Dubêytî yên Dr Sadiq Ferhadî

Ji Wikibooksê
Guhartoya 06:33, 19 tîrmeh 2017 ya ji aliyê 217.219.65.108 (gotûbêj) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)

Dr Sadiq Ferhadî di sala 1971an de li bajarê Şîrvanê ser bi parêzgeha Bakurê Xorasanê ji dayîk bûye.

Hin destketên cenabê Ferhadî:

- Pijîşkê bispor yê nexwaşiyên hundir

- Helbestvan û lêkolînerê ziman û wêjeya kurmancî

- Wergêrê pirtûkên pijişkî û nivîskarê nivîsaran li ser mijara pijişkî li kovarên ISI'yê

- Berhevkarê nivîsarên cûr bi cûr li ser ziman û wêjeya kurmancî ya Xorasanê

- Helbestvanê kurmancî bi forma Qezel, Mesnevî, Sêxiştî, û bi taybet Dubêytî.

hinek helbestên wî:


Helbesta 1

Şivan im ez li hêrî hemberê te

Diçêrînim xiyalan li çerê te

Gerê rawim xewê gerya li çavan

Mexel kim satê li ber sî serê te


Helbesta 2

Zivistan bû, royek hatî ser avê

Du çavên te temûzîtir ji tavê

Mi şê'rek sa te li berfê nivîsî

Te ku lê ifkirî hate ber avê


Helbesta 3

Xeyalên xam dilê min patin îşev

Hilanîm birme dinyayek din îşev

Mi got gaşe li xewnê te biwînim

Heray ku xew jî nê cavê min îşev


Helbesta 4

Hewa rind e, tu rind î, halê min rind

Şev û ro rind û hîv û salê min rind

Tema min tunne bû va rozigara

Bihemlîne min û eqbalê min rind


Helbesta 5

Bixapînim dilê xwa bi çi manê?

Çima nê ew, çima nê ew, çima nê?

Nizane ew meger dil tengi teng e?

Çimanê min dixapîne, çimanê?


Helbesta 6

Biken min ra! biken lê sêva Oxazê!

Biken! Arê qezel li canê kaxazê!

Biken! Kennê te şîrîn e, nizanî tu

Çiqes rind î û ez mest im çi endazê


Helbesta 7

Ji xwa ta xwa timêşe ez li rê me

Ji xwa hay terrime dîsanê tême

Xwedê ya xelkê sergizdan kirim ya

Mi xwa venda kir û umrek wi pê me?


Helbesta 8

Dutar û bexşî mest û çeppe taw mest

Ser û çavên te mest û mest dil û dest

Demek mest bûm nizanim çerre bû ku

Ji çavên te ketim piştê min işkest


Helbesta 9

Tu jî mîna mi gaşe çavlirê wî

Serê rê nagirim, tişt nake, rêwî

Here! Wi dû te ra ez nagirîme

Dirêjînim pîyalêk av ku bêwî


Helbesta 10

Şevê li xewnê û ro li xiyalê

Xweş im ez wi xiyala te hevalê

Xiyala te wi min ra ye timêşe

Hema îşev dixwazim bejn û balê


Helbesta 11

Şemalek tê û min ber ve te tîne

Tê ku destê dilan wi hevdu gîne

Ezê ber ve te têm pêxasi pêxas

Biwîn solê mi da rîgek tunîne


Helbesta 12

Li sîmên berqê rûnişt zirbe sarek

Ji saran çar qedem wêda çinarek

Ji vî rûsariya wi dest xwe da ma

Xwe da şewtî û dil bijyaye arek


Helbesta 13

Çima hatî? Çima dîsa te ha kir?

Çima va kone xermana li ba kir?

Çima ez dîn kirim berdame çollê?

Çi karû va te wi xermanê xwa kir?


Helbesta 14

Şevêçû li şevek ella mezarî

Xwedê jî gurmijî ,hînganê barî

Me deng û hêstirê xwe tev li hev kir

Û bangî kir birîna kûr û karî


Helbesta 15

Selamê min li Şêrkoyê kelatî

Xerîbê li wêlêt bê hemwelatî

Selamê min selamek bê tema ye

Dêhatî me dêhatî me dêhatî


Helbesta 16

Li çollê bê xwedê ez jî xerîb im

Li kûçên (Bêkes)î gaşe te dî bim

Qezel ji her du çavên min dibarî

Te got qulmek birêj şayed ku tî bim


Helbesta 17

Werin ku taliyan talan kirim ez

Werîn talê ku pê xwa dagirim ez

Şev îşev dîsa li çavê mi nare

Hezar car zinde bûm disa mirim ez


Helbesta 18

Xwedê zane ji xwa jî westiya me

Ji manê westiya, ji çûnê mame

Sibê ta şev xiyalên xam dipêjim

Şevê jî ta sibê heyran û pa me


Helbesta 19

Tu hîva asimîn, ez li zemînê

Ji herdê destê min nagê evînê

Tu jî wi ser mi da xar nawî emma

Dilê min îşix e li hîverwînê


Helbesta 20

Xiyalê te li dar e natê tewnê

Tu şîrîn î li çavan natê xewnê

Dixwazî yê dilan dil da bimîne

Guçê dil da veşêr mîna li kewnê


Helbesta 21

Tu rakev rinda min, ez pa dimînim

Perestar im, birînan va dimînim

Tu rakev bexta min, malava, xew xweş

Mepirs sa çi li vî dinya dimînim


Helbesta 22

Tu rakev rinda min, xew rind e sa te

Siweynda ku dixwazim bêwme ba te

Dixwazim sorgula xwa şa biwînim

Tu rakev rinda min, xew rind e sa te


Helbesta 23

Şemalê serkêşi sari berêvar

Xewer anî ji bêdadê şevê sar

Xerîb dengek dibîzim ji derek dûr

Ne xanî ma ne ocax û ne jî ar


Helbesta 24

Hewayî me hema işkesti bal im

Ezê ji derdeke zalim dinalim

Xerîb dengek dibîzim ku dixwîne

Eman ji derdê zalim, derdê zalim


Helbesta 25

Şevêçû ta siwê barîm wi dû te

Şev îşev sar û çîksa, zexnewût e

Li ber çavên şevê sê kes dilerzin

Dil û pişt û qerey min va ku rût e


Helbesta 26

Qe va ku şair im yani tenê me

Were vaje werîn, ez çav li rê me

Were wi navê işq, wi navê avê

E jî ta her derê ber ve te tême


Helbesta 27

Eger şîrîn î ez tal im, bibaxşîn

Eger ber ve te nakalim, bibaxşîn

Eger goştê te rijiya û ti xallî

Ji min narêje, dîfal im, bibaxşîn


Helbesta 28

Li çavan haweke hişk bûne hêstir

Dubêytî jî ji dil ra nabe pirtir

Li dil rûnanine hengên dutarê

Wi dû vî şairê dîn kê nifir kir


Helbesta 29

Tu helbesta ji tay dil da dibêjim

Evîna ku ji çavan da dirrêjim

Tu hatî patinê li nav du aran

Xwedê carê, e(z) jî carê dipêjim


Helbesta 30

Hewa barî, dilê herdê nerim kir

Ro yê jî herd li asmîn piştgerim kir

Zemînê şallê hêşin da serê xwa

Guman kim tazi ji asmîn şerim kir


Helbesta 31

Qezel yani eger carê biwînim

Derek dûr narime ku vaje bînim

Tu helbestan li çavên min dixwînî

Û giştan ezber î pêş ez bixwînim


Helbesta 32

Ezê çav mêşin im, kewna te jî şîn

Tu heyrana min î, ez sa te ra dîn

Li canê hîlîyan derd û belên te

Biwîn çiqes li hev datênê em hîn


Helbesta 33

Xema şîrîn delalê tal kirim ez

Ji her talê biwêjin taltir im ez

Niha jî westiyame xelko bêlin

Serê xwa dayînim ta bimirim ez


Helbesta 34

Evîn rengîn xelata asimîn e

Sewa me xwîn e, xwîna kesk û şîn e

Tu ku aşiq nebûyî ku bizanî

Zivistan ew bihara bê evîn e


Helbesta 35

Şevaro bi xiyalan da musafir

Nemaz işkesti me, ikesti xatir

Şevek hatî û îşix bû şeva min

Du çavên te nemaza min qeza kir


Helbesta 36

Tu derya yî, tu derya yî, tu derya

Tu tama hêstirên gewrî mi da ma

Bigerrim ser te şîrînê, ku min tî

Dibê ser avê û tî tînî dîsa


Helbesta 37

Diçû û çav bidû çavên kelê kê

Mida ma û welat û welwelê kê

Bi dû ra hesretên ku çûne asmîn

Xwdêyo! dagirî neynin belê kê


Helbesta 38

Hinek ferhad in emma bêmecal in

Hinek şîrîn in emma tali tal in

Zimanê têvşu jî nare serê wan

Nizanim ku dil in ya textesal in


Helbesta 39

Şemalek tîne bîna nazenînê

Ezê hîn fam dikim bîna evînê

Eger Ce'ferqulî bîne dutarê

Tînim Milwariyê ji bin zemînê


Helbesta 40

Ezê cînarê durnên asimîn im

Zemîn teng e, ne heja ye bimînim

Xwedê yo! min bixwaz tarînemazek

Bêwim ji çavê te dinyê bibînim


Helbesta 41

Xwedê livra, evîn livra, tu livra

Jiyan îro ye mavêje siweynda

Rê û raman û hespê sîs û hêvî

Sewa te çav li rê ne, ra be ser xwa


Helbesta 42

Hezarmizgeft jî bê te bûye Teftan

Çi bê refş in giya û tûm û hefşan

Bihar, urdîbihêşt, urdîcihenem

Çiqes mîna hev in sa halê weyran


Helbesta 43

Ne şê'r e, va şeraw e, noşi can ke

Enel-işqê ji dû ra rabe ban ke

Şeraw û şê'r li ber tavek kelîne

Sewa mestî tu hay li herduyan ke


Helbesta 44

Çi rind e tev li hev bin ba û baran

Û panavek bigîne hev simaran

Evîna min! li piştê min çiya yî

Çiya nagêjine hevdu ti caran


Helbesta 45

Ne min kiştî ne jî sahil mida kir

Ku mocê gêşte sahil bê ecil mir

Qerara min wi dil va bêqerarî

Xwedêyo! lengerê dil sa mi dagir


Helbesta 46

Eger jin tunne bin ku hest tunîne

Eger hest tunne be, helbest tunîne

Jiyan bê hest û helbest sari sar e

Jiyana sip û sar da mest tunîne


Helbesta 47

Dixwazim ku şevek mîna şivanê

Bilorînim muxama Durne canê

Ji bîra xwa û xelkê dizzikane

Herim ta kûçebaxên Rezmeqanê


Helbesta 48

Nizanim Tirkû ya Kurmancû ya Tat

Tenê zanim ku hat û nanê min pat

Evîn jan e evîn ar e zewal e

Çimanê va zewala sa mi ra hat?


Helbesta 49

Ji ser berfê zivistanek si sali

Şemalek tê û piştê min dimali

Dil û destê mi ra jan hatin emma

Elaw tunne li ocaxê ti mali


Helbesta 50

Were jinyan mi sergizdan ke hevva

Were sêvek ji darê jê ke disa

Ezê ji vî dina jî westiyame

Were belkum biqewtînin mi jivra


Helbesta 51

Neşewtim ez eger manendi tavek

Neşewtînî li şev îşev tu bavek

Nizanim kî dibîne hêstirên me

Şevê tarî ku çav nabîne çavek


Helbesta 52

Du destên te kewût in, aşiq û sîs

Dilo rabe sefîrên işqê ramîs

Du destên te du desmalê hevirmiş

Li wan desmalê sîs navê mi binvîs


Helbesta 53

Tu Kobanî, mezarê heft birê min

Tu navê bav û bapîr û girê min

Dibarim ser te da helbest û hêstir

Bigir pê hûçikê xwa hêstirê min


Helbesta 54

Bilindbejnê! bilindtir te dixwazim

Ji halê îro rindtir te dixwazim

Newînim dest wi ber da yî, tu merx î!

Ji her merxê bilindtir te dixwazim


Helbesta 55

Welatê min! welatê kûçebaxan

Welatê sond dixwarin wi ocaxan

Biwêj arek li ocaxek dişewte

Çirên kêmso wi êr in hîn li taxan?


Helbesta 56

Welatê min! welatê destê xalî!

Welatê çavê berda darê qalî!

Dilê te tijî ye, çavê te têr in

Welatê hesti têr! Sa çi dinalî?


Helbesta 57

Tu şa yî ez mirim, destê te nêşe

Ji bîra xwa birim, destê te nêşe

Mi got malê te ava! ez xirab im

Te rind ez çê kirim, destê te nêşe


Helbesta 58

Were ser çavê min, kanî zelal e

Biwîn li çavê min dinya delal e

Delala min bitirs kûzê te neşkê

Dilê vî rozigara textesal e


Helbesta 59

Ji min qeyr ez evînê tişt mexwazin

Evîndar im, ji dînê tişt mexwazin

Ziman ar e, dil ar e, pirti jî ar

Dişewtim, cuz revînê tişt mexwazin


Helbesta 60

Dilê min tijî ye, yê asimîn jî

Hewa hay gurmijî hate zimîn jî

Hewa barî û barîm ez jî emma

Dilê me herduyan da maye hîn jî


Helbesta 61

Were ta torxe dîsa ser hilînin

Were ta durne ji koçê nemînin

Tu bêwî bulbiya jî têne malan

Sewa xwa hengê (Lê yarê) dixwînin


Helbesta 62

Hewayî me hewayî li hewa te

Ji dest xwa ser hilînim bêwme ba te

Dilê min ku birûskê dadê û bir

Serê ser li hewa tînim sewa te


Helbesta 63

Li halê dil bipirsin rind e xelko

Ji janê dil bitirsin rind e xelko

E jî mîna we me ,her salê carê

Çikapek sa dilê min rind e xelko


Helbesta 64

Mi çav avîtine ava simarê

Dil û destê mi jî narin ti karê

Dilê min sari sari sari sar e

Gerim kim vî ocaxa pê çi arê?


Helbesta 65

Ser û pay canê min jan û şewat in

Tenê ar û birûsk ber ve mi hatin

Ji bîr nakim ku mala min dişewtî

Birên ender firîgên xwa dipatin


Helbesta 66

Xerîb û dest wi berda, dil bişûnda

Berê min rû li dil, dil li çiyê ha

Dinalim, bang dikim, digrîm, nizanim

Xicawa min li paş kîjan çiyê ma


Helbesta 67

Dil û dengê te li nav êr dibînim

Du çavên te ji heynê têr dibînim

Kezeb-çavê mi jî mîna te xwîn in

Hema ez kurmê dêr ji dêr dibînim


Helbesta 68

Şivan îşev biwe min bîne bîne

Biwînim ku berantê min kê dîne

Bigerrim li dilê bêser berante

Dilê ku dil bi dû me hîne hîne


Helbesta 69

Çiqes (Behmen) dilê min da hene hîn

Çiqes (Lê yarê) li gewrî te ne hîn

Veger (Gulnar)! veger! aşiq bimênî

Veger (Xêwe-Bixara) yên me ne hîn


Helbesta 70

Terim paşe royê, berve şevên reş

Mi qurbet kin! bibaxşînin! Royên xweş!

Terim ta dû te ra kes min nebîne

Nebînin çavê min jî va royên reş


Helbesta 71

Nebînim te ji giştan xwariye têr

Diya heft lawê ji lawan nedî xêr!

Titûna qussê min çavê te şewtand

Dil û destê te emma germ nekir êr


Helbesta 72

Heway dil tiji ye li xwa gudar im

Şemalek bêwe mala ku bibarim

Çi heykat e li ara êr û avê?

Şevek barîme hîn tendûrek ar im


Helbesta 73

Biwêj min ra te ji şûna evînê

Çi berdaye dil û berdaye xwînê?

Nizanim va çi arû hîn jî haka

Li çavê min zewale têne dînê


Helbesta 74

Ocaxên mala me hîn wi elaw in

Biroşên ser wi ar, tiji pelaw in

Xewê vî xelka her şev tiji xewn e

Xiyalên xelkê hespê bê celaw in


Helbesta 75

Were ta ber ve te per verxinim ez

Hemêzek şê'rê perper verxinim ez

Bihêvûsim zimanê çavê aşiq

Ku ta ji awiran ser verxinim ez


Helbesta 76

Te can daye li te helbest biwêjim

Dubeytî rind, qezel yêkdest biwêjim

Hema na, nabe natê awirên te

Wiqes zinde, wiqes jî mest biwêjim