Îsmet Dax

Ji Wikibooks
Here cem: navîgasyon, lêgerîn


SİLAV Û HURMET

Ew ilm ên we yî pak û bi rûmet;Dîrok û nav û maf da min.
Ez ji nû de xuluqand im;Bûme mîn a însan hatim e.

Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwedî ên ilm ên nû,ji we re silav û hurmet.

 Gotin;"Çek a herî mezin,rexne û xwe rexnekirin e"
 Gotin;"Evîn a Mem û Zîn,jîyan ê diafirîn e".

Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwedî ên ilm ên nû,ji we re silav û hurmet.

Bûn rêber ê aşîtî yê,çek û ceng ji holê rakir in.
Tixûb rakir in ji dubendî yê,hemû zindî bi xwe şîyarkir in.

Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwedî ên ilm ên nû,ji we re silav û hurmet.

Bi soz û peyman ji we re,ez ê tim li pê we bişopîn im.
Ez bernadim qet doza xwe,jîn a bê mirin tekoşîn e.

Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwedî ên ilm ên nû,ji we re silav û hurmet.

Helbest û muzîk
Îsmet Dax







XEWN A RENGÎN

Ketibûm nav xewnek şêrîn;
Min ji xwe re dibû,gulek bi rengîn.
Bi min re,kenya bi lêv ên şekir;
Heş û aqlê min, bi xwe re bir.

Bejna wê,wek dara bîhê;
Çav xezal bû,xwî şêrîn ê.
Hingî xweşik û bedew bû;
Bi heft dila,dil ketibûm wê.

Min bang kir wê;Lê qemer ê,
Tu kî ye? lı va ra çi digerê?
Xeml û xêza xwe, li ba dikir;
Dilê min, li pê xwe kaş dikir.

Gulî hûnayî bû, rindê;
Taca zêrîn,li serê wê.
Li ser hespek î rewan bû;
Li dor wê,şewq û şemal bû.

Nûr, ji wecîyê wê difûrîya;
Tîrêj ên xwe, dabû gelya.
Dest ên xwe, dirêjî min kir;
Ber bi wê de çûm,ew ji min revya.

Min, dabû dû şemala wê;
Gul û gîha, girtibû navê.
Gah wenda bû,gah xuya bû;
Gelek şev û roj an, mam lî pê.

Min xwe di dît,li ser Sîpan im;
Dengê şahîyê, dihat guh min.
Govendek li dar ketibû;
Xecê û Sîyamed, di nav de bûn.

Mem û Zîn,ketibûn destê hev;
Dilîrandin,keç ên bedew.
Ehmed'ê XANÎ, ji wêde dihat;
Lê hatibûn hev,hozan ên hest.

Hunermend an,li saz a didan;
Helbest û awaz berdidan.
Hemdem an,meşale radikir;
Egîd an, deng bilind dikir.

Toz û dûxan, radibû ji erdê;
Bûka gelî ,dihate ji wêdd.
Hespa bin wê,dîs rewan bû;
Xêlîya li ser wê, ji heft renga bû.

Xwazgîn î ên wê,ji her cî hatibûn;
Ser û bin karwan, nexuya bû;
Bûbûn berbû,pir jin û mêr.
Dê,tev zarok an li vir bûn.

Min, xwe berdida ji ser sîpan;
Min dît,bûk bû ew şewqa han.
Ber bi wê de çûm,ew, ber bi min de hat;
Şahî, difûrya ji her cî-yan.

Gava kû, em hat nêzî hev;
Betal dibûn, awaz û def.
Gelî, heyirî û şaş mabûn;
Ji ber vê heybeta, bi çeleng.

Nabêna me, tişt nema bû.
Pozikê sola me, li hev dabûn.
Dest êm, bi xweber çû xêlîya wê;
Dengê def û zurne a, li ba bûn.

Ew bi xwe bû, a kû ez li pê;
Min dîsa pirsî,tu kî ye lê?
Ji min re got;" Kurdîstan im"
Min, xwe j nû de dît e li dinê.

Min, himêzkir rengîna xwe;
Xewna min dît,ez kirim xwe.
Ez jî bûm xwedî maf, li dinê;
Gîham meqseda bavê xwe.

Îsmet dax
23 -05-1998







KÊ Çİ KİRİBE,WÊ BİJÎN E.

Pir serişk e,zû jibîr dike;
Kêmasî an,sedbare dike.
Rexnê kesî qebûl nake;
Ew her timî,bi a xwe dike.

Dibêj e;" ez,her tiştî dizan im"
Ji xwe pêv,keskî nafikre.
Rûniştîye li ser kedê;
Armanca mezin,jibîr dike.

Nizan in wenî namîn e;
Rastîyê, ronahîyê bîne.
Xwedî ên kedê,dilbirîn e;
Kê çi kiribe,wê bijîn e.
Tiştek veşartî namîn e.

Tim dibêj e;" ez,rêber im"
Mirov an,ji xwe direvîn e.
Dibêj;"ya hûnê bibe wek min;
An jî,jîyan ji we re nîne."

Çav berdan e tac û text an;
Bûne,Beko Ewan li ser me.
Gelê dinyê,giş bi wan dizan in;
Emelê wan li ber çavan e.

Roja me,waye hilatî ye;
Berx,ji kozan derketî ye.
Xwedî,bi diz ên xwe,esya ye;
Sitarî, ji revê re nema ye.

Ger em mar ên nav xwe,derîn;
Para şêr,ji dest rovî derîn.
Ev mîhrîcan,ne jiboy kes e;
Bi rûmet e,jiboy herbeş e.

Helbest û muzîk
Îsmet Dax
17-05-1997








BES E LO BİRA


Bese lo bira,kanî dest ên xwe;
Dayîka me yek e,şerm e jiboy me.
Ên bav ên me kuşt,me ji hevdû dûr xist;
Perçebûn a me,me tune dike.
Dijminê mezin,di serê me de ye;
Mejû ên me duxu,tim dijî me ye.
Ger,em binasîn in kesanetîyan xwe;
Me,bi vî aqilî,tim wendakİre xwe.
Ger em tıxub an,rakın jı erd an;
Jiboy, zaro ên me, azad bijîn in.
Bav û kal digot;"dijmin nabe dost;
Tevdîr û tifaq,wê bixîn e post."
Bese lo bira,kanî dest ên xwe.

Bese, em êdî xwe nexapîn e;
Mirov ên serişk,kes nahebîn e.
Bav û kal digot;"bi ziman ê xweş;
Ger em maar an, ji qelşa derîn in."
Ger em bernedin,doza serxwebûn;
Ger em bibe mînak,jiboy pêşveçûn.
Ev e a rastî,ev e biratî;
Ger em bibin yek can,jiboy wekhevî.
Bese lo bira,kanî dest ên xwe.

Helbest û muzîk
Îsmet Dax
05-01-1997








GÎHA,Dİ BİN KEVİR DE NAMÎN E.

Nav ên me yî bav û kal an;Tucar an wenda nabe.
Heta kÛ,cîhan hebe;Emê her timî bi deng bin.
Rêça me,rastî û ronahî ye;Emê hertim pêşve herin.
Me li her cîyan,tov danî ye;Bila her kes, baş bi zanibin.
Emê bijîn in azadîyê;Bila herkes,baş bi zanibin.

"Gîha di bin kevir de namîn e";Dûr nêzîk,wê xwe derîn e.
Hebûn ê bîne maf ên xwe;Dinya bi dore,wer namîn e.
"Ayê bizina kol,ji a qiloç re namîn e."

Em kurd'in,tov ên Med'a ne;Jîyan,bi xwe tekoşîn e.
Heta kû yek ji me hebin;Wê,dîrok a me tim lêbe.
Rastî,xwe tim zêde dike;Nebaşî yê,ji holê radike.
Ev tekoşîn,bê mirin e;Emê ji nû de,xwe şên bike.
Evîn,bingeha buhişt e;Wê,dijîtî yê qir bike.

Helbest û muzîk
Îsmet Dax
23-11-1997









QELEN Ê MİN PİR BUHA YE

Ez,gulek bi bêhn û bi rengîn im;
Li ser min tim raperîn e.
Herkes-î çav berdane min;
Nizan in ez dergîstî me.

Qelen ê min pir buha ye;
Ne bi zêr û ne bi pera ye.
Nayêm firotin,nayêm kirîn,
Ez bûka gelê kurda yim.

Dîrok a min,ji çar beş a ye;
İlm û cewher,di nav de ye.
Sînga min,tevde xezîne ye,
Tu çi bixwaz e,li ser heye.

De bê aqilno qey hûn nizan in?
Ev bû hezar û sed sale,tim raperîn û serhildan e,li ser can û cesedê min danîye.
De qey hûn nizan in;Gelek qîz û xort ên hêja xwîna xwe li ser min rijandî ye!
De qey hûn nizan in ez bûka gelê kurd a me!
De qey hûn nizan in ez namûs û şeref a,hebûn a pakrewan im,de loy loy!

Qelen ê min pir buha ye;
Ne bi zêr û ne bi pera ye.
Nayêm firotin,nayêm kirîn,
Ez bûka gelê kurda yim.

Helbest û muzîk
Îsmet Dax
24-08-1996










DE RABE XANÊ


Karker;Êdi vegeryabûn ji ser karê xwe:
Bênder lı ba kirbûn û êdî debra xwe yî hezar salan,rakirbûn ji erdê.
Kinc ên xwe yî bi qirêj avêtibûn.
Û,êdî kinc ên xwe yî nûjenî,li ser bejn û bala xwe girêdabûn.
Bûkek,jı xwe re xwastibûn ji can û dil de.
Govendek herî mezin li darxistibûn.
Keç û xort ên evîndar ketibûn dest hev,êdî çand û huner pêşkêş dibû.
Memyana waha bangdikir in:

DE RABE XANÊ

De rabe Xanê,rabe;
Rûniştandin ji me re nabe.
Bavêj e kul û kerba;
Govend,bê te geş nabe.

Îro dîlan a me ye,cejn û şahî a me ye;
Bilind bûye al ên me,roja hebûna me ye.

Keç û xort xemilînin,helbest an ji hev re dixwîn in;
Dest û mil danin hevdû,qahra salan dirjînin.

Rabe çav an bide ber kil,bejn û balê girêde;
Dest ên xwe bide dest ê min,em ji berbû an bilîrîn in.

Helbest û muzîk
Îsmet Dax
03-01-1998








PÎROZ BE

Ew hisreta hezar sal an, êdî qedya ye;
Dipijiqe êdî jîyan ; li her cîh fûrya ye.
Ranaweste rastîya ronî;
Vêketîye hêyva Medî;
Bûye tîrêj ên rojê, venamir e.
Erd û ezman neqişî ye,
Bilbil,bi gul an şa bûye.
Buhişta mirovatî yê, ava bûye.
Pîroz be,li dinê.
Pîroz be rastiya evînê

Bergîya ronahîyê herdem vekirîye
Bend û sînor ên qasê, ji holê rabûye
Êdî çav rastîyê dibîne,
Kes nema xwe bixapîne.
Hurmet û eşq hatinê dinivîsîne.
Jîyan;Bi xwe, tekoşîn e.
Serdest êdî hew dijîn e.
Ez jî bûme xwedî cîh û war li cîhané
Pîroz be, li dinê.
Pîroz be rastiya evînê

Îsmet Dax
15. 06. 1998








HEBÛN İM

Evîn e,havîn e, bihar e dil ê min;
Şêrîn e,delal e,heval a emir ê min.
Mizgînî yê ji min re tîne,heval û hogir ê min;
Nav û maf ê min;Êdî,serfiraz bûye.

Rêber û rêzan an,rê vekirî ye;
Xwendewan û karker,hemû xwe dîtî ye.
Şoreşger û şervan,meqsed anî ye;
Waye êdî awaz di de,ilm ê helbest ê min

Xemla min rengîn e,ji gul ê bihar ê;
Hêz a min giran e,wek çîya ên Sîpan ê.
Ez ji can çêbû me,hebûn im li dinê;
Tim heme li serxwe me,li nava jînê.

Îsmet dax
24-05-1998









WELAT Ê ROJ Ê

Roka me xuyabû li navend a cîhan;
Tîrêj jê kişya ye,ronîkir jîyan
Nav û maf payêbû her dor neqişî;
Welat ê roj ê,bû paytext a gel an
Welat ê roj ê,dayîk a can e;
Dergûş û çand a gel ê cîhan e.
Welat ê roj ê, war ê memyan e;
Gelek mêrxas an, can li ser dane.

Xwelîya gunda li ser ê çahvnebar a be!
Xwelîya gunda li ser ê xêrnexwaz a be!
Xwelîya gunda li ser ê xayîn û fesad a be!
Evîn û hurmet û eşq,her tim rêber e. ..
Welat ê roj ê, dayîk a me ye.
Welat ê roj ê, xelat a me ye.
Welat ê roj ê dîrok a me ye.
Welat ê roj ê bihuşt a me ye.

Helbest û muzîk
Îsmet Dax
17 07 1997








ŞERVANO

Tu, bi xêr hatîye naw jîn a me;
Were rûnî li kêlek a me.
Ser ê me gelkî bilinde;
Ji ber hatin û dîtin a te.
Te pir zahmet dît jiboy me;
Bibaxşîne kêmasî ên me.
Ew roj ên geş te anî ye,
Em rêz digrin ji hebûna te.

Lo şervan lo, Evîndaro lo.

Şervan ê me bi xwe RONÎ ye;
Ser bilind e, ji pola ye.
Zane û merd û egîd e ;
Tirs û xof a neyar a ye.
Te anî xwar text ê serdest ;
Te ji me re jîyan kirîye serbest
Te naqokî ji nav me avêt ;
Te me gîhan de rêça rast û hest

Lo şervan lo, Evîndaro lo.

Buxe ji bax û baxç ên me;
Qedyaye êş û jana me.
Cejn û Aza ya aşîyê ye;
Were em himez bikin te.
Daxwazîyên xwe ji me re bêje;
Em amade ne ji boy te.
Heta kû em hebin li dinê,
Em qet tenê nahêl e te.

Lo şervano lo, Lo mervano lo.
Lo şervano lo, Evîndaro lo

Helbest û muzîk
îsmet dax
11- 02- 1997









GUL'A MİN GULPERÎ YE.

Eşqa xwe, xiste dil ê min
Bû xwîn,kete tamar ê min
Hebûna xwe daye min;
Gul am,gulperî ye.

Evîn a bê sînor e;
Xemla wê,keskesor e.
Xwî şêrîn û delal e;
Çaw xezal û şemal e

Ew nan û av ê min e,
Ew bax û baxçe ê min e
Ew sebir a dil ê min e
Gulam gulperî ye.

War ê min bi wê şên bûye;
Birîn êm derman bûye.
Guherî jîyan a min;
Suuhûda min vebûye

Ew tac û text ê min e;
Ew erd û erş ê min e,
Xelat û ked a min e,
Gulam gulperî ye.

Hêz a min bi wê xurt bûye,
Çahv û heş ê min vebûye.
Dijîtî ji holê rabû;
Maf ê min bi serketî ye.

Ez bi wê li ser pîya me,
Eşqa wê ez avda me.
Ronîya şifaq a me,
Gul am gulperî ye

Helbest û muzîk
ÎSMET DAX
25 - 05 - 1996










LO LAWİKO

Şivan rûniştibû li bin dar an;
Pişt a xwe dabû zinar an.
Bilûr a xwe ji dil lêdida;
Jiboy xatir ê va beran an.
Mahr û tûpişk tevizîbûn;
Gur û Rovî man li pişt derî an.
Berx û kar an çindik davêt;
Pez diçêrîyan li her cîhan.
Lo lawiko,lo şivano.
Lo lawiko, lo rêzano.

Lo lawiko ez bi heyran;
Waye tên bêryê Bêrîvan.
Danin dû hev bi eşq û kêf in;
Satil û meşk li ser mil ê wan.
Poz xizêm in, çav bi kil in;
Bi heft renge fîstan ê wan.
Evîndar ê dîtin a te ne;
Dermanin jiboy birîn an.
Lo lawiko, lo şivano.
Lo lawiko, lo rêzano.

Helbest û muzîk
îsmet dax
20-09-2001








LÊ YEMAN

Ax lê yeman, lê yeman;
Guherî dem û dewran.
Ax lê yeman,yeman;
Derbas bûn roj ê bi jan.

Çîya ên me ji nû ve,hate neqişandin.
War ên me yî kevnar,hate sazkırın.
Zaro û zêç ên me gihîyan,dilêm şakirin;
Hebûna wendayî,xwe avakirin.
Ax lê yeman, lê yeman;
Guherî dem û dewran.
Ax lê yeman, yeman;
Aşî ketîye her cîhan.

Rêça azadîyê, bê şoreş jîn nabe;
Şoreş jîyanek nû ye,bê ilim çênabe.
Xwendekar ên hêja,bar dan ser mil an;
Qetandin qeyd û zincîr li herder an.
Ax lê yeman, lê yeman;
Guherî dem û dewran.
Ax lê yeman, lê yeman;
Aşî ketîye her cîhan.

Îsmet Dax
03-09-1997







HUNERMEND

Hunermend, dişkînin zincîr û qeydan;
Ronahî yê dixînin şevreş ên qitran.
Derî ên girtî tucar an li ber wan namîne;
Timî radikin ji holê,çewt û tixûb an.
Hunermend, hunermend;
Zana Hunermend.
Xwedîyê ilmêa nûjen;
Tuye hunermend.

Hunermend, baş di nasîn jan û jîyanê;
Pêşîya xwe dibîn in,tim dibin derman.
Diafirîn in hebûna wenda yî;
Hunermend , şên dikin çand û dîrok an.
Hunermend, hunermend;
Kedkar hunermend.
Hostayê jîyané;
Tü ye, hunermend.

Hest û ramanê hunermend;Kûûr e, derya ye;
Mîna teyrê baz in, tim li herder a ye.
Bê tirs û bi xof in,çav nagirin ji hovîyê;
Diçîn in eşq hurmetê, jiboy hebûnê.
Hunermend, hunermend;
Memyan hunermend;
Aşî û azayî;
Tu ye Hunermend.

Kesanetîya hunermend;Timî nûjen e.
Nayên firotin tucar an, ew bi xwe cewher in.
Li hember kevnarîyê, tim şoreşger in;
Rengîn in, xemgîn in! Lêê, ne rêcber in.
Hunermend, hunermend;
Şervan Hunermend.
Hunermend, hunermend;
Ronî. Hunermend.

Helbest û muzîk
îsmet dax
15 -8 - 1997







DEWRA MÊHDÎ HAT

Tîrêj dakete ji êrşan,
Xwe berda nav dilê cîhan.
Dişikeste êdî tirs û xof,
Dayîk an ÊGÎT welidand.
Pêl dida xwe dîcle û ferat,
Tixûb radibû ji nav rojhilat.
Çerxa jîyanê güherand,
Dewra MÊHDÎ hat.
D'em bikin xebat.
Êgît bûn şervan ê jînê;
jîyan kirin maf, jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û başûr;
Qetandin zincîra koletî yê.
Waye roj hilat!..
Dewra MÊHDÎ ye, d'em bikin xebat.

Berxwedan hebûn kire felat;
Jîyaneke nû ji, me re kire xelat.
Gel ê Kurd û gelek mazlûm;
Bûn xwedî dîrok û Welat.
Êdî talîya şevreşê hat.
Tixûb rabû ji nav çep û rast,
Dinya me kirin e gulbihar.
Dewra MÊHDÎ ye,d'em bikin xebat.

Êgît bûn şervan ê jînê;
jîyan kirin maf, jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û başûr;
Qetandin zincîra koletî yê.
Waye roj hilat!..
Dewra MÊHDÎ ye, d'em bikin xebat.

Helbest û Muzîk :
Îsmet Dax ( Dağ )









DîLBER

Tu weka gulekê vebû ye di dilê min de;
Erd û ezman ê min tu ye,ronî ya çavê min.
Xweşikbûn a te bû ye bela li serê min;
Ma ne bese Dîlber,de were ba min.

Dîlber ê dîlber,dîlber a min ê!
Dîlber ê dîlber,hebûn a min ê.

Dîtinek te hêja ye hemû cîhan ê;
Xemla te bi rengîn e,ji gul ên bihar ê!
Sînga te tevd e neft e,tu buhişt a minê;
ma ne bes e dîlber,wer vê dîlanê.

Dîlberê dîlber,dîlber a min ê;
Dîlber ê dîlber,hebûna min ê.

Ezê te ji xwe re bikim,bûk a dil ên xwe;
Bixemilîn im te,dînim ser nav ên xwe!
Ezê,bighêj im meqsed a bav û kal ên xwe;
Ma qey nebes e dîlber,can diidim jiboy te..

Dîlber ê dîlber,dîlber a min ê;
Dîlber ê dîlber,hebûn a min ê.

Helbest û muzîk
Îsmet dax








XAKA ME YEK E

De werin, werin, werin birano !. Kanî dest ên xwe, em bibe yek, cano.
Xaka me yek e,
Maf ên me yek e.
Niştiman yek e;
De bes e xalo

Em giş însan e,
Tov ên MED'a ne.
Perçebûn jan e!
De bes e hevalo..

Hebûn zana ye!
Pêşveçûn va ye.
Bingeh ava ye;
Bes e axa o.

Hezkirin şan e.
Rexne jîyan e.
Bêdengî mar e.
Her bijî bavo.
De werin, werin, werin birano !. Kanî dest ên xwe, em bibe yek, cano.

Helbest û muzîk
Îsmet dax









LAWÊ MİN

Ev, dîroka te ye;
Ev,hatina te ye;
Ev, azaya te ye lawêmın.

Buxwîn e,buxwîn e;
Ger, tu xwe bivîne.
Maf ên xwe bistîn e,berxêmin.

Êdî bese,rabe serxwe!
Binêre, li dora xwe;
Bigêje heval ên xwe berxêmın.

Çand a xwe;Bijîn e!
Tov ên xwe biçîn e,
Me,di bîraxwe de bîne lawêmin.

Dîrokê ;Buxwîn e!
Zarav ên xwe bikarbîn e.
Hebûn a xwe bijîne,lawêmin

Hûn, dîroka me ye!
Hûn hatina me ye,
Hûn xelasîya me ye lawêmin

îsmet dax
12-03-1994









BÊ XAK NABE

Bê ol dibe, bê xak nab e;
Xak tune be,jîn çênab e.
Gava kû mirov bê xak be;
Hebûna wî, bi xwe heram e.

Nav û maf, jiboy her beş e;
Dagirkerî, qet nameş e.
Jiboy mirov bibe xwedî ol;
Ger azad be,ne bindest be.

Heger zarav qedexe be,
Çandinî di bin desta de be,
Gel ê mazlûm tim kole be;
Ol u îman,dirav nake!

Ger azad be qewmê xwedê;
Ev e, ol û îman li dinê.
Qey çav nabin e vê zulmê;
Îslam ne ev e,rûmet e.

Îslam, li hember zulmê ye;
Li ser heq û hiqûqê ye.
Her beş, qewmekî xwedê ye;
Dinya, mala her kesî ye.

Ma ni xwedîyê vê alemê;
Em giş şandine ser ruê dinê.
Gotîye;"qet zulmê nekin;
Mazlûm li ku be, dest dirêj kin".

Misliman î, ol napirse!
Mafê her beş, diparêz e.
Zulmê tucar qebûl nak e;
Bi zalim re, cengê dike.

Nabêj, "elhes tê bibe wek min";
Zordarî tune di ol ê min.
Kesî tucar biçûk nabîn e;
Ol, herkes an dihebîn e.

Çi Kurd, çi ereb,çi ecem;
Çi Laz,çi Çerkez,çiTurkmen;
Hemû beşer, xwedî maf in;
Li wê dinyê nobedar in.

Pêwîste, em êgir vemrîn e;
Wê dojhê ji ser xwe hilîn e.
Em biparêz,maf ên hevdû;
Wê,bi xwe ber bihuşt şên biv e.

Wekhevî-yek, bi rûmetî;
Bê zilm û zordarî û çekî;
Ger em fikr ên xwe,nû bikin;
Ol û îman ê çêbikin

Îsmet Dax
05-03-1995









TEYRÊ BAZ İM

Teyrê baz im,serfiraz im;
Qeyd û zincîr an,naxwaz im.
Nêçîrvan e kî, pir baz im;
Teyrê baz im,wez ne qaz im.

Xozayî me,gulîstan im;
Bihar im,ne rengnexwaz im.
Çîya me,textêm ji pola ye;
Kanî me,ez ne çem xwaz im.

Ezman im ,ez roj dixwaz im;
Baran im,qeraç dixwaz im.
Can im,ez jînê dixwaz im;
Teyrê baz im,hêlîn xwaz im.

Ne xwînrêj im,ne şer xwaz im;
Aşî û wekhevî yê dixwaz im.
Min nabê kêda tu kesî;
Mafê hebûnê dixwaz im.

Îsmet dax
04 07 1996









EWİL TOXİM BÛ

Ewil toxim bû,di qalika de bû;
Kete nava xakê,pir dar jê çêbû.
Şax û kat jê kişyan,girt dora dinyê;
Pir tahm pêve şên hat,jîn da hebûnê .

Ewil yek bû,bûn milyar li ser erş û ezman;
Bûn xozayî,xweşikbûn didan niştiman.
Bûn gulîstan,keskesor kişandin ruê ezman;
Dibûn al,jiboyna hebûna her can.

Buhişt a hemdem în,jîn kire bê mirin;
Hemû gel ên Mazlûm,di nav de disitirin.
Cîhan e ke nû ava bû, jibo jîyan e ke;
Dadgeh ên xwe rexna,çêdike hebûn.

Helbest û muzîk
ÎSMET DAX
12-06-1998







EZ KARKER İM

Ez karker im:
Keda min; Xwuydan a min e.
Ranawestim ji ber karê vê jîyanê.
Dest ê min,çav ê min,zarav ê min,hest û raman ê min,hêz û çek a min e.
Ez diçînim çandinî yê,geş dikim rû ê cîhan ê.

Cotkarî me,bi şev û roj an,diqelêşim zik ê erdê;
Derdixîn im neft û cewher,min keda tu kesî nabê
Diafirîn im jîyan ê,mal û milk,bê min çênabê.
Nabim kole û rêcber ê kes,min wek herkes an xwe dibê.

Ez im felat,ez im heybet;Hatina xwe nakim bin pê;
Xwenda me ji bav û kal an,ez xwe hînbûm e ji karistan an.
Ronî me,roj a li ezman im,germ a ya min debir ê tîn e ;
Asteng im li hember niheqîyê,bêdengî yê diwestîn im.

Lêkolîn im,tekoşîn im;Şoreş ê,tim li dar dixîn im.
Qeyd û zincîr li min nayê zevt ê,hefs û zindan min hilnîn in.
Cûda yî li ba min tune ye,ez her beş an dihebîn im.
Li hember zalim û serdest;Ser ê xwe qet natewîn im.
Ez karker im.

Helbest û muzîk
Îsmet dax
14-04-1998








VAYE TÊN

Vaye tên,bi ref bi ref,ji her çar hêl ê cîhan.
Mezin, bi çûk,kal û pîr,tev lorîk an vaye tên.
Bi huner û bi hêz û bi saz,bi çand û dîrok î tên.
Kîn û buxd avêtin e,bi eşq û hurmet î tên.
Vaye tên,Vaye tên
Vaye tên, bi zanistî,bi perwerde,bi rastî.
Bi rêxistin,bi sazgeh,bi desthilatî ya pakî!
Vaye tên,Vaye tên.

Vaye tên ba ronahî yê, pîroz dikin aşîtî yê.
Kedperest î bi serketî ye,dikene rûkê heyvê.
Nav û maf û dengê nû;Gerdûnî ye,jiboy jînê.
Kedkar û amade ne,jiboy bingeha Netewî yê.
Vaye tên,Vaye tên
Vaye tên, bi zanistî,bi perwerde,bi rastî.
Bi rêxistin,bi sazgeh û bi desthilatî ya pakî!
Vaye tên,Vaye tên.

Helbest û muzîk
Îsmet Dax








AŞÎ ME


Vekin ,vekin,êdî rêça me vekin;
Kevoka sipî me jiboy we,rûmet im.
Ne ar û pêt im,jîn ê şên dikim;
Dîrok a we me ez,aşî yê çêdikim.

Berbanga sibê me,mizgînî û çand im;
Evîn û hurmet im,li her der dibarim;
Keskesor a ezman im,al a azad im;
Hebûn û hatin a gelê cîhan im,

Îsmet dax
14-04-1998








PAYTEX A CÎHAN TU YE

Gulîstana min,tu ye!.
Evîna bi rûmet,tu ye!
Zîn a Zeydan a,tu ye;
Mem ê alan'a,wez im.

Tu ye,kevir û kuç ê min;
Tu ye,çîya û banî ê min.
Tu ye,dar û devî ê min;
Erd û zêvî ê min,tu ye.

Hêlîn a min,li ser te ye;
Neft a min,ava te ye.
Bê te najîm ruh ê min;
Hebûna min, tu bi xwe ye;

Tu ye,nûr a çav ê min;
Tu ye,şîr ê dayîk a min;
Tu ye,heval a li ba min!
Pozçeleng a min,tu ye.

Text ên te,ji pola ye;
Zêrr û mahden,di bin de ye.
Jîyan,li ser te çêbû ye;
Dergûş a perwer tuye.

Tu ye,tov ê her beş an;
Tu ye,sitar a her can.
Tu ye,xwîn a pakrewan;
Paytex a cîhan,tu ye.

Helbest û muzîk
Îsmet dax







HEBÛN A MİN

Tucar an,dest ji te bernadim;
Bi mal û milk an,şa nabim.
Bê hebûn a te nasnabim;
Tu hêvî ye,evîn a min.
Bê te,şên nabe war ê min.

Hisret a te,raperîn e;
Armanc a te, mirad tîne;
Hebûn a te ez im canê;
Qeyd û zincîr an dişkîn im.
Jiboyna te,tim dijînim.

Tu, evîn a nav dil a ye;
Tu dayîk e,tu xoz a ye .
Geşî û ronahî, tu bi xwe ye;
Tu hebûn a Memyan a ye.

Îsmet Dax
22-03-1996







K A R K E R

Karker û kedkar an;
Jişboy maf ên gel an;
Pir xuydan rijandin,
Jiboyna Niştiman.

Dest dan hev wek bira;
Berxwedan wek şêran.
Jîyanek bê mirın;
Ji me re kire jîyan.

Gelek can,ji me re bûn xak;
Rêça reş,ji me re bû pak.
Kedxwar giş bi xwe zanin;
Mazlûm,qet nakev in.

Karker,tim mêrxas in;
Cengawer û baz in.
Rêça ronî nasin;
Bindestî naxwazin.

Îro, bi milyona ne;
Sibê, bi milyara ne.
Ne kole û rêcber in;
Her timî li serxwe nin.

Îsmet Dax
07-03-1997







BİKEV E Û BİVÎN E HEVAL ÊN XWE

Bikev û bivîn e heval ên xwe;
Me re yê, wêçax ê nasbik e xwe.
Heval ên barê ketî an,tune;
Ger mirov bixebit e,şev û roj jibo xwe.

Min ji te re got bira, tu min godar ke;
Te got:"Ji te re çi,tu wan nasnak e".
Min ji te re got;Heyran kes te şîyar nake;
Ji wê roj ê û vir de,tu silav nake.

Te nepejirand e kemasî ên xwe;
Ji ber vê yekê,te wendakir e xwe.
Ma kanî ew dost ên dor te?
Kanî destên xwe bide birê xwe.

Qedir ên te li ba min,gelkî giran e;
Fedînek,ez û tu,yek dost û can e
Ger em nasbikin pêşeroja xwe!
Gotin ê bav û kal an,bîne bîra xwe."Heval ên barê ketî an tune ye"

Îsmet dax
11-08-1992







RASTÎ ME

Na êş im,ne serxweş im,hertim î geş im;
Ji ber nezanî û kêmasî an,qet ne rûreş im.
Ji berê xurtir im,pola û hesin im;
Bê gazin û biryardar im,fikir mezin im.

Kê got"ronî tarîbû ye"roj,her tim î şewq ê dide.
Meqsed,ji zû de bi serketî ye,bê aqil an hîn nedî ye!
Nebî ê min xwe hînbûn e,nema êdî radiwestin.
Birînê kul derman dikin, nexeşîyê ji hradikin.

Rastî me,ji kesî ne dûrim,hebûn im, li ba herkes î me.
Gah ba me, gah jî baran, jiboy jînî rahmê tînim.
Ne pêti me, jî ar im, dojhe yê ji holê hiltîn im;
Nebaşî,ji dor min direv e,cemed a dil dihelîn im.

Helbest û muzîk
Îsmet dax