Dîk û Zêr

Ji Wikibooksê
Ev gotara çêrûkek e.

Çi hebûye û çi tunebûye Li gundekî mêrek û jinek hebûye.

De tu were, mêr û jinik ji jiyanan xwe pir kêfxweş in lê dîsa jî dilên wan de birinek hebûye: Zarokên wan tunebûne.

Her sibe û şev jinik li ber xûdê geriyaye û gotiye : -Xûdê xûdê parçekî goşt bide me ma pê mala min ronahî bide ma ev dergûşa, rûya me reş sîpî bike

Roj, meh û sal zû darbasbûne, zivistan û bûhar serhevketine, rojekê ji rojen ev jina bi dûcana bûye.

Her roj zikê wê jine lê gir bûye û edî ev zika heta bîlîvê wê hatiye. Mêr û jinik ji bo wê pir kêfxwaş dane.

Roj, meh û sal zû darbasbûne Zivistan û bûhar serhevketine Rojekê ji rojen Ev jina ev dergûşa anîye rû dûnê.

Lê ev dergûşî hatiye rû dûnê ne mina ma ye: Ev dergûşa dîkek bûye. Mêr, jinik û gundiyan bi vî halî şaş ma ne û dîsa jî jin û mêrik ev dîka mina canî xwe heskirine û ev mezin kirine.

Roj, meh û sal zû darbasbûne Zivistan û bûhar serhevketine Rojekê ji rojen Ev Dîka li ber dê û bavî xwe sekiniye û gotiye : -Dîya min û bavî min delallo, hûn edî pîr û kal bûne. Ez jî edî mezin bûme û ez dixwazim ji we re kar bikim. Dê û bavî wî bi gotinên Dîk şaş ma ne û wan li çavên hevûdû mez kirine. Bave ji Dîk re got: -Lawî min delal, ev gotinên te dile me gelekî xwaş kiriye lê tu jî dizani ku tu Dîkekî û tuê çawa bikî? Dîya wî jî ji Dîk re got: -Dîko ezê xwe ji te re bikim cil, ez bi qurbane te me dîko tuê tû karî nikarî bikî.

Wan ji sibê hate şev berhevdû dane û paşe bavî wî ji dîk re gotiye: -lawê minê delal, guh bide ser min, bavî min berê berê de zêrek dayî bû Mîre Misirê. Tê herî cem wî û zêrî me binî. Karî tu ji me re bikî wa ye.

Sibê bûye. Bav û dîya dîk ji hevûdû xwatirê xwe xwastine û Dîk ketîye rê.

Roj, meh û sal zû darbas bûne Zivistan û bûhar serhev ketine Ev Dîka hindik çûye pir çûye Li ser rîya dîk gur û rovî cîh girtine

Gur û rovî çavên xwe berdane dîk ku wî bixwine. Wan ji Dîk re didanen xwe tûj derxistine û lingên xwe pêşi di herdê dane. Dîk li derûdore xwe mez kiriye kû bireviye û lê kûve bireviye? Dîk ne difiriye mina çûçiken awra ne jî ji gur û rovi baştir dimeşiye. Dîk ne meşiye û ne jî firiye. Lê dîk bê tirs qûna xwe çaxe (zivirandin) berî wan kiriye û wî ji qûna xwe re gotiye. -jihev be Qûno jihev be, gur û rovî ve dikişe

Dû re qûna dîk lê gir bûye mina telîsekî lê vebûye. Gur û rovî bi wî halî şaş ma ne û gotine: "lo ev çi qûna ku li wî ewqas gir dibe." Çav li wan bel bûne. Li germa havîne wan cirifîne. Dev li wan mina çalekî vebûne. Tirs kete pişta wan û çok li wan sist bûne. Paşe qûna dîk mina miqnatîsê gur û rovî kişandine hundirî xwe. Gur û rovî kirine qijeqij û xwe li erde xistine û bi keviran û bi daran xwe girtine û disa jî wan ji kişandina qûna dîk xelas nebûne. Dû re gur û rovî mina belî derzîye zirav bûne û paşe hêdi hêdi ketine qûna dîk. Dû re qûna dîk lê çûk bûye û mina berê hatiye girtinê.

Paşê dîk berî xwe daye roşhilat û ketiye rê û kilamek ser xwe gotiye:

-lo lo Dîko, dîkî paqilo

çav zerko boç sorke

dile keçiko sewitando

we ne yeke we ne dudu ne

malê xizanê ocax kûr kiro

Hindik çûye pir çûye Li ser rîya dik çemek hebûye

Dîk xwastiye kû biçûye hêla din lê li ser çem ne pirek habûye ne jî dîk ajnî dizanîye. Dîk li çep û rastî xwe mez kiriye ku ev çemekî gelek dirêj e. Dû re dîk bê tirs qûna xwe çaxe berî çem kiriye û gotiye: -ji hev be qûno ji hev be va çema dikişe

Dû re qûna dîk lê gir bûye mina telîsekî lê ve bûye. Çêm kiriye humehum, gumegum û pêlên xwe mina çiya Sipanê serhevûdû xistine ku dîk ji xwe tirsandin bike lê dîsa jî ew ji qûna dîk xelas nebûye û ev çema wekî derya bûye çilka baranê û hêdî hêdî ketiye qûna dîk.

Dûre qûna dîk lê çûk bûye û mina berê hatiye girtinê.

Hindik çûye pir çûye Li ber konaxa Mîre Misirê sekiniye Li berbangî li serê gir kiriye qireqir û gotiye:

Girgiriiii lo mirî Misirê yo lo mirî Misirê yo Berê berê da bavî min zêrek dabûye te. Ez wî zêrî bavî xwe ji te dixwazim.

Mirê Misirê bi qirîna dîk ji xewa kûr bi hirsekî rabûye û gotiye: -Ev kî ye? Ev î ku min ji xweva kûr rakirî în e û cîn e? Pîrike an jî tebêke? Xûlemên mîrê misirê bi lêz ketine rêze û yekî ji wan gotiye: li me biborîne ezbenî Evî we ji xweva kûr rakirî Dîkek e. Me ev kevir kir paşe me ev da ber şûr û tîran û lê dîsa jî li ber konaxa te naçû. Mîrê Misirê bi dengekî hirs ji wan re got: -bijên ev dîka ji min çi dixwase? Xûlemekî got: -li min biborîne ezbenî ev dîka got "berê berê de bavî min zêrek dayîbûye mîrê misirê û ez wî zêrî bavî xwe dixwasim". Mîrê Misirê bi dengekî hirs got: -Ew kî ye kû deynî xwe li min maye? Ez im kû mîre Misirê me tû kesî deynî xwe li min tûneye. Wî dîkî biavêjin nav ga û mirişkan kû ma pêlînin û likunkin.

Çiqas kolê konaxê hebûn gişt tevhevûdû ketine dû dîk. Kolên konaxê di xûye de reş bûne û xûzî devî wan de nemaye. Ziman li wan reş û dirêj bûye. Paşe kolên mirê Misirê ev Dîka girtine û avêtin nav ga û mirişkan. Di bin lingên ga û golikan de ev Dîkî lepek zanî kû çi ware serê xwe û bi lêz qûna xwe çaxe berî wan kiriye û ji qûna xwe re gotiye: jev hev be qûno jeh hev be gur û rovî jê derkeve

Dû re qûna dîk lê gir bûye mina telîsekî lê vebûye. Ga û mirişkan kirine vaxevax û gigegik kû jî dîk birevin lê kû de birevine. Bi lêz gur û rovî ji qûna dîk derketine û xwe avêtine ser ga û mirişkan. Hinek birindar kirine û hinek jî li xwe bar kirine û herdû yek dareke de revine.

Sibe bûye. Kolên Mirê Misirê hatine axur. Çi binerin; ga û mirişkên xwe gişt hatine qirkirine. Kolan bi lêz û bi tirs li hemberî Mirê Misirê sekinine û gotine: -Li me biborine ezbenî Ev Dîka ga û mirişkên me qirkiriye û yen mayî jî wî xwariye.

Mirê Misirê hinek ji wan gotinen tirsiya û ji xwe re gotiye; "lo ev çi dîk e kû ga û mirişkan bixwe. Lo ma ev ne hirç e?" Mirê Misirê ji wan re got: Wî dîkî biavêjin nav arekî gir kû ma bişewite.

Kolên Mirê Misirê li ber konaxê dar û bar danîne ser hevûdû mina çiyakî bilind kirine paşê ev derbarên vêxistine û ew dîka girtine û avêtine nav êr. Ji Dîk re ev ara qet ne tiştek bû. Ev ara li wî ne sar û ne jî germî bûye û ev ne kaliye ne jî biriştiye û bê tirs ji qûna xwe re gotiye :

-Jihev be qûno jihev be Ev çema jê derkeve

Dûre qûna dîk lê gir bûye mina telîsekî lê vebûye. Dar û bar kirine vistavist, cistacist û ji hevûdû revîne. Ar jî ji tirsara sor û zer bûye ku dixwast xwe biavêje ser dîk lê ar, dar û bar dîsa jî qûna dîk xelas nebûne. Ev çemî mina deryakî ji qûna dîk derketiye û ar vemirandiye.

Kolan bi lêz û bi tirs li hemberî Mirê Misirê sekinine û gotine: -Li me biborine ezbenî Ew dîka ev ara bi tû kirine xwe vemirand. Edî Mirê Misirê kûr kûr fikiriye û gelek ji dîk tirsiya û di ber xwe de gotiye; "Lo ev çi dîk e kû ar bi tûkirina xwe vemirandiye. Bi xûdê ev dîka di tûkirine xwe de e min jî fetisîne." Mirê Misirê ji wan re got: -Guh bidin ser min. Em jî wî xales nebûn. Wî Dîkî dikin hundirî odeya xezîne û ma zêrekî xwe bibe, paşe ma ji vir bicehime û ma ew here mala xwe.

Xûlamên Mirê Misirê dîk girtine û ev avêtin hundirî odeya zêr û zîv tîdayî.

Dîk çi binere, ode hate dêv ji zêr û zîvan tijî ye. Her derek ji zêr û zîvan biriqiye û ji biriqîndane wan oda xezînê şewq daye. Dîk na çawa bike? Zêr û zîv ne yek e û ne jî du-du ne. Dîk yekê dike devî xwe biçe lê çawên wî li paş bim

ên. Dê û bavê wî hatine bîra wî. Dîk di ber xwe de gotiye: "Em ê edî dewlemend bibin û xûlam û kolên me ji hebin. Ez ê edî bi wan zêr û zîvan ji dê û bavî xwe re qonaxeke çêkim"

Paşê Dîk ji qûna xwe re gotiye: -ji hev be qûno ji hev be zêr û zîv dikeve

Dûre qûna dîk lê gir bûye û mina telîsekî lê vebûye. Zêr û zîvan kirine şeqaşeq û reqareq ku ji hundir derkevine. Zêr û zîv ji dîk xelas nebûne û ev ketine rêzê paşe yekûyek ketine qûno dîk. Ji zêr û zîvan yekî xwe kiriye quncik xwe li ber dîk bel kiriye û li çavên wî nêriye. Ev yeko jî dîk kiriye navbera nikûla xwe û derketiye der.

Dîk bere xwe daye rojava û ketiye rê.

Roj, meh û sal zû darbas bûne Zivistan û bûhar serhev ketine Hindik çûye pir çûye Dîk berî xwe tim dayiye rojava Edî li mala xwe vegeriye Dîk nezîkî gundê xwe bûye Derketiye serê gir û gotiye

-Girqiriii

Dayê dayê

Ez ji gazancê hatime

amadeke odê mivana

Deri û pençeran bigire

belî tu biavî sûyê min bi dart da ke

barî min ji zêr û zîvan e

me pê çavên te bibiriqe



Girqiriii

bavo bavo

Ez ji gazence hatime

di dest xwe ke çokî xwe

ji quna min vekişe

ez bêm yek du bê duduhetek zêr û zîv jê diavêje


De û bavî dîk bi dengî wî kêf dane û gotinên lawê xwe bi lez cîh anîne. Dîk hatiye mala xwe. Ketiye odê mîvana. Dîya wî ew bi dar da kiriye û bavî wî jî bi çokî xwe ji quna wî vekişîye. Her ku bavî wî li qûna wî xistîye, ji qûna dîk, zêr û zîv yekbiyek ketine. De û bavî dîk ji halî wî tirsîne. Paşe li wî nerine û çi binerine, zêr û zîv yekbiyek ji qûno dîk şeqaşeqe dikevine. Çav li wan gir bûne û lê birîqîne. Ev ne yekên ne dudune û ne jî sisene. Ez bêjim hezar hûn bêjin bi hezaran. Dê û bavî Dîk destên xwe avêtine zer û zîvan li ber çavên xwe gerandine ku ev tiştî ji qûno dîk dikeve rast e an jî xewnek e.



Bavê di ber xwe de got:

"Lo ew çi hale

şev û ro li hevdu qelivîne

qe tunebuna van zêr û zîvana

hêş li serê min nemane"



Dayê wî jî di ber xwe de got:

"Gundo rabin ji xewe sibê

qor bi qor dikevin rêzê

ez jina şivanekî bûm

ezê we têr bikim bi zadî rizê"


Ode ji zêr û zîvan tijî bûye û dê û bavî dîk hinek jî ji wan kirine çalan.

Roj, meh û sal zû darbas bûne Zivistan û bûhar serhev ketine Jinêk û mêrik devlemend bûne. Hezaran ji ga û golikan Hezaran ji mîh û beranan Li ber qonaxan wan Ji sedan xûlam û kolan

Rojekê Cîranek hatiye cem dîya Dîk. Wê ji dîya dîk re gotiye: -Le xwuşka minê delalê ca ji min re bêje hûn çawa devlemend bûne? Dîya dîk ji cîrana xwe re ji serî heta dawî qal kir û cîrana wê ev gotinan kiriye serê xwe. Cîrana dîya dîk ji xwe re gotiye: "Ez jî ji xûde bixwasim dîkekî û em ji bin dewlemend." Ev jina li ber xûde geriyaye û wê gotiye: -Xûdê xûdê ez ji te dîkekî dixwazim. Mala min xizan ma pê bibe dewlemend. Ma ga, golik, mîh û beranen me jî hebin û li ber qonaxê me ji sedan xûlam û kolan jî hebin.

Rojekê ev jina dûcane bûye. Wê pê mêrî xwe ve gelek kêf dane.

Meh zû derbasbûne û ev jina dîkek anîye rû dûne. Dîk mezin bûye. Rojekê Dîk li ser kûlingê listîye û xwelî nikul kiriye. Dîk di nav xwelî de zêrekî diye û ev biriye cem bav û dîya xwe re. De û bavî dîk ji bo ve pir kêf dane û odeya mêvanan ji lawî xwe re bi lez amede kirine. Lê Dîk bi halî wan şaş maye û ji wan re gotiye: -bavî minî delal, dîya minê delal, min ji we re zêrek anî lê hûn ji min re odeya mêvanan ji bo çi amede dikine? Bavî Dîk ji re got: -Lawî min delal em edî devlemend bûn û ez ji xizanîye xelas bûm. Dîya Dîk jê got: -Ez qurbane te bim Dîko, ji qûna xwe re bêje û ma zêr û zîv ji qûna te bikevin. Dîk ji wan re got: -Ê min ji we re anî zêrek e. Dîya min delale di qûna min de tu zêr û zîv tûne û ez jî qûna xwe çi bixwazim ku çi heye? Dê û bavî dîk ji sibe hate şev bi gotinên xwe kirine û paşê Dîk ji wan re gotiye: -Min ji we tiştek fêm nekir lê dîsa jî ez ji qûna xwe re carek bêjim ku zêr û zîv dikevine an jî tiştekî din dikeve ez nizanim. Dê û bavî dîk pir kêf dane kû ji qûna dîk zêr û zîv bikevine û wan çavên xwe berdane qûna dîk lê mez kirine. Dîk bê çare ji qûna xwe re gotiye: -lo qûno! ji hev be û zêr û zîv jê derkevin

Qûna Dîk lê sor bûye û lê heşin bûye. De tu ware qûna Dîk ne lê gir bûye û ne jî lê vebiye.

Dîk bê çare dîsa ji qûna xwe re gotiye: -lo qûno! lo qûno! ji hev be û zêr û zîv jê derkevin De û bavî dîk jî bi hevûdû re ji qûna dîk re bang kirine: -Lo qûno! ji hev be zêr û zîv jê bikevin

Paşê qûna dîk lê hinek vedibe û de û bavî wî çi bibinine, ji qûno dîk zêç û gû derketiye. Ev zêç û gû pişikîye serûçavên dê û bavî dîk. Ji zêç û gû ev odeya mêvanan têji bûye.

Çîroka min li wir qetiya Yek ji we re yek ji min re Iskanek şîr ji me re Şev kete erde xewikek xweş ji we re tidik û pitik ne pîrik û ne jî têbik zarok ketine xewe xewneke xweş ji we re