Çîrok

Ji Wikibooksê

Zivistana reş, birînkir kûr di dilê kîşwer biharê de vekiribû zivistan li ser siruştê bûbû serdest. Hemî xweşiya biharê daqurtî zikê xwe kiribû. Asîmanê çîksayî di nava ewrên reş tarî de winda bûbû. Êdî stêrkên geşagir çiyayê Agirî ronî nedikirin. Agirî di nava dorpêça reşiyê de, dinalî! Ew qas dinalîm te digo qey pêjna nexêrbûyarekê dikir. Û dengê birûskan erd û ezman dihejand ! Bêrawestan baran di barî û ewrên kembax hê girantir dibûn, dibûn yek û wisa bi hev ve hatin cebirkirin, êdî tu gêz nikaribû wan ji hev bilav bike. Û bager.... Sê şervanên azadiyê, mîna sê teyrên ji refê xwe qutbûyî, ji koma xwe qutbûyî, ji koma xwe qutbûbû. Kemîna ku neyarê çavsor li ser riya komê vedebû, piştî şerê çar rojan, koma şervanan bi berxwedaneke bêhemp kemîna bêbext birîbûn û xwe ji dojeha bênavnîşan xilaskiribûn. Lê, koma gerîla ji hev belav bûobû, têkiliyên wan ji hev hatibû birn. Sê gerîla jî bûbûn mêhvanê çiyayê Agirî. Evîna çaw zer, bi keziyê xwe yê renghine girt û guvaşt, da ku ji awa baranê ziwa bibe. Lê, Evîn bêreng bû, rû mirûz lirîbû, dilê we ne rehat bû. Tenê dixwest bi lezgînî peywendiyê bi hevalên xwe ê komê re girêbide. Berê xwe da her du hevalên xwe, Dijwar û Sîpan, got: dikarin însyatîfa xwe bikar bînin. Lê, têkilî pir girînge ! Bê têkilî dê mere li me bibin dojeh! . Sîpan serê xwe rakir, li nav çavên Evîn nihêrt û dûr çû. Rojên berê mîna Filmekî anî ber çavê xwe. Roja ku Evîn ji xaltîka xwe xwestibû û gustîlk kiribûn tilîka her, anî bîra xwe. Lê, niha gelekî dilxweş bû, tim rûyê wî mîna gulelê vekirîbû. Ji xwe ewj xortekî bedew, bejin dirêj, dagirtî, çav şîn û por xelek bû. Sîpan kenî. Kenê Sîpan ji çawên Evîn nerevî. Evîn têgihêşt ku Sîpan çi diponije. Ew jî kenî û bû hevkarê Sîpan. Lê Evîn, xwe da hev û peyivî : - Hevalno, hûn dibêjin çi ? Dijwar rabû ser piyan, çeka xwe hilgirt, got : -E herî rast, ez dibêm, em bi rêbikevin. Lewre, ciyê şer ji me ne dûre Sîpan : -Ez jî, tevlî hevalê Dijwar dibim. Her sê bi çiyayê Agirî ve hilkişiyan. Baranê jî, qet navber nedabû û bi mişînî dibarî. Evîn li pêş, Dijwar li pey û Sîpan li dûv Dijwar, dimeşîn. Ew qasî meşîn, çokên wan şistbûn, xwêdan di her deverên wan re avêtibş der. Piştî meşke dirêj, gihan riyeke piçûk- teng û kevirekî, kevir di binê lingê wê de xindirî, û Evîn li ser dev û rûyê xwe ket û di gelî de hate xwar Dijwar û Sîpan li hemberî vê dîmena erjeng, di cî de cemidîn, matmayî man li hemberî şehîdbûna Evîn. Ji xwe çiyayê Agirî, çiyayê serbilind, çiyayê ku tucarî bijna xwe li ber neyaran netewandî, ev yek qet qebûl nedikir. Dixwest di wê katê de volqana xwe biteqîne, ew qasî zivir bûbû. Lê, li hemberî zagonên xwezayê bêçare bû. Ji ber ku ew bi xwe parçek ji wan zagonan bû. Lê Sîpan, Sîpanê dilbirên nema xwe girt, çavên wî bûne hevalên barana ku hêjî dibarî. Hêstiran xwe ji çavan berda xwar û nema disekinîn. Û Sîpan kire qêrîn : - Evîîîn !...