Azad û fasûliya bisihir

Ji Wikibooksê

<poem> Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran... Hebû tunebû, dibêjin carekê li gundekî, bi navê Azad kurikek hebû. Azad tevî diya xwe li cotgeheke biçûk dijiya. Li cotgehê herdu jî gelek dixebitîn, karê pir giran dikirin, lê dîsa jî debara wan çênedibû. Rojekê, dayîka pîr biryar da ku çêleka xwe bifiroşe, ji ber ku çêlekê êdî şîr nedida wan. Azad ji diya xwe re got: --Dayê heyran, bihêle ez wê bibim peyasê û bifiroşim. Diya wî got: --Madem tu dixwazî, bila be kurê min, lê baş bazara xwe bike, wê bi erzanî nede! Herî hindik deh wereqa bixwaze! Û Azad bi benê stûyê çêlekê girt û ket riya bazarê. Ew hê ji malê zêde dûr neketibû ku kalekî rîspî û delelok rastî wî hat. --“Rojbaş Azad”, got kalê rîspî. “Tu bi ku ve diçî wisa bi vê çêlekê?” Azad got: --Rojbaş Kalo, ez dê wê li peyasê bifroşim û jê pereyekî baş kar bikim. Kalê rîspî got: --Eger tu bixwazî, dikarî pir dewlemend bibî. Ez dixwazim çêleka te bikirim, lê ez dê di şûna wê de ha vê fasûliyê bidim te. Azad şaş û metel ma, û got: --Hûn henekê xwe bi min dikin, kalo! Ji bo vê çêlekê ez herî hindik deh wereqa dixwazim. Him! Ma tu bawer dikî ku ez dê wê bi fasûliyekê biguherînim ! ? Kalo got: --Lê belê ev fasûliyeke bisihir e! Eger tu wê biçînî, tenê di şevekê de ew dê bigihîje heta asîmana. Azad şaş ma. Û di dilê xwe de got: --Heta asîmana ?! Bi vê pêşniyarê kêfa Azad gelek hat û fikirî ku dema ew vê fasûliya bisihir biçîne hem wê kêfa diya wî were, hem jî hemû cîranên wan wê werin bexçeyê wan û li wê fasûliya mezin bi heyranî temaşe bikin. Îca Azad çêleka xwe bi fasûliyekê da û bi coşeke mezin û pir ji xwe qayil bi lez û bez vegeriya mala xwe. 2 Lê gerek nake mirov zêde behsê bike ka piştî ku wî çîroka xwe ya bazariyê ji diya xwe re got, çawa morala wî bi carekê xera bû. Çimkî diya wî pir pir aciz bû û ji Azad re got “ehmeqo, kero, bêaqilo”. Dûre jî dayîka pîr li ser kursiyekê rûnişt û dest bi girînê kir. Azad, ji ber girîna diya xwe pir xemgîn bû. Îca feqîro bi wê hêrs û xemginiyê, rahişt wê fasûliyê ji paceyê avêt derve û ew jî giriya. Dora rojê, Azad beriya diya xwe ji xew şiyar bû û bi lezûbez derket bexçeyê ji bo ku ji diya xwe re li bexçeyê taştê amade bike. Lê belê dema wî gavê xwe avêt derve, şaş û metel ma. Çi ku ew fasûliya ku kalo dabûyê şîn hatibû û bûbû dareke pir mezin. Ew wisa mezin û wisa bilind bûbû ku guliyên wê di nav ewran de winda bûbû. Azad qet dudilî nekir û hilkişiya ser dara fasûliyê. Îca hilkişiya, hilkişiya, hilkişiyaaa... heta ku ew gihîşt asîmanê. Paşî, ew derket ser ewran û li wir meşiya. Azad piştî meşeke dûr û dirêj gihîşt qesrekê. Di wê qesrê de wekî ku kes nedijiya. Azad çû derî vekir, ket hundir û li nav qesrê ode bi ode geriya. Waw, çiqas delal bû ew der! Hemû bi mobîlya û bi tiştmiştên pir delal hatibûn xemilandin. Lê belê, bi carekê dêweke mezin derket pêşiya Azad. Azad qet cesareta xwe winda nekir û ji dêwê re got: --Rojbaş Xanima delal, ji kerema xwe hûn dikarin piçek xwarinê bidin min? Ez gelek birçî me. Dêwê got: --Kurikê delal, tu hatiyî vê derê çi dikî ? Mêrê min hûtek e. Li şûna ku em xwarinê bidin te, tu ê bibî xwarin ji mêrê min re! Azad hê bersivek nedabû ku bi carekê dengekî ecêb ji derve hat. Gurm ! Gurm! Gurm! Gurm! Dêwê got: --Zû xwe li pişt dolabê veşêre, zû. Azad xwe veşart û dît ku hûtek ket hundir. Di destekî wî de torbeyek, di yê din de jî miyek hebû. Hûtê qerase torbe avêt goşeyekê û zêrên tê de rijiyan erdê. Piştre jî wî derdora xwe bêhn kir û bi dengekî bilind qiriya: --Bêhna goştê teze tê pozê min! Dêwê, yanî jina hût lê vegerand got: --Helbet wê bêhn were. Ew bêhn, bêhna miya di hembêza te de ye. De zû here wê amade bike ji bo ku ez jî wê bipijînim ! Hût bi ya jina xwe kir. Dêwê jî rabû ew mî pijand û danî ber mêrê xwe. Hût xwarina xwe xwar û çû raza. Piştî demeke kurt ji ber xurexura hût dîwarên qesrê hejiyan. Îca Azad jî bi hêdîka ji cihê xwe derket, ew torbeya zêran avêt ser pişta xwe û bi reverev, çawa hatibû wisa jî vegeriya mala xwe. Di vê navberê de, diya Azad jî li her derê li kurê xwe geriya û ket nav fikaran. Piştre di dilê xwe de got: 3 --Feqîrê min! Doh êvarê ez wisa bi ser de pir qîriyam ku herhal ew ji malê çû û careke din hew vedigere.” Lê dema ku Azad ji dara fasûliyê daket erdê, diya wî şaş û metel ma, û bi kêfxweşî çû cem wî ji bo ku wî maçî bike. Lê Azad ji diya xwe re got: --Dayika min a şîrîn! Tu dibînî ku ew fasûlî bi rastî jî bisihir bû. Kerem bike, ev ji bo te ye! Û wî ew torbeya tijî zêr da diya xwe. Jinika feqîr serê xwe rakir asîmanê û spas kir ji ber ku kurekî ewqas jêhatî daye wê û ew herdu bi rojan, bi saya wan zêrên hûtî di kêf û xweşiyê de jiyan. Piştî çend mehan, zêr hemû xelas bûn û Azad biryar da careke din here wê qesra nav ewran. Îca ew dîsa hilkişiya ser dara fasûliyê û çû xwe gihand wê qesrê. Dema ew ket nav qesrê, bi kubarî silav da dêwê û got: --Rojbaş xanima delal, ji kerema xwe hûn dikarin tiştekî xwarinê bidin min? Dêwê bi ser wî de qîriya got: --Pîso! Ma tu fedî nakî ji min xwarinê dixwazî? Cara din tu hatî vir û te torbeyek zêrên me dizîn. Berî ku Azad devê xwe veke û tiştekî bibêje, qesir dîsa hejiya û dengê piyê hût hat: Gurm! Gurm! Gurm! Gurm ! Dêwê bi lez got: --Zû bazde xwe di nav firûnê de veşêre. Azad ji bo xwe veşêre, xwe avêt nav firûnê, lê belê wî deriyê firûnê hinek vekirî hişt ji bo ku bikaribe bibîne ka hût wê çi bike. Hûtê qerase berazekî qelew û qefesek danîn ser maseyê. Piştre hût derdora xwe bêhn kir û bi dengekî bilind got: --Bêhna goştê teze tê ber pozê min! --Erê rast e, got dêwê, lê ew bêhn, bêhna vî berazî ye. Ka aliyê min bike em wî hazir bikin û bipijînin. Hût got: --Erê, jixwe dilê min jî pir dibijiya berazekî ku di firûnê de hatibe pijandin. --Na, got dêwê, baştir e em vî berazê bidohn di koza agir de bipijînin. Îca dêw û hût bi hev re ew beraz di argûnê de biraştin û bi îştaheke ecêb xwarin. Piştî xwarinê jî hût deriyê wê qefesa vekir û jê mirîşkeke zêrîn derxist. Wî ew danî ser maseyê û got: --Hêkeke zêrîn bike. Û mirîşk hêkeke zêrîn kir. 4 Hût mirîşka zêrîn girt û hinek miz da, dûre çavên wî hatin girtin û ew di paldanka xwe de di xew re çû. Tam di wê kêliyê de Azad ji cihê xwe veşartibû derket û bi carekê mirîşka zêrîn girt û bi reverev dîsa çawa hatibû wisa jî bazda çû mala xwe. Ji wê rojê û şûn ve, êdî halê Azad û diya wî pir xweş bû çimkî mirîşkê her roj hêkeke zêrîn dikir. Lê belê piştî ku çend meh derbas bûn, Azad ji jiyana xwe ya aram aciz bû. Wî dixwest careke din here wê qesrê û xezîneya hût û dêwê bibîne. Îca ew rabû dîsa çû wê qesra nav ewran û fikirî ku wê baştir be xwe nîşanî hût û dêwê nede. Azad vê carê xwe li pişt çewalek arvan veşart. Piştî demekê dîsa deng hat: Gurm ! gurm ! gurm ! gurm ! Hût ket hundir û dîsa dora xwe bêhn kir û bi qîrîn got: --Bêhna goştê teze tê pozê min ! Bêhna goştê teze tê poze min ! Jina hût, yanî dêw, çû li pişt dolabê nihêrt, ku Azad cara pêşî xwe li wir veşartibû, piştre jî çû li nav firûnê nihêrt, lê belê wê tiştek nedît. Ew herdu li her derê malê li Azad geriyan lê qet nehat bîra wan ku li pişt çewalê arvan binêrin. Dawiyê, ew wisa fikirîn ku xelitîne. Dûre ew rûniştin çêlekeke biraştî xwarin û Azad jî li wan temaşe kir. Piştî xwarinê hût çû ji nav dolabê çengeke zêrîn derxist, danî ser maseyê û got: --Lêde, çenga zêrîn. Û çenga zêrîn xwe bi xwe dest bi lêdanê kir. Muzîka wê wisa bi aram û delal bû ku hût û jina wî ji xwe ve çûn û serê xwe danîn ser maseyê û razan. Dema ku xirexir û pufepufa wan dest pê kir, Azad ji cihê xwe derket, çenga zêrîn girt û bazda. Lê ew tam ji qesrê derdiket ku ji ber lezûbezê, çenga di destê Azad de li derî ket û wê dîsa dest bi lêdanê kir: Rong ! Rong ! Rong ! Hût bi dengê çenga zêrîn şiyar bû û dît ku Azad çenga zêrîn girtiye bin çenga xwe û bazdide. Îca wî jî bazda ji bo ku Azad bigire. Û Azad li pêş hût li paş, beziyan û beziyan. Azad dawiyê xwe gihand guliyê dara fasûliyê û xwe berda jêr. Piştî Azad, hût jî xwe ji guliyê dara fasûliyê berda. Lê hût hê tam daneketibû ku Azad xwe gihand malê û ji bo ku dara fasûliyê ji binî ve jêke, çû bivirek anî û hat li binê darê da. Wî çawa lê da, dara fasûliyê bi carekê qelibî û hûtê qerase jî bi wê giraniya xwe serserkî ket erdê û bi erdê ve zeliqî. Ji wê rojê û şûn de, Azad êdî nikaribû here wê qesra nav ewran. Lê jixwe ew wisa tirsiyabû ku dilê wî bi xwe jî êdî nedixwest tiştekî wisa bike. Bi saya hêkên zêrîn, halê Azad û diya wî pir baş bû, û çi cara ku wan dixwest bêhna xwe vedin, diçûn li muzîka xweş a çenga zêrîn guhdarî dikirin. Çîroka me qediya, xêr û xweşî li hazir û guhdaran bariya.

Hevalê min yê ku ev çîroka gelerî vergerandî Kurdî ez li ser navê hemu Kurda spadarim ji tere.Ji ber ku vergere, te di nivîsê de çend çewtî kirine.Ji bo tikilîyê ti dikarî peyamên xwe ji min re rê bikî jiyan.nu72gmail.com spas