pêtim,jînê şên dikim;
Dîroka we me ez aştî yê çêdikim.
Berbanga sibê me,mizgînî û çandim; Evîn û hurmetim,li her der dibarim; Keskesora ezmanim,ala azadim; Hebûn û hatina gelê cîhanim,
Helbest Û muzik:İsmet dağ
14-04-1998
PAYTEXA CÎHAN TU YE
Gulîstana min,tu ye!. Evîna bi rûmet,tu ye! Zîn a Zeydan a,tu ye; Mem ê alan'a,wez im.
Tu ye,kevir û kuçê min; Tu ye,çîya û baniyê min. Tu ye,dar û deviyê min; Erd û zêviyê min,tu ye.
Hêlîna min,li ser te ye nefta min ew ava te ye. Bê te najînim ruhê min hebûna min tu bi xwe ye.
Tu ye,nûra çavê min,tu ye,şîrê dayîka min; Tu ye,hevala li ba min,pozçelenga min tu ye. Textên te,ji polaye,zêr û mahden,di bindeye. Jîyan,li ser te çêbû ye dergûşa perwer tuye.
Tu ye,tovê her beşan; Tu ye,sitara her can. Tu ye,xwîna pakrewan; Paytexa cîhan,tu ye.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
08-07-1996
HEBÛNA MIN
Tucaran,dest ji te bernadim;
Bi mal û milkan,şanabim.
Bê hebûna te nasnabim;
Tu hêvî ye,evîna min.
Bê te,şên nabe warê min.
Hisreta te raperîne; Armanca te, mirad tîne; Hebûna te ezim canê; Qeyd û zincîran dişkînim. Jiboyna te,ez dijînim.
Tu evîna nav dila ye; Tu dayîke,tu xoza ye . Geşî û ronahî,tu bi xwe ye; Tu hebûna Memyana ye.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
22-03-1996
RASTÎ ME
Naêşim,ez ne serxweşim,her timî rûken û geşim; Ji ber nezanî û kêmasiyan,ne şaşim,qet ne rûreşim. Ji berê xurtir im,pola û hesin im; Bê gazin,biryardar im,fikir mezin im.
Kê got "ronî tarîbûye" roj,her timî şewqê dide. Meqsed,ji zû de bi serketiye,bê aqilan hîn nediye! Nebiyê min xwe hînbûne,nema êdî radiwestin. Birînê kul derman dikin, nexeşiyê ji holê radikin.
Rastî me,ji kesî ne dûrim,hebûnim,li ba herkesî me. Gah ba me, gah jî baran, ji bo jînê rahmê tînim. Ne pêti me, ne jî arim, dojhe yê ji holê hiltînim; Nebaşî,ji dor min direve,cemeda dil dihelînim.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
02-03-2002
SILAV Û HURMET
Ew ilm ên we yî pak û bi rûmet,
dîrok û nav û maf da min.
Ez ji nû de xuluqandim e,
bûme mîna însan hatim.
Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwediyên ilmê nû ji we re silav û hurmet.
Gotin;"Çeka herî mezin,rexne û xwe rexnekirine" Gotin;"Evîna Mem û Zîn,jîyanê diafirîne". Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet. Xwediyên ilmê nû,ji we re silav û hurmet.
Bûn rêberê aşîtiyê, çek û ceng ji holê rakirin. Tixûb rakir ji nav dubendiyê, hemû zindî bi xwe şîyarkirin. Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet. Xwediyên ilmê nû ji we re silav û hurmet.
Bi soz û peyman ji we re, ezê tim li pê we bişopînim. Ez bernadim qet doza xwe, jîyan bi xwe tekoşîne. Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet. Xwediyên ilmê nû ji we re silav û hurmet.
Helbest û Muzik İsmet DAĞ
02-01-1997
PÊWÎSTE
Çiya ên bilind,bi dar û bere. Deşt û zozan,tim av li sere; Newalên kûrr,giş maddene Bê ked û tahb tişt nayê dere.
Ger em karkin bê rawestin; Palûtan,li dora xwe pirke. Armanca mezin,dijware Ger bi tiştên piçûk,nexapin.
Ger rêça rast nê beradan; Desthilatî û bi çeleng be. Herkes li hev xwedî derên; Li hember dijîtî yê yekbin
Ger em hevdû perwer bikin; Ji hev hezkin,û pirr jîr bin. Ger em bişon fikrên bi gemar; İlmê nûjen li ser çêbikin
Heta kû kes"xwe" nasneke; Wê,tim bi xape,bikeve!. Dijminê mezin,bi me re ye; Kesanetiya me,jarr dike.
Ger em tariyê ronî bikin;
Dadgehên xwe rexna çêbikin.
Jîyana nû,pir dijware;
Bê rexne,kes"xwe"hîn nabe.
Gotinên bav û kalan pire: Lê bi rastî em nafikire. Ma ni digotin:"Zimanê xweş ; Maran ji qelşan dertîne".
Ger kevirên qoziya ji pola be; Mîna Cûdî û Gebar zexm be. Wê çaxê wê war avabe; Armanca mezinê sazbe.
Kesên ketî,giş radibin Êdî herkes dilşa dibin Diguhere rûpelên reş; Jiyanek pak avadibe.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
17-02-1998
ŞOREŞ E
Tofanek e nû despêkir e li rojhilat,dihejiya birc û xelat. Mij û Ewr û baran çem kirin ferat,pêl di da xwe Xabûr,Mûrad. Zivistan dibû qêrîna şevreşê,ji nû ve roj hilat. Mizgîniya rojek nû xwe kire felat,ji nû ve roj hilat. Şoreş e şoreş e,şoreş a dilgeş e Şoreş e,şoreş e,ji bo jîyan bimeş e
Birusk û gire girê tava gûrbûn,xwe wenda xwe hîndibûn. Teyr û tebayên çola ji xew çengdibûn,guhê kerr vedibûn. Çiya û derya diteqiya volqan bi der bû,ji nû ve tov şênbû. Guherî êdî çerxa jîyanê,dinya ke nû avadibû.
Çandinî bû jîn jibona hebûnê,hevalno şiyarbin. Bibuşt afirî jibona evînê,hevalno ji xew rabin. Dîrok a hemdem ji nû ve lêbûye,hevalno rêzan bin. Kevokê hinevan serfiraz bûye,hevalno şiyarbin. Şoreş e şoreş e,şoreş a dilgeş e Şoreş e,şoreş e,ji bo jîyan bimeş e
Helbest Û muzik:İsmet dağ
KEŞTÎYA ME BI SERKETIYE
Dayê,rabe bivîne vê geşiya li cîhanê;
Kêf kêfa çivîk û kevokane,li ser baniyan.
Rabin cîranno rabin,serê xwe rakin ji xewê;
Qey hûn nabînin,govend girtine keç û xortan li her deran
Erş û ezman neqişiye,çem û kanî diherike.
Keştiya me bi serketiye,ji herbeşan,reng di navdeye.
Gulîstan ne gulek tenêye,dar û devî û tevlihevê ye.
Reng bi hevdû çi xweşikin,tev xwedî maf û hêzekin.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
25-08-2000
EVÎNA MIN
Evîna min li berxweda li hemberî tunebûnê; Neşikest û ne tewya qet,ew bû rêberê hebûnê. Her timî bawerî da min,astengî rakire ji holê; Evîna min mizgînî ye,dilê min tim xwe da ye pê
Pak û bi rûmet û geş e,jînê dide min en jîn e. Maf pereste û azade ew rastiye li axret û dinyê, Nayê xapandin tucaran ew bi xwe ilm û cewher e; Şewq û şemal tim jê difûre ez Memyan im, ew jî Zîn ê.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
07-11-2006
BÎST Û YEK ADAR
Dinya bû gulbihar û gulîstan;
Geşî û ronahiye li her ciyan.
Bavêjin xeydê hevdû himezkin;
Niştiman bûye paytexta Cîhan.
Bîst û yek adar,tunekiriye jan Karker û kedkaran,aniye jîyan.
Mizgîniya Rojê bi rûmetî tê. Tovên kedkaran bi hûnerî tê. Tarî vedikşe êdî ronahî tê; Hebûna rastî bi bawerî tê.
Hûn her hebin ey qahremanên gel; Evîn û hurmet,we ji me re kire rêber. Em ser ditewîne li ber we,li her der. We ji me re kire xelat,azadî ya pakber.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
01-04-204
XEWNA RENGÎN
Şîyarbûm ji xewa şêrîn; Min ji xwe re dite,gulek bi rengîn. Bi min,kenya bi lêvên şekir; Heş û aqlê min,bi xwe re bir.
Bejna wê,wek dara bîhê; Çav xezal bû,xwî şêrînê. Hingî xweşik û bedew bû; Bi heft dilan,dil ketibûm wê.
Min bangî wê kir;Lê qemerê, Tu kî ye? lı va ra çi digerê? Xeml û xêza xwe, li ba dikir; Dilê min, li pê xwe kaş dikir.
Gulî hûnayî bû, rindê; Taca zêrîn,li serê wê. Li ser hespekî rewan bû; Li dor wê,şewq û şemal bû.
Nûr,ji wecîyê wê difûriya; Tîrêjên xwe,dabû geliya. Destên xwe,dirêjî min kir; Ber bi wê de çûm,ew ji min revya.
Min,dabû dû şemala wê; Gul û giya,girtibû navê. Gah wenda bû,gah xuya bû; Gelek şev û rojan,mam lî pê.
Min xwe didîte li ser Sîpanim; Dengê şahîyê,dihat guh min. Govendek li dar ketibû; Xecê û Sîyamed,di navdebû.
Mem û Zîn,girtibû destên hev; Dilîrandin,keçên bedew. Ehmed'ê XANÎ, ji wêde dihat; Lê hatibûn hev,hozan ên hest.
Hunermendan,li saza didan; Helbest û awaz berdidan. Hemdeman,meşale radikir; Egîdan,deng bilind dikir.
Toz û dûxan,radibû ji erdê; Bûka gelî,dihate ji wêd. Hespa bin wê,dîs rewan bû; Xêliya li ser wê,ji heft rengabû.
Xwazgîniyê wê ji her der hatibû; Ser,bin karwan,nexuyabû; Bûbûn berbû,hemû insan; Dê û bav û zarok,li vir bûn.
Min,xwe berda ji ser sîpan; Min dît,bûk bû ew şewqahan. Ber bi wê de çûm,ew,ber min de hat; Şahî,difûriya ji her deran.
Gava kû,em hat nêzî hev; Betal dibû,awaz û def. Gelî,heyirî û şaş mabûn; Ji ber vê heybeta,bi çeleng.
Nabêna me,tişt nema bû. Pozikê sola me,li hev dabû. Destêm,bi xweber çû xêlîya wê; Dengê def û zurne,li ba bû.
Ew bi xwe bû,a kû ez li pê; Min dîsa pirsî,tu kî ye lê? Ji min re got;"Kurdîstan im Ez ya te me li her jînê.
Min himêzkir rengîna xwe; Ez jî ketimbihuşta xwe. Bûm xwedî War û mal li dinyê. Gîham meqsed û miradên xwe.
elbest Û muzik:İsmet dağ
23 -05-1998
XAKA ME YEK E
De werin, werin, werin birano !.
Kanî destên xwe em bibe yek cano.
Xaka me yeke,maf ên me yeke.
Niştiman yeke de bese xalo
Em giş însane,tovên MED'a ne. Perçebûn jane,de bes hevalno.. Hebûn zana ye,pêşveçûn vaye. Bingeh avaye,de bese axano.
Hezkirin şane,rexne jîyan e. Bêdengî jane,ber bijî bavo. De werin, werin, werin birano !. Kanî destên xwe,em bibe yek,cano.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
09-07-2000
İSLAM NE ZULM E,RÛMET E
Mirov bê ol û xak nabe; Xak tune be,jîn çênabe. Gava kû mirov bê xak be; Hebûna wî,bi xwe herame.
Nav û maf,ji bo her beşe; Dagirkerî,qet nameşe. Ji bo mirov bibe xwedî ol; Ger azad be,ne bindest be.
Heger zarav qedexe be, Çandinî di bindestade be, Mazlûm bê xwedî û kole be; Gelê dinyê ne azad e.
Ger azad be qewmê xwedê; Eve,ol û îman li dinê. Qey çav nabine vê zulmê; Îslam ne eve,rûmete.
Îslam,li hember zulmê ye; Li ser heq û hiqûqê ye. Her beş,qewmekî xwedê ye; Dinya,mala her kesî ye.
Ma ni rebê vê alemê; Em giş şandin ser ruê dinê. Ma ni got;"qet zulmê nekin; Mazlûm li ku be,dest dirêj kin".
Mislimanî,ol napirse! Mafê her beş,diparêze. Zulmê tucar qebûl nake; Li hember zalim cengê dike.
Nabêj,"elhes tê bibe wek min"; Zordarî tune di olê min. Kesî tucar biçûk nabîne; Ol,herkesan dihebîne.
Çi Kurd,çi ereb,çi ecem; Çi Laz,çi Çerkez,çi turkmen; Hemû beşer,xwedî mafin; Li wê dinyê nobedarin.
Pêwîste,em êgir vemrîne; Wê dojhê ji ser xwe hilîne. Em biparêz,mafên hevdû; Wê,bi xwe ber bihuşt şên bive.
Wekheviyek,bi rûmetî; Bê zilm û zordarî û çekî; Ger em fikrên xwe,nû bikin; Ol û îmanê fêhmbikin (çebikin)
Helbest :İsmet Dağ
LAWÊ MİN
Ev, dîroka te ye;
Ev,hatina te ye;
Ev, azadi ya te ye lawê mın.
Buxwîn e,buxwîn e; Ger, tu xwe bivîne. Mafên xwe bistîne berxê min.
Êdî bese,rabe serxwe! Binêre,li dora xwe; Bigêje heval ên xwe Lawê mın.
Çanda xwe;Bijîne! Tovên xwe biçîne, Me,di bîraxwede bîne lawê min.
Dîrokê ;Buxwîne! Zarav ên xwe bikarbîne. Hebûna xwe bijîne,lawê min
Hûn,dîroka me ye! Hûn hatina me ye, Hûn xelasîya me ye lawê min
Helbest Û muzik:İsmet dağ
12-03-1994
BIHARE
Her dor me tevd şên kiriye,rez û baxên me.
Şaxên xwe diréj berdane,dar u berén me.
Rûpelên xwe vekiriye,xaka jiyanê;
Gul û nergiz xemilandiye,çiya û baniyên me.
Bihare
Zivistan diçe,bihare.
Emê avdin dar ê berên xwe bi ava zelal;
Emé derxin ji bin erdan,tovén pir delal.
Wexta debr û çandiniyê ye,bê tahb tişt nabe;
Ger em bixebitin ji bo ked bibe xweş helal.
Bihare
Zivistan diçe,bihare.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
09-02-1997
ÇILA RONÎ VENAMIRE
Gul vebune,li her ciyan; Hemû dinya xemiliye. Jîn û jiyan ronibûye; Hebûnek nû avabûye.
Çav dibine,dem diguhere; Şev diçe roj vedigere. Bilbilan,qefes şikestandine; Evina xwe dinivisînin.
Xozayî serfiraz bûye; Zindî hemû azad buye. Her beş êdî xwe nû dike; Qesr û qonax avabûye.
Xwediyê kedê dilbirîne; Cewher hertimî dijîne. Rastî û ronahî namire; Çila ronî venamire.
Baran bariya berf helyaye; keskesor ji her cîhî xuyaye. Herkes hevdû himbêz dike; Diparêzin bi hev dilşaye.
Çav dibine,dem diguhere; Şev diçe roj vedigere. Bilbilan,qefes şikestandine; Evina xwe dinivisînin.
Xozayî serfiraz bûye; Zindî hemû azad buye. Her beş êdî xwe nû dike; Qesr û qonax avabûye.
Xwediyê kedê dilbirîne; Cewher hertimî dijîne. Rastî û ronahî namire; Çila ronî venamire.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
04-05-1998
TU HERHEBE CANA MİN
Şêrîna ber dilêmin ronahiya çavê min. Lê hevala emrê min tu her hebe cana min. Eşqa te jîn çêkiriye ciyên xwe têde kûrkiriye. Hebûna min şênkiriye tu her hebe canê min.
Nav û mafê min tu ye, Deng û sazê min tu ye. Roj û heyva min tu ye Tu her hebe cana min
Cana min te gelek salan êş û xem kişande ji bo min. Rêz digrim ji hebûna te tu her hebe cana min. Ez bi te xwe hînbû me bû me bûk ji te re xemilî me. Buhişta xwe dijî me tu her hebe canê min.
Nav û mafê min tu ye, Deng û sazê min tu ye. Roj û heyva min tu ye. Tu her hebe cana min.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
07-01-1996
XWEŞIK Û SERBILIND E
Xweşik û serbilinde;. Giran û devlikene. Eşq û hurmet jê difûre; Ew delal û cewhere.
Roj û heyva çarda ye; Tîrêja şevreşa ye. Kevoka spî û şîne; Berbanga şifaqa ye.
Min cara ewil ew dît; Êş û xemê min giş çûn. Ez kirime hunermend; Helbestê min li ser çêbû.
Pir kesan xwaste bighê; Xwe nesiparte tu kesan. Destê xwe daye destê min; Diteqin beko ewan.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
06-03-1996
ŞÊN BIKIN
Êdî gul û bilbil hatine dor me;
Gulîstan avabûye li çar hêlên me.
Bibgeh û qeraç şên kirine ji bo me;
Pîrozbahî û cejne êdî ji bo me.
Herhebin gul û bilbil her hebin. Li hevdû bimbarekbe tim hebin.
Yekbûnî herdem hebûna rastîyê ye. Aşîtî azadiya Mem û Zîn ê ye. Şoreş û daxwaziya roj û heyvê ye; Evîna bêkesê bêdengiyê ye.
Şên bikin qeraça şên bikin; Bingeha li her ciyan çêbikin. Şên bikin kevnara şên bikin; Şên bikin ramana şên bikin.
Helbest Û muzik:İsmet dağ
04-08-1999
<poem>