Sê Heval û Pîrkek

Ji Wikibooksê
Ev gotara çêrûkek e.

Çi heye çi tuneye, li gundekî se keçik hebûne. Yek Pitik, yek Titik û ê din jî nave xwe Qûngir bû ye.

Wana rokê çune sêz, şişinga berhevkin. Pitik û Titik bi lez şişingên xwe berhev kirine, lê Qûngirê jî li ser tûmekî runiştiye û kilameke xwe gotîye. Pitkê û Titkê ji Qûngirê re gotine: “Kaç Qûngirê tu çima şişinga berhev nakî?” Gûngirê gotîye: “Na, ezê biwestim. Hûn ji min re şişinga berhev kin.” Pitik û Titik ji Qûngirê tirsîyan e, û ji berve wê jî şişing berhevkirin e.

lê ro çuye ava. Pitik û Titik ji Qûngirê re gotine: “Kaç Qûngirê, de rawe em hernî mal, royî terê ava.” Qûngirê gotîye: “Na, eza biwestim. Min li xwe nin.” Pitik û Titik ji Qûn Girê tirsîyan e û ew carekê li pişta Pitikê û carna jî li pişta Titkê niştîye. Lê Pitik û Titik westîyan e û êdin çok li wan sist bûne û re li wan dirêjbû ye.

Şev keti ye erdê û wan rîya mal comkirin e. Vana gîrîn e, lê ê kuda herine?

Li dûre wan işqek dî ne û xwe livê işqe girtine û ketine re. Pir çun e hendik çun e û nêske male bûn e. Pîrêke hime hime gume gume û didanên xwe li xwe kirine qirca qirc û çiçke xwe yek avitîye ser milî çape û yek jî avtî ye hêlê raste.

Wan li derî xîstine. Pîrkê cadî got: „Hîn dikim bîn dîkîm, li ser malan gav dikim, him jin im û him mêr im, bînê îsên dikim. Werin têkevin hundir.“ Ew dikevin mala Pîrke. Pîrke ew têr kirine û ew kirine xewe. Pêçeka din şunda Pîrke kêr kirîye dest xwe û gotîye: “Keçkino, delalno hun ketin xewe?” Pitik diwê: “Na, ez nê di xewê da me.” Pîrke diwê: “Tu çima xewê nakî keçka mina delal?” Pitik diwê: “Xewa minê ne, ezê birçî me, dakê min bi van çaxana ji min re gawul çedikir.” Pîrke kirî himehim û tere ji Pitike re gawulekê çedike û Pitik wê gawulê dixwa.

Pêçeke din şunda, disa Pîrke kêr kirî dest xwe û gotîye: Keçkino delalno hun ketin xewê? Pitik diwê : “Na, ez ne di xewê de me.” Pîrik jî diwê: “Tu çima xewê nakî keçkê mina delalê?” Pitik diwê: “Xewa minê ne, ezê tî me, daka min bi van çaxana ji min re, bi bêjingê, ji erxê av tîna.”

Pîrkê disa kirîye himehim û ketîye rê û çuye erxê. Pîrkê li berxwe da ku bi bêjingek av wune ji Pitikê re, lê qa av bi bêjênge tiji dibe?

Pitik hema rawûye û hevalên xwe ji xewe rakirye û ji wan re gotîye: “Hevalno, hevalno rawun, pîrkê me bixwe.” Ew bilez radiwin û dikevin rê. Qûngir ji tirsa re meresî xwe li mala pîrê bîr dike. Qûngir ji hevalê xwe re diwê: “Min meresê xwe li mala pîre bîrkir û ez meresî xwe dixaz im.” Pitik jî, ji tirsa Qûngirê gotîye: “Hun livir biskinin û ez herim meresî Qûngirê ji mala pîre wunîm.”

Pitik bi dizkî dihere mala pîre û dikeve hundir. Pîrik deri li Pitikê digre û diwê: “Eza te bixwim.“ Pitik diwê: „Tê min bixwî, lê tu ji min têr naxwî.“ Pîrik diwê: „Ew çima ye ku ez ji te têr nebim.?“ Pitik diwê: „lêê ezê zayîfim loma ye tu ji min têr naxwî. Min têke çolekî û paşê here ormên. Ji darê gûzê çokekî çêke û biwî limin xe. Ezê hînge pir bigoşt biwim.“ Pîr wê dike hundirê çolekî û dev da yê ormên.

Pitik ji berîyê xwe kêrekê derdixe û çêl didirî ne jê derdikeve û keçika pîrke kirîye çêl, dev lê girêda ye û meresê Qûngirê jî kirîye dest xwe û bi lez ketîye rê.

Pîrîk jê ormên te. Çoke ji darî gûze heytene û ji çêl vedigşe. Her ku avêtî çêl, ji çêl qornîk derdiketî ye. Paşê pîrik devî çêl vedîke û çi binêre… Keçika xwe di xwîne de maye û mirîye.

Çîroka min li vir qedîya Sinîk mast li vê cimate