Gerok

Ji Wikibooksê

Sê gerok bi guhartoyên xwe yên nû li pêşberî me ne. Gerokên Webê bi lez pêşde diçin.

Di platforma Windowsê bi taybetî sê gerok hene ku divê bi awayekî cidî li ser wan bête rawestandin. Fînal û guhartoyên stabîl ên van gerokan dê gera me ya di înternetê de bi tecrûbeyên nû bixemilîne û raxe ber çavan.

Berî niha bi çend salan di cîhana Windowsê de der barê gerokên webê de tiştekî zêde ku mirov bîne zimên tunebû. Gurê pîr, Netscape li dawiyê dinaliya û li ser dikê bi tenê Internet Explorer hebû.